Di Wê Kêliya Navbera Jiyan û Mirinê De Hemû Bîranînên Min û Hezkirina Hemû Hevalan Dihat Bîra Min

Sala 2011‟ an; bi çirûskên Şoreşa Rojava re, weke gelek ciwanên Kurd min jî ciyê xwe di Ciwanên Şoreşger de digirt. Di destpêka avabûna YXK‟ ê de jî derbasî YXK‟ ê bûm. Weke YXK me li Helebê rêxistinbûna xwe ava dikir û taxên Kurdan diparastin. Bi aloziyên ku di sala 2011‟ an, li Suriyê çêbûn re; weke gelê Kurd me jî daxwaziya mafê xwe kir. Ji ber Heleb bajarek mezin bû, li wir hem alozî hem jî alîgirê gelek kesan hebûn. Ya herî giring jî hemû hêz û alîgir dijminê gelê Kurd bûn. Ji ber wan sedeman; li Helebê xwe parastin û xwe rêxistinkirin dibû erka herî sereke ya her kurdekî. Me jî li ser wî esasî bi awayek veşartî rêxistinbûna xwe ava dikir û gelê xwe diparast. Bi pêvajoya pêşdiket re; li Helebê her diçû di navbera me û rejîmê de jî alozî zêdetir dibûn. Hêzên rejîmê li behaneyekê digeriyan ku êrîşî taxên Kurdan bikin. Gelek alîgir û endamên wan yên îstîxbaratê bi şev û roj ji bo wê dixebitîn. Ji ber wan sedeman, em neçar bûn ku şiyar tevbigerin û xwe amade bikin. Heya dema şer destpêkir; me hem perwerde didît hem jî hêza xwe mezin dikir. 10‟ê Adara 2012‟ an; li Helebê aloziyek mezin derket. Çeteyên rejîmê êrîşî gel kirin. Bi êrîşê re gel rabû serhildanê. Dema serhildana gel li taxa Şêxmeqsûd mezin bû; hêzên rejîmê êrîş kirin. Hêzên rejîmê destpêkê dor li gel girtin. Li wir nûçegîhanek ku dixwaze dîmenan bikşîne dikeve talûkeyê. „Gulê Selmo‟ wexta wî nûçegîhanî di wê rewşê de dibîne, dixwaze wî xilas bike. Wexta Gulê Selmo ber bi nûçegîhan ve dibeze, hêzên rejîmê wê jî gulebaran dikin. Gulê Selmo di wê serhildanê de giran birîndar bû û piştî 3 rojan gihîşt şehadetê. Şehadeta Gulê Selmo di nav gelê Helebê de deng veda û bu yekemîn çirûska berxwedana Şoreşa Rojava. Şehadeta Gulê Selmo û serhildana 10‟ ê Adarê ji bo me li Helebê bibû xala dawî a bêdengiyê. Ew serhildan ji bo me jî, ji bo dijmin jî destpêka pêvajoyek nû bû. Ji xwe piştî wê serhildanê tiştek weke berê nema. Tevî rengê kolan û lîstokê zarokan, li Helebê her tişt guherî. Piştî wê serhildanê çeteyên rejîmê çawa derfetek herî biçûk didîtin, êrîş dikirin. Bi bersivdana êrîşên wan re cî cî di navbera me û çeteyên rejîmê de pevçûn diqewimîn. Lê êdî rerjîmê ferq kiribû ku weke berê nikare bikeve taxa Şêxmeqsûd. Heya 10‟ ê Adarê xebatên me veşartî dikirin êdî aşkere bibûn. Me weke ciwanên Helebê parastina taxê, dayik û bavên me jî jiyana hundirîn li gor şoreşek nû amade dikirin. Eşkere eşkere me li wir xweseriya xwe îlan kiribû û me nedihîşt yek kesê girêdayî rerjîmê û dijminê Kurdan bikeve taxê. Yên dixwestin bên jî rastî îradeya ciwanên Helebê dihatin. Yek ji şerê me ya giran a duyemîn li Helebê şerê „Ebu Arif bû‟. Di şerê Ebu Arif de piştî dijmin êrîşî taxên me kirin, em li hember dijmin sekinîn û me nehışt dijmin bikeve taxan. Herî zêde gel ji berxwedana me moral girt. Dema dijmin êrîş kir û me nehışt bikeve taxan; xebera kê bi pevçûnê çêbû daket qadan û hat ciyê bûyerê. Bi wî awayî di demek kin yê pevçûnê de gel weke lehiyê herikîbû qadan û cardin serhildan destpê kiribû. Dijmin wê demê xwest êrîşî gel jî bike lê me nehışt. Li wir pevçûn demek dirêj ajot. Di encama berxwedanê de li wir sê hevalên me bi qehremanî gihîştin şehadetê. Piştî şehadeta hevalan hêrs û kîna me gihîştibûn lutkeyê. Êdî me soz dabû; bihostek ji axa Şêxmeqsûd ji dijmin re nehêlin û her derê ji hêzên rejîmê û çeteyên wî paqij bikin. Şehîdên Ebu Arif bi wî awayî ji bo me bibûn wesîleya pêngavek nû a têkoşîn û berxwedanê. Her ku li Helebê berxwedan geş dibû; hêzên derdor jî em ewqas dixistin dorpêçê. Cebilxana me kêm bû. Ji ber wê dema em diketin pevçûnan me pir bi şiyarî cebilxana xwe bi kar dianî. Bi heman awayî hevalên di warê leşkerî û taktîkî de tecrûbeyên wan hebin jî kêm bûn. Em hemû hevalên ciwan bûn. Bîr û baweriya me xurt bû lê di wê rewşa dorpêçkirî de tenê bîr û bawerî têrê nedikir. Ji ber wê di her pevçûna em diketinê de kîjan hevalê/î di warê taktîkî û tecrûbeya şer de tiştek nû dîtiba ji me re jî digot. Bi wî awayî me di şer de xwe perwerde dikir û