Dema Min Dît Heval Hatin û Ez Ji Bin Xaniya Bi Ser Me De hatibû Xwar Derxistim Ez Carekedin Ji Dayîk Bûn

 

Tevlîbûna min di sala 2014‟ an de pêk hat. Di dema şerê Kobanê de em li Bakurê Kurdistan‟ê,  li navçe ya Surucê a Riha‟yê diman. Dema Seferbertî hat îlan kirin, ez û çend hevalên xwe yên ji Kobanê û bi çend hevalên xwe yên ji Bakur, me soz da û em derbasî şerê Kobanê bûn. Di dema derbasbûna me ya Kobanê de hîskirinek çêbû ku em di qadeke şer ya giran de ne û hemû hevalan di çeperan de cih girtine. Çawa em derbas bûn me digot ku emê yekser biçin çeperan lê wisa nebû. Piştî em gihîştin li gel hevalên Kobanê, hevalan em li cihekê bi cih kirin. Xaniyê wê şevê em lê man, xaniyê welatiyek Kobanê bû. Lê ji ber rewşa şer, xanî terk kiribû û koçber bibû. Êdî ew xanî ji bo şervanan dihat bi kar anîn. Di wê xaniyê de heya siharê xew bi çavên me neket. Her fikrandinên me li ser şer bû, dengê fîşek û gurmîniya bomban ji dûr ve dihat me. Me bawer nedikir ku wê kengê li me bibe sihar û em biçin gel hevalên li qadên şer dimînin.  Bi derketina rojê re hevalan gotin, “hûnê biçin çeperan.” Bi bihîstina wê xebera xweş re em gelek kêfxweş bibûn, lê di nava me de hinek hevalan ji çekê fam nedikirin. Wê demê di malekê de qedera saetekê hevalan perwerda çekê dît û em ber bi milê eniya rojhilatê Kobanê bi rê ketin. Dema em çûn gel hevalan, hevalan amadekariyên xwe ya çeperan kiribûn ku karibin hevalan derbasî eniyên pêş bikin û hevalên birîndar xilas bikin. Bi temamî amadekariyên çeperan li gorî wê rewşê hatibûn çêkirin.   Wê demê, em jî derbasî çepera şehîd Destîna bûn. Me cihê xwe li gel wan hevalan girt. Her tim çeteyan êvarê êrîşî me dikirin û ji ber, em her dem amade bûn, çeteyan hêza me didît û ji ber wê; her dema êrîş dikirin, neçar paşve vedikişiyan. Wan êrîşan derdorî hefteyekê her tim wisa berdewam kir.  Rojekê dema dîsa dijmin êrîş kir, Şehîd Destîna ji me re got: “ ji ber ev avahî cihekê stratejîke û hekîmiyeta wê pire, ger me Kobanê hemî berda jî pêwîste em van avahiyan bernedin.” Bi wê gotinê re heval Destîna em vedixwendin berxwedanê û giringiya çepera me dianî bîra me.  Ew xanî diketin aliyê bakurê eniya rojhilatê Kobanê. Me amadekariyên xwe di wan xaniyan de kiribû. Di wê demê de agahî hat û ji me re gotin; “wesayitek ber bi eniya we de tê û dixweze xwe biteqîne.” Me jî li gor wê agahiyê, amadekariyên xwe kirin û me tedbîrên xwe girtin. Piştî wê agahiyê bi çend kêliyekê dema me çay vedixwar ji nîşkave dengê fîşekan hat. Bi hevalên li kêlek min re, min jî çeka xwe rakir û ez derketim ser şaneşîna xaniyê ku em têde bûn. Dema min li jêr xwe mêzand, min komek çete dîtin. Çeteyan wê demê wesayit bi bêdengî dehf didan û dianîn nêzî me. Bi dîtina min a wan re, em pêhesiyan ku çeteyan wesayit anîne. Bi ferqkirina me a wesyîtê re hevalan fîşek li wesayitê xistin. Ber bi êvarê bû. Dinya kêm mabû tarî bibe. Dema hevalan fîşek li wesayitê dixistin, min jî xwest ku fîşek bavêjim. Çawa min li wesayitê mêze kir û min xwest nîşan bigrim, bi dîtina min û nîşan girtina min re wesayitê xwe teqand.  