Di her kêliya Şoreşa Rojava de fermandar Nuredîn Sofî di bîra me de ye
Gulbend Efrîn

Ey fermandar û serkêşê mezin ê Şoreşa Rojava, bi pêşengtiya te dest pê kir ev şoreş û cardin jî bi pêşengtiya te gihişt serkeftinê. Tu fermandar, hevrê û zanyar bû ji bo me. Tu rêzan û navdar bû… Ev çend sal e em bêyî te salvegera şoreşa xwe pîroz dikin. Lê tu her di nav me de yî û bi me re dijî. Hevrê û qehreman Nuredîn Sofî tu her ji bo me fikir, taktîk û rênîşander bû. Ey hevrêyê me yê bazê çiyayan, şêrê welatê me wendakirina te ji bo me pir zehmet e; lê cihê te di nava fikir, zikir û tevgera me ya rojane de ye.
Tu ji bo me kelecan û coş bû. Di nava şer de jî her tu ji bo me, fikir, raman û taktîk bû. Tu ewqasî dilnizm bû ku bi mezinan re mezin, bi biçûkan re jî biçûk bû. Te pir zû dev ji me berda û em hestiyar kirin. Dema ku şoreşa Rojava tê gotin tu tê bîra me. Ji ber gelê Rojava şoreş bi te, hevrê Xebat û hevrê Rûbar nas kir. Çavên gelê Rojava li we digere heval. Jixwe di rojên zehmet de jî ji bo hawara xwe bigihînin we bang dikin!
Di her pîrozbahiyekê de hûn di serê govendê de bûn. Her şahî bi stran, helbest û kilamên te bi coş dibûn. Niha jî çavên me li te digere û em li benda te ne ku tu serê govendê bikişîne heval. Me şoreşa Rojava bi çelengî, jêhatîbûn û zanebûna we nas kir. Bi dehan, ciwan ji bo we beşdar bûn heval. Em soz didin têkoşîna xwe bilind bikin û serkeftinê qezenc bikin. Hûn her di fikir, hest û xeyalên me de bijîn.
Em bi we hene heval. Hûn ji bo me pîroz in. Em li ser ronahiya we dimeşin. Ji bo em serkeftinê qezenc bikin her hûn ê ji bo me rêzan û pêşeng bin. Hûn fermandarên heqîqî bûn. Hûn ji xwe bawer bûn û li gorî wê we şer dida qezenckirin. Hûn ruhê serkeftinê bûn. We ciwan, jin û hemû gel radikir ser piyan. We bawerî dida wan. Wê cardin jî ruhê we pêşengtiyê ji me re bike û me bibe serkeftinê. Em di bin raya we de têkoşîn dikin.
Di salvegera Şoreşa Rojava de weke her kêliya jiyanê hûn hemû hatin bîra min. Yek bi yek di ber çavên min re derbas bûn. Min hêz ji we girt û ruhê we wê me bibe serkeftinê. Ey fermandarê şoreşê tu di her kêliya jiyana me de bi me re yî. Tu hêza manewiyatê dide me.
Em şagirt û şervanên we ne. Em bejna xwe li ber bîranîna we ditewînin û soza xwe ji we re, nû dikin. Hûn ronahiya çavên me ne.