bi şer tecrûbe qezenc dikir. Di wê dorpêçê de yek ji çavkaniyên morala me jî dayik bûn. Piştî her pevçûnê dayikên Şêxmeqsûd dihatin û li dora me kom dibûn. Her dayikeke Şêxmeqsûd; bi çavê zarokên xwe li me temaşe dikir. Em zarokên hemû dayikan, hemû dayik jî dayikên me hevalan bûn. Li Helebê dijmin dixwest ku polîtîkaya „em bi tenê ne‟ bi me bide qebûl kirin. Ji bo wê pîsîkolojiyê li ser me bide çêkiririn, çi rê û rêbaz hebûn bi kar dianîn. Li wir her em diketin tengasiyê û di her dema me zehmetî dikişand de; teqez bûyerek diqewimî ku em karibin xwe li ser lingan bigrin. Yek ji wan bûyeran jî Şoreşa 19‟ ê Tîrmehê bû. Wê demê em di çeperan de bûn. Li dijî êrîşên rejîmê û çeteyên wan me amadekarî kiribûn lê hevalan negotibûn ku pêngavek wisa destpê dike. Me 19‟ ê Tîrmehê li kolanên Helebê, di çeperên parastinê de pêşwazî kir. Li tevahiya herema Cizîrê, Efrînê û Kobanê serhildan destpêkiribûn û şerên giran diqewimîn. Her ku hevalan wargehek ji dest rejîmê digirt, me li wir hêz û moral digirt û me fam dikir ku em ne bi tenê ne. Li herema Cizîrê, Efrînê û Kobanê; dijmin her roj zêdetir bi binketinê re rû bi rû dima. Wê binketina xwe jî li Helebê, li ser serê me vala dikir. Piştî dijmin nikarî li wan hereman tiştekî bike, êdî navnîşana dijmin, hêrs û kîna wî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû. Dijmin her roj êrîş dikir û her roj me ew neçarî paşvekişînê dikir. Herî dawî dema nikarî baregeh û noqteyên me yê kontrolê bigre, di 7‟ ê Îlonê de bi balafiran êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Dema balafiran dest bi topbaranê kir em li ber deriyê baregeha xwe rûniştibûn. Çend dayik jî hatibûn cem me û ji me re xwarin anîbûn. Dema top li erdê diketin weke kêr li laşê dayikan xistibin rengê wan spî û çavên wan tije hêsir bûn. Di cî de me 2 heval weke nobedar li baregehê hîştin û em jî bi dayikan re bezîn ciyê komkujiyê. Wexta em gihîştin ciyê bûyerê em çi bibînin; cilê zarokan, pêlavê dayikan û laşê wan yê bê rih li erdê bûn. Balafiran top avêtibûn kur, ew der wêran kiribûn. Dayikekê laşê zarokê xwe xistibû hemêza xwe, pêlîstoka zarokê xwe yê bi xwîn xistibû destê xwe û bênavber dilorand. Li kêlek wê dayikê bi çend metreyekê keçikek 12 salî li dayika xwe digeriya. Wê zarokê destê xwe xistibû nava toz û dumana xirabeyê. Ew zaroka li dayika xwe digeriya ji nîşkave qîj kir. Zarokê bi qîjînî digot: “werin dayika min ji bin xirabeyê derxin. Ka werin min dayika xwe dît. Hîna nemiriyî dayika min derxin.” Bi dengê zaroka 12 salî re em bezîn cem wê. Me alîkariya wê bloken duwar rakirin û dayika keçikê ji bin xirabeyê derxist. Ser, dest û lingê dayikê tev şikestibûn lê em kêfxweşbûn ku hîna jiyan dikir. Me yekser dayik danî ser betaniyekê, keça wî da kêlekê û ber bi nexweşxanê bi rê kir. Ji ber tesîra hêza teqînê gelek kes pekiyabûn derdor, gelek kes jî ji ber xaniyên derdor bi ser wan de hatibû, di bin xirabeyê de mabûn. Me hemû birîndar û Şehîdên di bin xirabeyê de jî rakirin û banî malbata wan kir. Di encama komkujiya ku ji aliyê rejîmê de hatibû pêkanîn de; 20 şehîd û 54 birîndarên me çêbibûn. Bi vê kiryara vehşiyane a rejîmê re nedibû ku em bêdeng bisekinin û komkujiyê bêbersiv bihêlin. Piştî bûyerê bi çend rojan; me pêngava tolhildana Şehîdên Eşrefiyê destpê kir. Em 25 heval beşdarî wê pêngavê dibûn. Di çarçoveya pêngavê de; me yê ciyên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di destê rejîmê de bûn rizgar bikira û çeteyên wan jî li wir biqewitandana. Di pêngavê de me çerxerêya 2 ya Eşrefiyê girt destê xwe û ber bi qereqola Eşrefiyê bi rê ketin. Me Qereqol jî di demek kin de bi dest xist. Êdî bi ciyên me girtibûn re; her diçû qad fireh dibû û pêdiviya hejmarek hîn zêde li ser me, xwe ferz dikir. Lê ji ber hejmara kêm û bê perwerdehiyê; hejmara me têrê nedikir ku em bikaribin wan ciyan bi qasî tê xwestin biparêzin. Me hem tengasiya çûyin û hatinê hem jî tengasiyê cebilxanê dikişand. Piştî me Qereqol girt, me 8 ciwanên ku nû tevlîbibûn weke nobedar danîn qereqolê û em bi pêş de çûn. Rojekê dema me amadekariya çalakiyek nû dikir hevalên nobedar li ser bêtêlê gotin: “heval ji qereqola me nû girtî dengê çekan tê.” Bi wê xeberê re tevî heval Ruksen; em çend heval ber bi qereqolê ve bi rê ketin. Dema em gihîştin ciyê pevçûnê; me dît ku dijmin heval dorpêç kirine. Ji bo em dorpêçê bişkînin, li wir em bi dijmin re ketin pevçûnê. Pevçûna li wir heya rojekê ajot. Me li derve, hevalên di hundir qereqolê de jî di çeperên xwe de, bi dijmin re şer dikirin. Piştî çend saetan êdî cebilxana me xilas dibû. Me dizanî ku cebilxana hevalên di dorpêçê de jî xilas dibe. Ji ber wê me teqwiye xwest. Lê mixabin hîna teqwiye negihîştibû me ku heval Ruksen birîndar bû. Heya teqwiye hat, me 2 hevalan heval Ruksen ji ciyê pevçûnê derxist, hevalêndin jî şerê li dijî rejîmê domandin. Piştî me heval Ruksen xist saxlemiyê em cardin vegeriyan ciyê pevçûnê. Me hinek cebilxane û çek jî bi xwe re biribûn. Dema em gihîştin hevalan me dît ku rewş her diçe xeter dibe. Ji ber wê me pilanek êrîşê yê xurt çêkir û bi hemû hêza xwe bi ser dijmin de çûn. Herî dawî di 24 saetan de me cardin qereqol xist destê xwe. Di encama pevçûna li wê derê de gelek leşkerên rejîmê hatibûn kuştin. Lê dema em ketin hundir qereqolê me kesek nedît. Dijmin cenazeyê hevalan û hevalên birîndar jî bi xwe re biribûn. Hevalên li qereqolê heya dawî li dijî êrîşên dijmin şer dikin. Tevî ku dijmin gelek caran banga teslîmbûnê li hevalan dike jî, her carê heval bi berxwedanê bersiv didin êrîşên dijmin. Hemû hevalên di qereqolê de heya digihîjin şehadete; li ber xwe didin û bi berxwedanê bersiv didin êrîşên dijmin. Li wir di encama pevçûnê de hinek heval şehîd dikevin. Piştî şehadeta hevalan, hevalêndin jî heya cebilxana wan xilas dibe şer dikin. Di encam de ji bo heval nekevin destê dijmin; bi xwe, xwe şehîd dixînin, hinek heval jî bi birîndarî dikevin dest dijmin. Piştî dijmin hevalên birîndar dîl digre; demek dirêj ji bo ew heval teslîm bibin îşkencê li wan dike û bi birînên wan dilîze. Lê tevî hemû îşkenceyan jî heval teslîm nabin. Hevalên birîndar herî dawî bi îşkenceyê tên şehîd xistin. Dema dijmin nikare wan hevalan teslîm bigre; tevî hevalên şehîd cenazeyê hevalêndin jî bi wesayitan ve dadileqîne û li tevahî kolanên Helebê digerîne. Dijmin ji bo hevalên me wiha dibêje: “binêrin me cenazeyê wan terorîstan çawa bi dest xistiye. Binêrin hêza me di çi astê de ye. Binêrin, li wan terorîst û kafiran binêrin. Binêrin û wan xweş bibînin. Bila ev dîmen ji we re jî bibe îbret û bizanibin, kî li dijî dewletê derkeve û bêje „ez serxwebûna xwe îlan dikim‟ emê wan bînin vî halî. Binêrin bila ev dîmen ji we re bibe ders.” Hinek kesan ew dîmen bi çav zindî zindî dîtibûn. Me jî dîmenê hevalan û dengê dijminê hov li ser înternetê dît û bihîst. Dema min li dîmenan û li wehşeta wan temaşe dikir, mûyê laşê min tev radibûn ser xwe. Min wate nedida ku Mirovek çawa dikare ewqas hov û bêvîjdan bibe. Min wate nedida ku Mirovek çawa dikare ewqas ji exlaqa civakê û ji rastiya mirovbûnê dûr bikeve. Wê bûyerê hêrs û kîna min a li beramberî rejîmê û çeteyên wê hîn zêdetir kir. Ger ku hêviyek heba ez ji wê rejîmê bawer bikim jî; piştî wê bûyerê tûne bibû. Bi wê bûyerê re cardin em rastî rûyê rast yê dewletê hatibûn. Li dijî wê hovîtiyê weke hemû ciwan û gelê Helebê min jî soz da ku wê hovîtiya wan bêbersiv nehêlim û tola wan hevalan hildim. Ji ber wê min xwe hîn xurtir tevlî kir û min hewilda ku hîn zêdetir xwe di felsefa Rêber APO de kûr bikim da ku karibim ji bîranîna wan şehîdan re bibim bersiv. Piştî heval Ruksen birîndar bû hevalekdin hat şûna wê. Şerê li Helebê jî her diçû girantir dibû. Ji ber wê, hevalan ji Efrînê gelek cebilxane û hevalên xwedî tecrûbe şandin. Êdî me bi awayek fermî pêngava li dijî rejîmê destpêkiribû. Wê demê Artêşa Azad jî dixwaze bi me re li dijî rejîmê şer bike. Piştî hevalan daxwaza wan qebûl kirin, em û Artêşa Azad bi hev re ketin pêngavê. Saet 11‟ ê şevê me bi hev re li ser malên çete û milîsên rejîmê yên li derdor taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê operasyon çêkirin. Me destpêkê ew ji ciyê nêzî xwe derxistin. Wexta bû sibeh dijmin jî ket tevgerê. Ji xwe me milîs û alîgirêna wan tev derxistibûn