Şerê li dijî koletiyê bi hêvî û evîna serkeftinê wê bidome

Şehîd Hisên Şawîş

Hemû lêkolîn û lêgerînên dîrokî yên dawiya sedsala 20’an, didin xuyakirin bi awayekî bêguman Mezopotamya Jorîn (Kurdistan) cihê yekemîn afirandin û derketina xwedawenda ne (dayika xwedawend). Gotina xweda di zimanê Aryanî de û despêkê de (Hûrî…) tê wateya ew zindiya an jî zindiyê ku xwe daye afirandin. Ango xwe-da, xwe bi xwe çêkiriye. Ew serdema dîrokî û civakî ya ev têgeh (nav) tê de derketî serdema yekemîn ya civakbûyîna ger û geşt e. Ango teqandina (volkana) civakî ya yekemîn e. Ji vê serdemê re jî tê gotin, pêvajoya şoreşa çandiniyê û gundîbûyînê (neolotîkê). Bêguman jina xwedawend û dayik pêşengiya vê serdemê kiriye.

Gava em pirseke wiha bikin, gelo ji ber çi xwedawendîtî û pêşengiya, jina afirandêr û xwedan taybetmendî di vê pêvajoyê de dertê? Bersiva vê pirsê jî hêsan e û di heman demê de jî gelekî zor û zehmet e. Hêsan e dema em lêkolîn û lêgerînên li ser wê demê deyînin pêşiya xwe û wateyê bidinê. Lê belê gelekî zehmet e jî dema em rewşa îro jin ketiyê de li ser destê sazûmanên şaristaniya mêrê serdest bidin ber çavan û wateyê bidinê! Bi rastî jî rewşa jin a îro cihê xemgînî û derd, kul û êşan e. Pêvajoya xwedawendîtiyê, di heman demê de pêvajoya sazkirin û afirandina hemû nirxên derûnî (manewî) û diravî (maddî) yên civakbûyîna mirovahiyê ye.

Her wiha jina jêhatî, zîrek, zana, pîrozdar, dayik, afirander, berhemdar, rêveber û xweşik mohra xwe bi awayekî balkêş li vê pêvajoyê daye. Jina xwedawend di wê demê de jî bi hemû wateyên xweşikbûna jiyanê dihat destnîşankirin, lê belê ti carî nebibû bireserek (tiştik) ji bo têkiliyên zayendî (cinsî) bi mêr re. Her wiha bengî (eşq) û evîn, hêvîya wê ya jiyanê ji niha mezintir bû, paqiştir bû, xweşiktirbû, ew eşq û evîneke gerdûnî bû, civakî bû, derûnî (manewî) bû. Ew kirde bû (ya dida kirin û pêkanînê bû). Rêvebereke civakî bû, komînal (komikbûn) û demokratîk bû. Ev serdema geş û bi ronahî, hezarên salan berdewam kir.

Bê bajar, bê dewlet, bê şûr û mertal, bê zindan û zext û zor, bê deshilatdarî û parçebûna civakê di pêşengiya jina azad û xwedawend de, mirovahiyê gavên herî bingehîn û bi wate avêt. Her wiha dostanî, hevkarî, cîrantî, mêvanperwerî, merdî, hêviya jiyanê, têkiliyên mirovahî yên germ û hemû nirxên civakbûyînê yên dinê, berhemê vê demê ne. Di gundên neolotîkê de, çandinî, embar (depo), tevn, avdanî, bijîjktî û zanyariya civakî ya resen, muzîk, wênesazî, hostekarî û hişmendiya destanî û çîrokbêjiyê gihişte asta lehiyek civakî ya herî xurt. Gund hebû, rêvebiriya demokratîk ya civakê hebû, berhemê axê bi xêr û bêr bû, kesî çavtengî li dijî kesek din nedida xuyakirin, zikreşî û durûtî ne mijara gotinê bû. Ji lewra pêwîstiya civakê bi van tiştên neyînî ( nebaş), tinebû.

Her wiha pêwistiya civakê û komên mirovên neolotîkê bi dewletê û bajaran, artêşan û saziyên zext û zorê tinebû. Civak mîna avekê di cihê xwe de diherikî, bi vî awayê xwezayî pêş diket. Ji ber sedemê vê pêşketinê û teqandina civakî di pêşengiya jina azad û xwedawend de, jin mîna zindiyeke pîroz hate dîtin. Ji bo vê yekê bû xwedawend… Îştar (sitêrka li asîmana ya geş), bû rêveber û rêxistinkara civakê bû. Endezyara (muhendis) komên êl û eşîrên neolotîkê bû. Her wiha perestgehên (mebed) wê serdemê bi şêwe û şemal, xweşikbûn û berhemvaniya bedena jina azad hate xemilandin. Jin ne milkê (hebûna) kesî bû, kes ji ne milkê jinê bû, lê belê dîsa jî hezkirin, rêzdarî, eşq û evîneke azad mijara helbest, sitran  û serbêhatiyên wê demê bû.

