HÊZEKÎ HEVÎ DİDE MİROVAN

2014 tevlî li nav YPG bum. Dema şer ê rojava despekir bandora tevlibuyînamin heza YPG bu. Erîşên ku li ser gel çêbu ji bo ku em zimanê xwe gelê xwe biparêzin warê xwe biparêzin li ser vî esasî tevlîbûyînamin di sala 2014 çêbû. Piştî wê hezên daîşê derketin ez tevlî hamlê raqqa jî bûm 10. 09. 2019 êrîş liser bajarê serêkanîyê çêbu şerê li serêkanîyêde min cê xwe girt. Şerêkî pir giran bu 14 roj berxwedana we derê çebu. Çi sîlah hebû liser mede kar anîn sîlahe kî me nedît me şerê serêkanîyê dît. Devlata tirk ya dagirker bi top teyaren xwe dihatin serme. Em wekî şervanên hêzen YPG me cê xwe digirt pîştî 9 roj şunde ez bîrîndar bum. Di nav vî şerîde ez bîrîndar bum. Di nav wî şerîde berxwedanekî û îradeyekî bê eman hat meşandin. Heval wê derêde birîndar bûn hevale wê derêde şehîd ketîn me herî zêde ji wan hevala heyecan û moral digirt. Ev berxwedanî ev gerbûn ev hevaltî ev îrade ev bawerî ramanekî SEROK APO nivîsandîye me li ser pîya dihîşt. Zêde jî derfetame di nav wî şerîde nebû. Devleta tirk ne tenê quvetê askerî hedef digirtin. medenî jî hedef digirtin. Sîvîl jî bê çek bê sîlah bûn bi top û teyareyen xwe gel jî hedef digirtin. Gel jî di nav vî şerîde birîndarbûn û şehît ketin çeteyên daîşê li ber çavême zarok jî dişewûtandin. Şerrekî giran û dijwar bû. Çi teknîk hebû li ser mede kar anîn. Îradeyeki pir xurt hebû berxwedanekî hebû. Ez û heval sefkan çeperê şer de gel hevdû bun. Heval sefkan 2 cara birîndar bu dîsejî cê xwe berneda. Em wê hevaltîyê mezin dibun. Dijmin wê derêde bin ket mîlê teknîkêde milê aborîde dijmin binket. A niha dijmin herî zêde li ser ciwana şerê taybet dide meşandin şerê piskolojîk dide meşandin. Ciwanême jî dike mît sîxor tucarî nikare vî rengî jî hedefa me hêzame nikare wiha jî bişkînî. Devleta tirk dixwaze rojavayê kurdîstanê axa wî dagir bike dixwaze gel koçber bike. Bide revandin be hez bê mejî bihêle dixwazi bakur u rojhilatê sûrî çemberêde bihêle. Pewîste xorten kurd bawer nekin axaftinê dijmin xwe dİjmin re girê nedin dijmin çi bike bila bike em tucarî li hemberî dijmin serê xwe natewinîn. Emê hatta dawîyê berxwe bidin emê bê bersiv neminîn bê helwest neminîn heta dawîyê çalakîya xwe bikin.

MAZLUM MADORA

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button