Lehengan berxwedanî gihandin asta herî bilind

Gulbend Efrîn

Weke Rêbertiya me daye diyarkirin, şerê li Helebê ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tenê ne li dijî Rojavayê Kurdistan û QSD’ê bû. Ew êrîşên hovane berdewamiya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bûn.

Di şexsê Rojavayê Kurdistanê û Helebê de xwestin di kesayeta şervan û welatparêzên Apoyî de tevgerên sosyalîst ên li hember emperyalîzm û desthilatdariya zilam li ber xwe didin tesfiye bikin. Ji ber dibînin ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember pergala mijokdar û kapîtalîst heya dawiyê dêriyê azadî, wekhevî û pêkve jiyana gelan vedike.

Di wan êrîşan de bi sedan lehengên egîd û şêrejin gihiştin şehadetê û birîndar bûn. Bi dehhezaran mirov koçber û bêwar bûn. Bi dehan zarok û jin li ser rêyan jiyana xwe ji dest dan. Sedema ewqasî bi awayekî hovane êrîş kirin ku ew e ku Tevgera Apoyî ya di pêşengiya jinên leheng de teslîmî pergala serwer nabe û her diçe bêhtir ji gelan û jinan re dibe hêvî û ronahî. Jinan di nav biryara stratejiya pêvajoya demê de berxwedanî gihandin asta herî bilind.

Wan lehengan bi hêz û îradeya ji berxwedana Îmraliyê wergirtin di pêşengiya fermandar Ziyad û Denîzan de têkoşîneke herî muezem nîşan dan. Wan hevalan ti êrîş nebiribûn ser kesî. Tenê û tenê ji bo parastina rûmet û kerameta gelê û xaka xwe ketin nav parastina dîrokî. Derbên giran li çeteyan û hevkarên wan xistin. Wan egîd û şêrejinan bi felsefeya Rêber Apo ya “Eger hêza me ya em cîhanê jî têk bibin hebe em ê êrîş nekir, lê hemû cîhan bibe yek û were ser me jî em ê mafê xwe yê parastinê bi kar bînin û serketinê esas bigirin” li ber xwe dan û bi ser ketin.

Di şexsê şehîd Denîz de ev rastî bi awayekî şênber hat dîtin. Wan çeteyên hov bi wê hêrsê bedena hevrê Denîz ji qatên jêr avêtin xwarê. Ev kiryara nemerd a li hember bedena hevala Denîz binkeftina wan nîşan da. Tişta balkêş jî ew bû ku dema cenazeyê heval Denîz ji jor diavêtin xwarê çeteyên li wir hê jî di nav tirsê de bûn. Ango ji cenazeyên me jî ditirsin.

Berdewamiya berxwedana şehîd Denîz a li Helebê, li Tebqa, Reqa û Hesekê di şexsê heval Şîlan û heval Sîdar de xuya kir. Wan hevalan heya şehadetê çeperên xwe bernedan û berxwedaneke wê bi sedê salan were behskirin pêş xistin.

Dayikên me yên şehîdan ên pîroz jî di wê pêvajoyê de bi roleke pir bi nirx û hêja rabûn. Xwedî li zarokên xwe yên parçeyek ji kezeba wan bûn û hevalên wan derketin. Di merasîmên şehîdan de bi serbilindî zarokên xwe ber bi bêdawîbûnê ve oxirkirin.

Îro eger malbatên me yên koçber bi serbilindî û bi rûmet vedigerin ser axa xwe ya pîroz ev bi saya berxwedana wan lehengan e. Ev veger israra di jiyaneke azad a bi serbilindî de ye. Hevrêyên me yên gaziyên jin jî bi lehengî têkoşîna bi rûmet dimeşînin. Bi vê boneyê em şehîd Sorxwîn, şehîd Azadî Dêrik û şehîd Azadî Helebce bi hurmet bi bîr tînin, em ê timî şopdarên rêya wan bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button