Li çepera me hevala Canda jî di nav de derdorî 14 heval birîndar bûn. Di wê demê de ez bi sivikî birîndar bûm. Bi teqîna wesyîtê re çeteyan bi hejmarek mezin êrîş kirin. Me bi hemû hêza xwe li beramber çeteyan li ber xwe dida. Her ku çeteyan êrîş dikir; me hîn zêdetir berxwedan xurt dikir. Çeteyan her çar aliyên me dorpêç kiribûn, em di avahiyê de bûn û me çeperên xwe girtibûn. Piştre êrîşeke giran kirin, lê dîsa jî nikaribûn biketana avahiyê. Piştî çeteyan dîtin ku nikarin bi pevçûna çekên ferdî bikevin avahiyê, li qata jêrê mayin çandin ku em nekaribin xwe xilas bikin û paşve vekişiyan. Piştî pevçûnek giran heval bang dikin ku wê balafirên Koalîsyona navnetewî li çeteyan bixin. Li ser wê agahiyê heval Destîna hat cem me û yek bi yek ji me re got: “dakevin jêr, wê balafir li çetan bide!” Em hîna daneketibûn jêr ku balafirê li çetan da. Bi tesîra lêxistinê re em hemû heval her yek bi derekê de çûn. Ji ber balafiran zû lêda Şehîd Destîna pir aciz bû. Hîna me tesîra basinca balafirê derbas nekiribû ku çete di piştê re li me zivirîn. 2 hevalan çepera pişt avahiyê digirt. Dema çete êrîş dikin, ew her du heval heya dawî li ber xwe didin, rê nadin dijmin bikeve bînayê û bi wî awayî her du heval heval jî digihîjin şehadete. Dijminê hov dema cenazeyê hevalan dibîne hevalek ser jêdikin û hevalê birîndar bûye jî li wir bi hovane şehîd dixin. Paşê çete dikevin aliyek avahiyê û li wir cardin hin mayînan diçînin. Piştî wê pevçûnê hîna demek kin derbas bibû, bêdengî çêbû. Di wê dema bêdengiyê de heval Destîna hat gel me. Tevî heval Destîna, em hemû heval pir fikirîn ku çima çete bêdeng bûne. Demeke kurt derbas bû û me dîsa li çetan guhdar dikir lê dîsa deng nebû. Me fam kir ku ew amadekariya êrîşek giran dikin. Lê çi dibe bila bibe me yê ew avahî bernedabaya. Hemû heval Şehîd bikaten jî, me yê heya dawiyê li ber xwe dabaya.  Piştî demek kin, em hîna bi wê rewşê difikirîn ku pevçûn derket. Piştî çend deqeyan di avahiyê de em û dijmin ketibûn nava hev. Êdî ne kolan kolan, me ode bi ode şer dikir. Di navbera me û dijmin de herî pir 10 metre mesafe hebû. Piştrî êrîş despê kir, dijmin bi mayinên ku di avahiyê de çandine, ew avahî teqandin.  Piştî teqînê, dema ez bi xwe hesiyam min tiştek nedît. Tenê ez dizanim ciyê min pir teng bû û min nedikarî tevger bikim. Ciyê min hîngî teng û tarî bû ku bêhna min ji ber tengbûna cî û tarîtiya wê derê diçikiya. Ez her dihatim ser hişê xwe û li ser hişê xwe diçûm. Min gelek caran banî hevalan kir lê ji ber duwarê li ser min pir bilind bû, heya demek dereng dengê min neçûbû hevalan. Hevalan timî banî min dikir, lê ji ber êşê min dikir û nedikir dengê min dernediket. Herî