û ji ber wê dijmin pir rehet êrîş dikir. Serê sibehê destpêkê wan tangên xwe anîn li ciyê herî nêz bi cî kirin. Paşê jî tax tev dan ber topan. Hêzên rejîmê dîsa balafirên xwe rakiribûn û gelê sivîl topbaran dikirin. Ji ber topbaranê gel neçar dima ku malên xwe terk dikirin û koçber dibûn. Dema me gel wisa bi belengazî didît, agir bi dilê me diket. Her ku me gel di wî halî de didît hêrs û kîna me zêdetir dibû. Êdî kesî nedikarî pêşî li me bigre ku; em li dijî wan zalim û zordaran şer nekin. Hevalan ew germahiya me dizanîn û ji ber wê jî ji bo em xwe biparêzin yek bi yek em hemû heval şiyar dikirin. Em komek heval li Mexsela Cizîrê diman. Ji ber ciyek dewletê yê esasî li hemberî me bû, bi êrîşên dijmin re eniya pêş dibû ciyê me. Dema hevalên li aliyêndin êrîşî hêzên rejîmê kirin, dijmin yekser berê xwe da ciyê me. Ji ber me dizanî ku wê dijmin êrîşî me bike, me tedbîrên xwe girtibûn û çeperên xwe saxlem kiribûn. Li wir di navbera me û dijmin de pevçûnên giran qewimîn. Dijmin piştî bi êrîşê balafiran encam negirt; bi tangan êrîşî me kir. Li wir hevalek jin 2 tangên wan îmha kir. Cara yekem bû me li Helebê tangên dijmin îmha dikirin. Di topbaran û pevçûnan de gelek caran dijmin bi tangan êrîşî me kiribû. Ji ber wê dema tang hatin teqandin me hêzek mezin girt û baweriya me bi me hîn zêdetir bû. Bi teqandina tangan re dijmin ji hêza me tirsiyabû û ji ber wê bi hêzek hîn mezintir êrîşî me kir. Hêzên rejîmê weke her car dîsa dixwestin bi riya dorpêçkirinê me îmha bikin û ji ber wê jî li pişt me zivirîbûn û taxên pişt me tev girtibûn. Dijmin tevî tang û çekên xwe yê giran ketibû taxên di navbera me û hevalan de. Bi ketina dijmin ya wê taxa kêlek me re; hevalêndin jî ketibûn pevçûnê. Dijmin bi heman awayî êrîşî wan hevalan jî dikir. Ji ber giraniya êrîşan hevalan êdî nedikarîn parastina me bikin. Êdî dijmin ji du aliyan de êrîşî me dikir. Em jî hêdî hêdî diketin dorpêçê. Pevçûn bi pevçûn me dixwest heya heval dijmin ji kolana kêlekê derxin, em dijmin ji xwe dûr bigrin, lê dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî me dikir. Dema dijmin êrîş dikir, hevalêndin jî di nava hewildanê debûn ku me xilas bikin. Wê demê heval Zekerya dixwaze dorpêçê bişkîne. Dema heval Zekerya êrîşî dijmin kir, me hêviyek pir mezin girt. Me her digot wê heval gavek beriya gavekê werin me xilas bikin. Heval Zekerya heya demek dirêj li kolana kêlekê bi dijmin re dikeve pevçûnê. Dema heval li aliyêdin bi dijmin re şer dikirin, heval Zekerya jî li aliyê me bi tena serê xwe nîvî dorpêçê şikand. Heval Zekerya li aliyekê, me jî li aliyekê êrîşî dijmin kir. Me li wir dijmin tengav kiribû. Kêm mabû ku dijmin paşve vekişe ku di carekê de dengê çekan li aliyê heval Zekerya qut bû. wexta dengê çekan nehat me fam kir ku heval Zekerya şehîd ketiye. Piştî heval Zekerya şehit dikeve dijmin weke ku serkeftinek mezin bi dest xistibe; îcar bi hemû hêza xwe êrîşî me kir. Demek kin derbas bibû ku li aliyê me jî heval Gulan birîndar bû. Me nedikarî heval Gulan xilas bikin, ji ber wê hema li ciyê pevçûnê me birînên heval Gulan girêdan û da ber duwarekê bi ewle. Di wê pevçûnê de her ku diçû tehlîka me ya şehadetê zêde dibû. Êdî dijmin hêdî hêdî nêzî me dibû. Di navbera me û dijmin de tenê 20 metre mabûn. Hevalên li aliyêdin yê kolanê dizanîbûn ku heval Zekerya şehîd ketiye û heval Gulan jî birîndar bûye. Ji ber wê hemû giraniya xwe dan aliyê me; da ku me ji wir derxin. Herî dawî me ji aliyê xwe, hevalêndin jî ji aliyêdin yê kolanê de êrîş kirin. Bi wî awayî me di dawiyê de dorpêç şikand. Dema dorpêç hat şikenandin herî zêde heval Gulan kêfxweş bibû. Em jî herî zêde ji bo heval Gulan kêfxweş bûn. Heval Gulan ditirsiya ku bikeve dest dijmin, em jî ditirsiyan ku hevalan Gulan şehîd bikeve. Ji ber wê çawa dorpêç şikest heval Gulan got: “heval ka zû em di pencereya xanî de derkevin.” Li ser wê gotina heval Gulan me berê xwe da pencereya xanî û em ji wir derketin. Ez pir bi şehadeta heval Zekerya bandor bibûm, ji ber wê çawa gihîştim hevalan, min behsa heval Zekerya kir. Min hîna li Efrînê heval Zekerya nas dikir. Hevalek xwîngerm, bi coş