Hemû rengên gul û kulîlkan, nifş û şêweyên wan, ji aliyê jina azad ve hatin binavkirin. Ji lewra wê çandinî û rezvanî, bexçevanî û palevanî pêş xist. Bi taybet di komên civakî yên Aryanî de. Ji van koman jî koma Hûrî balkêş e. Ew pîrik û bapîrên Kurd, Pers, Efxan û Ermeniyan e. Ne tiştekî rasthatî ye (tesaduf) ku îro jî heta çar hezar navê gul, kulîlk û pincaran bi zimanê Kurdî hene. Her wiha navê lawiran (heywanan) û amûrên hilberînê jî nayên hejmartin! Ev berhemên jina neolotîk û gundewariyê ne. Ne berhemên mêrê serdest û dewletoka wî ya bajarperest e. Têgehên neolotîkê yên weke jin,_jîn, zîndî,_gîn,_giyan,_gin,_cin,_cîn,_can_cinet, hemû jî bingehên wan û regên wan ên zimanî û ramanî yek in. Ango naveroka wan yek e. Dîsa kom_ komûne_komînal_gom_ qewm_komîte_komîtan_zom_komînîzm_kombûn, ji nirxên civakbûyîna jina afirandar a Hûrî (Kurd)tê.

Em karin bi dehanan gotin û têgehên bi vî awayî bînin ser ziman. Naveroka wan yek e, rehê wan yek e, lê îro di dinyayê de di gelek zimanên, cuda de têne xebitandin û bi şêweyên cuda têne bikaranîn. Ev jina azad, xwedawend, afirandêr çima îro bûye amûreke desthilatdariyê, koletiyê û ajoyên heywanî di destê mêrê dewletparêz de?! Bêguman jina azad gelekî li ber xwe daye û têkoşîn kiriye da ku nebe kole û bê nirx, bê text û bê tac. Rast û rast xwe radestî dewletê û deshilatdariya mêr nekiriye. Çawa ku di serpêhatiya Sumerî de jî derbas dibe, Îştar(Star) li dijî Gilgamêş şer dike, Înanna jî li dijî Enkî (xwedayê mêr, xwedayê dewletê) têkoşîneke xurt dide nîşandan. Ev şer û têkoşîn ji BZ. 4000’î dest pê dike heta BZ. 2000’î tê.

Lê belê di encama vê têkoşînê de jina azad, dibe jineke kol e û mêrê qels û lawaz ku ti rola wî di serdema neolotîkê de tinebû, dibe mirovekî deshilatdar û dewletparêz, hîlekar, derewîn û bê dad (insaf). Ev rewş di mîtolojiya Babil de eşkere û zelal derdikeve ber çavan. Di serpêhatiya Babîl de, ya ku bi navê Enûma Elîş tê zanîn, Merdox (xwedayê mêr) Tîamat(xwedawenda jin ) tine dike û zagonên koletiyê û dewletparêziya mêr serdest dike. Ketina jina azad êdî misoger dibe, hemû nirxên jiyanî, çi diravî (maddî) û çi derûnî (manewî) dikevin destê mêr. Hemû rengên koletiyê û zorê, çi çînî, neteweyî, civakî, çandî û olî, çi leşkerî û bîrdozî serkaniya xwe ji zulm û zora li ser jinê digire. Her çiqas koletî bi ser ketibe jî, nayê wê wateyê ku jinê koletî pejirandiye û bê deng maye.

Na, lewra şer û cenga di navbera şarestaniya neolotîkê de (gundewarî) ya demokratîk (ya jin) û ya bajarvan û dewletparêz (ya mêr) de berdewam dike. Nirxên jina azad di nava komên eşîret û çandên azad û ne bajarvanî de berdewam dike. Her wiha berxwedaniya yekîtiya eşîrên ne kole, mîna Medan, Yahudiyan, Cermenan…, li dijî Nemrûdan û Firewnan, xanedanan û împaratoran, dîsa berxwedanan pêxemberan li dijî koletiyê û cehaletê, temsîleke bi nirx e ji çand û exlaqên civaka neolîtîkî ya jinparêzî re. Di roja me ya îro de Tevgera Azadiya Jin li Kurdistanê, pişta xwe dide felsefeya Rêber Apo ya komînal û demokratîk a serkaniya wê ew berxwedana dîrokî bi xwe ye.

Ji ber vê sedemê em dibêjin ku îro Star, Înanna, Tîamat û hemû xwedawendên Mezopotamya di kesayeta Zîlan, Şîlan, Bêrîtan û Bêrîvanan de tên temsîlkirin. Her wiha ew şerê ku Îştar û Tîamat li dijî koletiyê dest pê kirin berdewam e, baweriya min ew e wê berdewam bike bi hêvî û evîna serkeftinê. Her wiha ez dixwazim di dawiya vê gotarê de, wê xwedawenda pîroz bi çend rêzên helbestan bînim ser ziman, her çiqasî anîna wê ya ser ziman zahmet be jî.

  1. 3. 2009

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button