dawî hevalek jin nêzî min bû û bi kêfxweşiyek mezin banî hevalan kir. Piştî heval pêdihesin ez sax im; heval derdora malê digrin, komek heval bi dijmin re dikevin pevçûnê û çend heval jî min derdixin. Wê hevala jin digot: “heval ka werin min hevalek sax dît. Ka zû werin ev heval birîndare. Ka werin alîkariya min, em wî hevalî derxin.” Dengê wê hevala jin hêzek pir mezin dida min. Di wê rewşa giran de min morala herî mezin ji dengê wê hevalê girt. Wê hevala jin dengê min bihîstibû lê tam nedizanî ez li kuderê me. Ji ber wê jî bi kelecan û hezkirinek mezin tevî wê hevala jin, hevalên din jî bang dikirin û ji min re digotin: “heval ka dengê xwe derxe ku em bizanibin tu di kur de yî.”  Dema cara yekem min dengê hevalan bihîst; çawa zarokek nû ji dayik bûbe kêfxweş bûm. Bi wê birîndariyê re ez nû ji dayik bûm. Min hîn zêdetir pêwîstî bi hezkirina hevaltiyê didît. Hevalan jî ew hezkirin ji min mehrûm nekirin û ez dikarim bejim ku; „ ez bi hezkirina hevalan carekedin ji dayîk bûm‟. Rihê hevaltiyê carekdin ez zivirandim jiyanê. Bi wê rih û kelecanê, piştî demek dirêj min zehmetî da xwe ku deng ji min derkeve û di dawiyê de min got: “ Heval wa ez li vir im.”  Wê demê hevalan cihê min dîtin û kefiyeyek dan min. Min ew kefî li serê xwe pêçand ku dema hevalan ez di bin enkazê de bikşînin kevir bi ser min de neyên. Di bin enkazê de min bi wê kefiyê serê xwe diparast. Piştî dengê wê hevala jin -ku ez hîna jî nizanim kî ye- heval hatin alîkariyê û ez di bin avahiyê de kişandim û ez xilas kirim. Yê destpêkê hat ser min jî ew hevala jin bû. Ji ber ez di bin duwar de mabûn heya hevalan ez derxistim hem ew hevala jin hem jî hevalên din gelek westiyan. Wê hevala jin ket bin mile min û ji cihê bûyerê derxistim.  Dema ku hevalan ez ji bin avahiyê de derxistim 2 roj bi ser teqînê re derbas bibûn. Di dema ez derxistim de jî carna ez li ser hişê xwe bûm, carna jî ez ji ser hişê xwe diçûm. Dema hevalan ez di bin xiraba avahiyê de dikişandim, pişta min şikestibû û laşê min tev birîn bibû û ji ber wê jî ez pir diêşiyam. Ji ber êşê her min dixwest ku ez ji ser êşê xwe biçim, lê ji bo ez şehîd nekevim hevalan her ez didam axaftin. Di wê rewşa giran de hezkirin û morala ku hevalan da min, ez li ser lingan hiştim û Yê hişt ku ez şehîd nekevim jî, dîsa hezkirina hevaltiyê bû.  Di 2 rojên bin xirabê de herî zêde min heval meraq dikirin û ji ber wê, dema ku heval hatin û ez xilas kirim her min ji wan re digot: “kî sax e? Biçin hevalên birîndar xilas bikin ez baş im” ji bo moralê min nekeve û ez pê tesîr nebim hevalan jî her digotin: “me hemû heval xilas kirine, tenê tu mayî. Waye me tu jî dîtî. Em ê te jî xilas bikin û bibin cem hevalan.”  Di wê pevçûnê de tevî heval Destîna, me yek hevalî jî çepera xwe berneda û herî dawî hemû hevalên li cem min, di wê avahiyê de şehîd ketin. Piştre ez pê hesiyam ku ji wê komê tenê ez bi birîndarî xilas bûme.  