û kelecan bû. Herî zêde jî di heval Zekerya de rihê hevaltiyê xurt bû. Ji xwe dema min şehadeta heval Zekerya ji hevalan pirsî jî hevalan gotin: “çawa bihîstiye ku hun di dorpêçê de mane ji me re got, „hun vir biparêzin ez jî diçim aliyêdin yê kolanê belkî ez karibim hevalan xilas bikim‟ û ber bi milê we de bi rê ket.” Heval Zekerya bi wî awayî bi kedê ku ji bo xilaskirina me dayî cardin girêdan û hezkirina xwe ya hevaltiyê nîşanî me dabû û di oxira wê de canê xwe feda kiribû. Dema em ji Mexsela Cizîrê vekişiyan, dijmin wan deran tev girt. Me li qada ortê a diket nêzî Mexsela cizîrê ala YPG‟ê daleqandibû. Dema dijmin ew der girtin ala me jî anîn xwarê û ala Surî bilind kirin. Dema me ala Surî li şûna ala xwe dît; em pir aciz bûn û me nedikarî wê rewşê qebûl bikin. Ji ber wê jî heval Êrîş; ez, heval Xemgîn û heval Cûdî bi şev şandin ku em ala Surî deynin û cardin ala xwe bilind bikin. Bi wî awayî çawa tarîtî ket erdê, me di nav goristanê re xwe gihand alê, ala Surî danî erdê û ala YPG‟ê daleqand. Bi roj dema hêzên rejîmê al dîtin, çûn cardin al anîn xwarê. Şevadin dîsa em çûn me al li wir daleqand û cardin bi roj dijmin ala me anî xwarê û ala xwe daleqand. Wê keşmekaşa me û al‟an heya demek dirêj bi wî awayî domand. Êdî min, heval Xemgîn û heval Cûdî erka al daleqandinê weke erkek rojane digirt dest û her êvarê beriya heval bêjin, em fêr bibûn me bi xwe, xwe amade dikir û em bi rê diketin. Şevekê dîsa em bi rêketibûn û em diçûn ala rejîmê bînin xwarê ku di nav goristanê de hinek kesên biyanî dîmen dikşandin. Goristan goristanek pir xweş bû. Xiristyanên heremê li goristana xwe tije gul û beybûn çandibûn. Dema wan kesên biyanî em dîtin; matmayî man û tu wate nedidan ku em li wir çi dikin. Piştî wan şoqa xwe derbas kir tercûmanê wan ku hîna di şoqê debû; “Heval hun vê nîvê şevê ji kur tên û diçin kur? Çi îşê we li nav vê goristanê heye? Ma hun Mesîhî‟ne?” “Em ne mesîhîne. Karê me heye. Riya me di vir re derbas dibe. Em ji bo karekî hatine û emê biçin.” Dema wan ew pirs kirin, min fam kir ew zêde me nas nakin û em nikarin wan wisa bi hêsanî bi çend gotinan îqna bikin. Ji ber wê min gulek ji gulên goristanê qut kir û xist namluyê çeka xwe. Dema min ew gul xist namluya çekê, îcar ew hîn zêdetir matmayî man. Cardin yê biyanî tiştek ji tercûman re got, li ser gotina wî kesî tercûman berê xwe da min û pirsî: “Te çima ew gul jêkir û bi serê namluyê çeka xwevekir?” Ji bo ez karibim wî îqna bikim min pêwîstî bi bersivdayinê dît. Ji ber wê min got: “Ez bawerim hun demeke li bajarê Helebê dimînin. Hun jî bi çavê xwe rewşê dibînin. Di heman demî de hun bi Şoreşa Rojava jî hesiyane. Niha belkî hun jî weke rejîmê ji me re dibêjin „Kurd terorîst in û axa Surî dagir dikin.‟ Lê rastiya ku hun dibînin ne bi vî awayî ye. Wata wê gula di serê namluya çeka min de aşitî ye. Yanî weke gelê Kurd em tucarî şer naxwazin lê dijminê me ji van gulan fam nake. Ji ber wê em neçar dimînin ku li şûna gulan fîşekan bavêjin dijmin.” Dema min wisa got kesê tercuman jî gotinên min werdigeran zimanê biyanî. Di wê kêliyê de hem kesê tercûman hem kesê biyanî matmayî mabûn. Lê di dawiyê de me karîbû xwe bi wan bidin fam kirin. Herî dawî beriya em ji cem wan biçin heval Cûdî bi rûyek li ken got: “hun wê ala rejîmê dibînin?” Li ser pirsa heval Cûdî yê tercûman got: “erê” Piştî bersiva tercûman heval Cûdî weke ku tiştek pir asayî bike got: “emê niha biçin wê alê ji wir rakin, ala xwe daleqînin û vegerin ciyê xwe.” Piştî gotina heval Cûdî me xatirê xwe ji wan xwest û em ber bi ciyê alê bi rê ketin. Weke her roj me di cî de al guhert û em cardin vegeriyan goristanê. Dema em gihîştin goristanê wan kesan hîna li me temaşe dikir. Diyar bû heya niha rastî wêrektiyek wisa nehatibûn. Li goristanê piştî me carekdin xatirê xwe ji wan xwest, em ber bi baregeha xwe bi rê ketin. Di demek kin de cardin hevalan êrîşî Mexsela Cizîrê kirin û ala me li wir sabît ma. Di wê pêvajoyê de tişta herî zêde moral da me jî avakirina tabûra Şehîdên Eşrefiyê bû. Me hemû hevalên Helebê ciyê xwe di wê tabûrê de girt. Hêza me her di çû li Helebê zêde dibû û piranî ciyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî di destê me de bû. bi wî awayî me gavekdin li dijî rejîmê davêt. Rejîma ku dixwest me ji Helebê derxe; me jî li dijî polîtîkayên wan tabûr avadikirin û li hemberî wan disekinîn. Êdî em xwedî hêzek mezin bûn û wê yeke jî em serbilind dikirin. Piştî tabûr hat avakirin bi demek jî me û Artêşa Azad bi hev re li dijî rejîmê şer dikir. Me bendên kontrolê ku ji bo parastinê danîbûn li ser hev dabeş kiribûn û bi hev re diparastin. Di gelek şer û pevçûnan de jî em bi hev re bûn. Cardin demek dirêj em di çeperan de mabûn û tevlî şer bibûn. Ji bo em bêhna xwe bistînin û kêmekî îstîrahet bikin; hevalan em şandibûn wargeha me ya esasî. Hinek komên Artêşa Azad jî nêzî me bûn. Artêşa Azad xwe wisa dida nîşandan ku li dijî rejîmê ye û ji bo azadiya gelê Suriyê şer dike. Li ser wî esasî dema hêza me jî derdikeve holê, şandeyek ji wan tê û bi hevalan re hevdîtin çêdikin. Em jî li ser esasî wê hevdîtinê û dostantiyê nêz dibûn. Di şer de gelek caran me bi birîndarên xwe re birîndarên wan jî rizgar kiribûn û me ew derman kiribûn. Dema em li wargehê di carekê de hevalan xeber şandin û gotin: “bila heval ji ciyê xwe dernekevin, bikevin întîşarê û çeperên xwe bigrin. Artêşa Azad pîvanên dostantiyê bin pê kirine û xiyanet li me kiriye.” Ji komên di nav Artêşa Azad de ciyê xwe digrin, cemaeta Xalit Heyanî ji nîşkave bi rejîmê re hevpeymanekê datîne. Li gor wê hevpeymanê wê di carekê de Artêşa Azad di hundir de bi komployekê li me bixe, hêza me a li Helebê bêtesîr bike û ciyên girtine jî, bi hev re di nava xwe de dabeş bikin. Ji ber wê jî Artêşa Azad destpêkê hin bendên kontrolê yên di destê me de digre. Hevalên li wir nobedar jî dîl digrin. Cardin xebatkarên nexweşxaneya girêdayî me jî dîl digrin. Di heman demî de derdor wargeha me jî dorpêç dikin. Em 25 heval li wargehê bûn. Bi xebera îxaneta Artêşa Azad re me li dijî wan çeper girt. Wê demê em hemû heval li taxan belav bûn û her yek ji me kolanek diparast. Ez û heval Xemgîn jî weke sekvan derbasî ciyên herî stratejîk bibûn. Şerê di navbera me û çeteyan de her diçû dijwar dibû. Min û şehîd Xemgîn geh li wê kolanê, geh li kolanadin şer dikir. Ji wana dema hinek diwestiyan hinekdin dihatin şûna wan, lê em heman heval bûn û em neçar bûn ku çeperên xwe biparêzin. Em Hîngî bêxew mabûn û westiyabûn, êdî taqeta me a bazdanê û meşê nemabû. Ez û heval Xemgîn jî bi şev û roj li ser xaniyan li ber qernasên xwe bûn. Em jî pir bêxew mabûn û westiyabûn. Şev û rojekê bênavber şer dewam kir. Bi wê bêhaliyê min xwest ku biçim ser avahiyekdin ku karibim kolanê baştir biparêzim. Dema ez ji şehîd Xemgîn qut bûm, di kêliya ez ketim kolanê de fîşeka sekvanek çeteyan hat û li lingê min ket. Bi tesîra fîşekê re ez yekser li devê kolanê ketim erdê. Piştî ez li erdê ketim jî çeteyan hîna fîşek li ser min dibarandin. Di wî halî de min bi zorî xwe xişikand ber duwarekê û dest bi pevçûnê kir. Ez demekî wisa li wir mam. Paşê heval Cemîl û Mazlum Şiyê hatin ez xilas kirim. Ji ber çeteyan nexweşxana me a Sekin Şebabî girtibûn hevalan ez birim wargehê û ciyê min saxlem kirin. 3 rojan ez bi wî awayî di wargehê de dirêjkirî mam. Heya 3 rojan şerê di navbera me û çeteyan de dewam kir. Di dawiya roja sêyemîn de hevalên me derdor tev ji çeteyan paqij kirin û gelek çeteyên Artêşa Azad jî bi dest girtibûn. Birîndariya min sivik bû lê ji ber bêdermaniyê kêm mabû lingê min were qut kirin. Piştî şer bi dawî bû, hevalan yekser ez birim nexweşxanê lê li wir jî nedikarîn tiştekî bikin. Herî dawî ji bo tiştek bi lingê min neyê, cardin ji bo em dîlgirtiyên di destê çeteyan de jî xilas bikin; hevalan; çeteyên ku dîl girtibûn cardin dan Artêşa Azad û wan jî xebatkarên me berdan. Cardin ji bo ez derbasî Efrînê bibim jî, hevalan bi çeteyan re hevdîtin çêkirin. Bi wî awayî ez derbasî Efrînê bûm. Li Efrînê piştî 10 mehên tedawiyê li ser îsrara hevalan, îcar ez wir derbasî tabûra Şehîd Zekerya bûm. Dema ez li Efrînê; hevalan pilansaziya pêngavek nû dikirin. Ew pêngav jî wê heya herema Til Rifhet dewam bikira. Destpêka pêngavê tevî min ji bo tevlîbûna pêngavê gelek