Destpêkê min nizanî ez birîndarim. Di dema teqînê de avahî ketiye, ez û hevalên li kêlek min, em hemû di bin avahiyê de mane. ji ber tiştek nedihate bîra min û min dixwest bûyerê fam bikim; min her ji hevalan ew bûyer dibirsî û di dawiyê de piştî teqînê bi demek dirêj hevalan nû ji min re ew bûyer gotin.  Di wê teqînê de dema heval cenaza wê derdixin dibînin ku heval Destîna çeka xwe xistiye hemêza xwe, çeka xwe di hemêza xwe de şidandiye û şehîd ketiye. Dibêjin ku; „Fermandar eynika şervanên xwe ye‟. Di wê pevçûnê de hemû heval jî weke heval Destîna çeka xwe bernadin, hemêz dikin û digihîjin şehadetê. Dema mirov li wê pevçûnê û şehadeta hevalan jî temaşe dike, dibîne ku bi rastî jî fermandar eynika şervanên xwe ye. Heval Destîna heta di kêliya jiyana xwe ya dawî de jî çeka xwe hemêz dike û bernade. Her hal dema heval fermandara xwe „Şehîd Destîna‟ dibînin jê hêz digrin û ew jî dema digihîjin şehadetê bi heman awayî çeka xwe hemêz dikin û xatirê xwe ji jiyanê dixwazin. Usluba heval Destîna û sekna wê pir xweş bû. Ji ber wê jî dema bi me re nîqaş dikir pir kêfa me dihat û  em pir bi sekna wê bandor dibûn. Di hemû şert û mercan de beriya xwe, me difikirî. Ew birçî dima lê me têr dikir. Ew tî dima lê av dida me. Di nava wî şerî de heval Destîna ji bo me çavkaniya jiyanê bû. Ji ber heval Destîna di kesayeta xwe de felsefa Rêber APO avakiribû, em hemû li dora heval Destîna diciviyan. Di wan 2 rojên ku min di bin xirabê derbas kirî de, min herî zêde heval Destîna meraq dikir. Ji ber ez pê bawer bûm, min di nava wan du rojan de timî ji xwe re got: “ger heval Destîna sax be teqez hevalên din jî sax in.” Ji ber wê min destpêkê heval Destîna pirsî û hevalan ji min re gotin ku sax e. Piştî demek dirêj, dema ez bi ser xwe de hatim heval hatin û gotin: “Heval! Heval Destîna di dema teqînê de, duwarê avahiyê bi ser de tê û çeka wê di hemêza wê de şehîd dikeve.”  Piştî min bûyera şehadeta heval Destîna bi wî awayî bihîst min nezanî çi bêjim. Şehadeta wê bi awayek wisa bû ku mirov nedikarî pê biêşê. Çawa jinek ewqasa bi çekê ve girêdayî ye ku heya di kêliya şehadeta xwe de jî çeka xwe hemêz dike? Ji bo mirov wate bide şehadetek bi vî awayî pêwîste dil û mêjiyê mirov pir mezin û asta watedana mirov ya jiyan û berxwedanê pir bi hêz be. Ez pir bi şehadeta wê êşiyam, lê ez nizanim ew çi êş bû. Min nizanî ku ez li hember rewşek wisa ya şehadetê çawa biêşim. Min êş layiqî wê dîmenê nedît, li hember wê dîmenê tenê serbilindî li pêşiya min bû.  Erê! Ji bo min bi jinek wisa çeleng û fermandarek ku her kêliya jiyana xwe bi şervanên xwe re derbas dikir; jiyan kirin, serbilindî bû, şansek bû, avantajek bû. Ji ber bi rastî jî bi mirovek wisa re jiyan kirin ne erzan bû û pêwîste ne erzan be jî.  