îsrar kir jî ji ber hevalan digot; “tu hîna tam baş nebûyî” min nedişandin. Ji ber wê jî heya demek dirêj min li Efrînê kar û xebatên cur bi cur meşandin. Min dizanî heval Ruksen li herema Efrînê dimîne. Herî zêde min dixwest carekdin heval Ruksen bibînim. Ha îro ha sibe, ez timî li bendê dîtina heval Ruksen bûm. Lê mixabin di pevçûnek wî şerî de heval Ruksen şehîd ketibû. Li Efrînê li şûna dîtina wê ez çûm merasîma heval Ruksen. Herî dawî min heval Ruksen di tabûtê de dît. Heval Ruksen heya wê rojê timî bi sekin û hevaltiya xwe ji min re bibû mînak û min gelek taybetmendiyên wê ji bo xwe mînak digirtin. Piştî şehadeta heval Ruksen êdî min nedikarî li ciyê xwe bisekinim. Teqez pêwîst dikir ku ez cardin wegerim eniya şer lê hevalan nedihîştin. Piştî şehadeta heval Ruksen bi demekî dema ez tam başbûm; îcar ji bo tolhildana heval Ruksen min berê xwe da eniya şer. Li eniyê her fîşeka min davêt û her çeteye hov ku min dikuşt, destpêkê min digot; “ev ji bo tolhildana heval Ruksen” paşê min pê li tetîkê dikir. Piştî me li aliyê Idlibê hinek gund ji çeteyên El Nusra paqij kir, hevalan dest bi pêngava Şehba kirin. Em li gundek nêzî gundê Hirbilê diman. Şerê min yê wê carê bi çeteyên DAIŞ‟ê re bû. Heya wê demê ji hêzên rejîmê bigre heya El Nusra, min bi hemû çeteyan re şer kiribû lê li gor dihat gotin DAIŞ ji wan hîn hovtir bû. Ji ber wê min meraq dikir li bende bûm ku ezê kengê bi DAIŞ‟ ê re şer bikim. Yek jî DAIŞ‟ ê li Helebê tevî kurmamek min gelek Kurd bi saxî ser jê kiribûn. Dema min ew bûyer dibihîstin hîn zêdetir min hêrs û kîn digirt. Heya pêngava Şehba destpêkir em 10 mehan li ser girekî nêz gund ku jê re digotin Girê Hirbilê nobedarî û keşfa çeteyên DAIŞ‟ ê kir. Bi şev me kemîn datîna bi roj jî em vedigeriyan ciyê xwe. Di nava wan 10 mehan de her roj min ji xwe dipirsî ku; gelo emê kengî êrîşî wî gundî bikin û gund ji çeteyan paqij bikin? Di dawiyê de miraza dilê min pêkhatibû, pêngava Şehba destpêkiribû û min bi çeka BKC di êrîşa li ser gundê Hirbilê de ciyê xwe digirt. Me yê bi du qolan êrîşî gund bikira. Dijmin li derdor pir mayin çandibûn. Dema em bi rê ketin, qola yekemîn ku hîna negihîştibû gund di rê de rastî mayinan hatin. Mayinê çeteyan di hevalekî de teqiya û ew heval birîndar bû. Li ser wê hevalan pilansazî guhertin û me ji aliyê piştê ve êrîşî gund kir. Dema em ketin gund, ew DAIŞ‟ ê ku ewqas xwe mezin nîşan didan û me meraq dikir ku wan bi çav bibînin. Heya em gihîştin gund; li gund tenê 6 çete mabûn. Çeteyêndin tev çeperên xwe berdabûn û revîbûn. Ji ber wê me pir bi hêsanî gund ji çeteyan paqij kir. Heta ez dikarim bêjim, „me qet şer jî nekir.‟ Di pêngavê de heya em gihîştin gundên derdor bendava Şehba; gav bi gav em pêşde diçûn. Heya wê deme, me bi DAIŞ‟ ê re şer dikir lê niha çeteyên Derh – El Firat li pêşiya me bûn. Dema hevalan gotin, “ev çeperên çeteyên Derh – El Firat in” ez bi xwe xwe keniyam û min di dilê xwe de got; “tenê ev ji min kêm bû. Min tenê bi van çeteyan re şer nekiriye. Îcar ezê bi wan re jî şer bikim.” Li gundê em lê diman de, di navbera ciyê me û ciyê çeteyên Derh – El Firat de mesafeyek kin hebû. Piştî me gund girt êdî li Şehba êrîşên Artêşa Tirk destpê kir. Di encama êrîşên li gundek Şehba de bi balafirên Tirkan 8 hevalên Cephet El Ekrad şehîd ketibûn. Bi wê êrîşê re me dizanî ku êdî em li wir raste rast bi dewleta Tirk a dagîrker re şer dikin û çeteyên Derh – El Firat jî girêdayî wan in. Gundê em lê diman; dijmin bê navber ew gund topbaran dikir. Di nava du rojên em çûbûn gund de topbarana dijmin nesekinî. Me li hember topbaranê tedbîra xwe girtibû. Ji ber wê topbaran ne di xema me de bû. Piştî 2 rojan dema topbarana dijmin rawestiya, me ji bo pevçûnê çeperên xwe girtin. Li gor pilansaziyê hemû hevalan di pişt xendeka ku me amadekiribû de çeperên xwe girtin, min jî di hundir xaniya herî bilind de çepera xwe girt. Xaniyê ez tê de bûm, xaniyek ji kevir hatibû çêkirin û duwarê wê saxlem bû. Min nedikarî di hundir duwarê xanî de kunan vekim ku karibim di hundir wan kunan de şer bikim. Ji ber wê ji neçarî min çeka xwe di quncikek şibaka xanî de derdixist û şer dikir. Rojê çeteyên DAIŞ û Derh – El Firat bi hev re êrîşî çend gundan kirin. Bi êrîşa dijmin re di hemû eniyan de şer dijwar bibû. Dijmin di heman demê de êrîşî gundê em lêbûn jî kir. Li wir piştî demek kin ya pevçûnê; dijmin neçar ma ku paşvekişiya û cardin bi çekên giran êrîş kir. Dema dijmin kêmek dûr ket, çeteyan dest bi avêtina tangê kirin. Dema dijmin tang davêt hîna çete direviyan û bi temamî dûr neketibûn. Beriya ew bi temamî dûr bikevin, min dixwest ku derbeyekdin li wan bixim. Ji ber wê min bi BKC‟ yê bênavber fîşek li wan direşandin. Di kêliya reva dijmin de min ji wan çetan hinek kuştin û hinek jî birîndar kirin. Bi wê pevçûnê re ji ber ez pir li ciyê xwe mabûm êdî ciyê min jî eşkere bibû. Piştî dijmin kêmekdin dûr ket, hîna ez difikirîm ku xwe ji pencerê dûr bikim ku dijmin tangê navêje min. Di wê kêliyê de zingîniyek mezin ji guhê min hat ku dikir perda guhê min biteqe. Dema min xwest ku rabim ne çavê min vedibûn, ne jî min dikarî şerê xwe rakim. Wê kêliyê ez tirsiyam ku birîndar bubim û ji ber wê min destê xwe bir serê xwe, paşê jî min destê xwe da çavên xwe. Dema min destê xwe da ser û çavên xwe, destên min tev şil bûn. Wê demê min zanî ku ez ji serê xwe birîndar bûme. Heya min ferq kir ez birîndar bûme; heval hatibûn cem min û li ber serê min rûniştibûn. Di wê navberê de dijmin cardin dest bi topbaranê kiribû. Min qîr dikir ku heval neyên cem min lê heval di ciyê xwe de nedisekinîn û ger min hîştibaya; wê hemû heval li ser serê min kom bûban. Bi topbaranê re şewat derketibû. Êdî dijmin dizanî li cem me hinek tişt diqewimin û tiştek bi hinekan hatiye. Ji ber wê hem êrîşên xwe dijwar kirin, hem jî hewil da ku riya em biçin cem hevalan bigre. Dema ez birîndar bûm ji bo şehîd nekevim 4 hevalan ez biribûm xaniyek piştê, hevalêndin jî hemû bi dijmin re di pevçûnê de bûn. Dema heval Sîpan Ereb dibihîse ku ez birîndar bûme, çepera xwe dihêle û dibêje îla ezê biçim heval Sîpan xilas bikim. Heval Sîpan hîna ji dûr de bi Erebî digot; “ez nahêlim tu şehîd bikevî. Ezê niha werim te li pişta xwe bikim û ji vir derxim.” Dema min dengê heval Sîpan wisa bihîst ez jî tirsiyam ku tiştek bi wî were û ji ber wê di cî de min got: “heval Sîpan neye. Birîna min sivike. Ji xwe heval li cem minin.” Bi wî awayî min bi zorî heval Sîpan ji şehadetê xilas kir û min nehişt bê cem min. Ji ber xwîna zêde a ji laşê min diçû, her ku dem li ser birîndariya min re derbas dibû ez ji taqet diketim û bêhal dibûm. Êdî ez hatibûm wê astê ku min digot: “ezê şehîd bikevim.” Ji ber dijwariya pevçûnan ez difikirîm ku belkî heya demek dirêj jî heval nikaribin min xilas bikin. Êdî min bi xwe ji xwe re digbot; “wextê gotina dawî hat!” Tevî hemû bêtaqetî û bêhaliya xwe jî min cara dawî hemû hêza xwe kom kir û tenê min karî bêjim; “heval dema ez şehîd ketim hemû hevalan û malbata min silav bikin. Ez bawer dikim ku zarokên pêşerojê di welatek azad û aram de jiyan bikin.” Dema min wisa got heval Ebdoyê Ereb ku ji destpêka birîndariyê de li ber serê min bû her li ber serê min diçû û dihat; wî jî weke hemû hevalan dixwest riyekê bibîne ku min ji wir derxin. Di wê kêliyê de heval Baran hêdî hêdî bêyî birînên min biêşîne, bi paçekî xwîna li ser rûyê min paqij dikir. Ew destê hêdî hêdî bi ser rûyê min de diçû û dihat; di wê kêliya di navbera jiyan û mirinê de hemû bîranînên min û hezkirina hemû hevalan dixist bîra min. Wê jî dihîşt ku ez li ber xwe bidim û nehêlim zû bi zû mirin were rihê min teslîm bigre. Ez her li ser hişê xwe diçûm û dihatim ser hişê xwe. Herî dawî tê bîra min ku dengê wesayitê hat û hevalekî serê min danî ser çongên xwe. Dema ez bi xwe hesiyam; ez li Helebê bûm û 8 roj bi ser birîndariya min re derbas bibûn. Di nexweşxanê de em 5 hevalên ji serê xwe birîndar li cem hev bûn. Me her 5 hevalan jî nedikarî rûyê hev bibînin. Her ku bêhna me teng dibû, me bi destê hev digirt. Bi wî awayî me hêz û moral dida hev. Ez demek dirêj piştî nexweşxana Helebê cardin vegeriyam Efrînê. Piştî 2 mehan hêdî hêdî min bi çavê rastê cardin heval didîtin.

SÎPAN AMED

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button