Êdî piştî şehadeta heval Destîna û rewşa birîndariyê pêwîst bû her tişt hîn cuda, hîn biwate be û hîn dagirtî be. Ji ber wê jî piştî birîndariyê min wateya her tiştî zêdetir zanî. Hevaltî, jiyana partiyê, bîranînê me yên şer, her tişt niha hîn zêdetir bi wate û bi qîmet e.  Beriya derbasî bakurê Kurdistanê bibim, min li Helebê jiyan dikir û min ji Kobanê hez nedikir. Min tu carî Kobanê nedîtibû. Di şerê Kobanê de dema em di çeperan de bûn, hevalekî ku min nas dikir ji min re got; “ev gûndê te ye.” Heya wê rojê min tu carî gundê xwe nedîtibû. Bi şerê Kobanê re dem û dewran zivirî û piştî birîndariyê hesretek min bû ku ez Kobanê bibînim. Her tim me qala Kobanê û bîranînên xwe yên şer dikir. Em dema hatin Cizîrê me pir bêriya Kobanê dikir. Her tim li ser zimanê me Kobanê hebû. Gelek bîranînên me li Kobanê hebûn. Gelek hevalên ku me nasdikirin li Kobanê şehîd ketin, gelek hevalên ku hîna tasek ava Kobanê venexwaribûn, perwerde nedîtibûn li ser axa Kobanê şehîd ketin. Em bi jiyan û berxwedana wan qehremanan fêr bûn ku em li kur xwînê birjînin, li kur ked bidin ew der dibe bajarê me. Êdî ji ber ku, her bihostek axa Kobanê bi xwîna şervanek azadiyê hat rizgar kirin, her kolanek Kobanê, her malek Kobanê ji bo me pîroz bû.  Piştî birîndariyê dema ez baş bûm dîsa vegeriyam warê berxwedanê „Kobanê.‟ Em gelek hevalên birîndar dîsa çûn Kobanê û me di şerê rizgarkirina Kobanê de cî girt. Bi wan hevalan re ez jî carekedin vegeriyam eniya Rojhilat. Ji ber pêwîst bû ez li wir tola wan hevalên li cem min şehîd ketine û tola fermandara xwe Şehîd Destîna bigrim; bi israra xwe min berê xwe da eniya rojhilat. Di tevahî pêvajoya şer de gelek hevalên ku berê birîndar bibûn, dîsa vegeriyabûn eniyê. Ez jî bi wan hevalan re cardin li eniya rojhilatê Kobanê ketim şer.  Piştî birîndariyê min cara yekem gundê xwe, warê ku lê ji dayik bûme, di wê pêvajoyê de dît. Di şerekî li wê derê de heval êrîşî çetan dikin û wan bindixin. Dijmin ji bo tola xwe hilde gelek rêbazên qirêj bi kar tîne. Di şerekî li başûrê gundê Kiltê de 21 heval şehîd ketibûn. Dijmin dema nikare bi şer berxwedana hevalan bişkîne, rêbazên kirêt bi kar tîne. Dijmin bi wê rêbaza xwe a qirêj; cilê hevalan li xwe dikin û tên ciyê hevalan. Li wir pevçûnek pir dijwar diqewime û 21 heval bi berxwedanek mezin, piştî ku carekdin darbe li dijmin dixin, digihîjin şehadetê.  Dijmin bi wê şêwaza kirêt; dixwest di nava hevalan de şik û gumanê ava bike da ku heval baweriya xwe bi hev neynin. Lê ew taktîka wan bi ser neket û wan 21 cangoriyan di berxwedana başûrê gundê Kiltê de bersiva herî mezin dan çeteyan û heya dawiyê li pey armanca azadiyê meşiyan.  Wan fedaiyên şoreşê bi fedakirina canê xwe ev şoreş emanetî me kirin. Weke rêhevalên wan şehîdan; îro em li ser xeta şehîdan a fedaiyane dimeşin û heya ev şoreş bigihîje armanca xwe, ewê meşa me ya azadiyê jî berdewam bike.

 

ALDAR (ELÎ) KOBANÊ

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button