GELÊ HEREMÊ TEV Dİ BENDEWARÎYA HATİNA HEVALAN DE BÛ

Di sala 2011’de; bi amadekariyên Şoreşê re weke ciwanên Rojava me rêxistinkirina xwe didomand û me dixwest ku hemû ciwanên Rojava tevlî Şoreşê bikin. kelecana Şoreşê li aliyekê, dîtina hevalan û raste raste bi destê hevalan perwerde kirin û fêrbûna jiyanê kelecanek pir mezin dida me. Bi wê kelecanê re çi kar dihat pêşiya me, me bi cî dianî. Di wê pêvajoyê de tek tûk heval dihatin Efrînê. Me weke ciwanên Efrînê heval di mala xwe de diweşartin û gelek caran jî dema heval diwestiyan, me li şûna wan jî nobet digirt. Çawa hevalan tesîr li ser me dikir, bi heman awayî tevahî şêniyên Efrînê jî tesîr dibûn û hemêza xwe ji hevalan re vedikirin. YXK û paşê jî YPG li ser wan bingehên hezkirin û girêdanê hatin damezirandin. Bi avabûna YXK’ê re bûyerek di Efrînê deng veda. Digotin, “heval Çekdar bi destê malbatek sîxurê MÎT’ê hatiye şehîd kirin. ” Wê bûyerê tesîrek mezin li ser me çêkir. Me îxaneta di hundirê Kurdan de nedipejirand û me nedikarî wate bidin wê îxanetê. Di dilê me de ciyê pejirandina wê îxanetê nînbû. Ew malbata heval Çekdar şehîd dixîne, ji heval Çekdar re dibêjin; “hinek pirsgirêkên me yê malbatî hene, em dixwazin tu bakımser bikî.” Heval Çekdar li ser wê esasê diçe mala wan, lê mixabin dema heval Çekdar diçe wir; iki arsak hovane tê şehîd xistin. Eee! Bi destpêka Şoreşê re li kêlek qehremantî û fedakariya gelê Efrînê, îxanetê jî xwe dabû der. Kelecana Şoreşê çiqasî em kêfxweş kiribin jî, wê îxanetê jî em ewqas êşandin. Tevî ku hevalan tola heval Çekdar hildan û ew kesê komploger kuştin jî dilê me hênik nedibû. Her îxanetê pêwîst dikir ji wê îxanetê re jî em bersivek xurt bidin. Hewce bû ku li Efrînê jî li dijî îxanetê berxwedan û şoreş bi ser bikeve. Weke ciwanên Efrînê em wisa difikirîn. Ji bo bersiva li dijî wê îxanetê jî me biryara tevlîbûnê da. Bi kelecana me ji Şoreşê jî girtibû, em 13 ciwanên Efrînê beşdarî nava refên azadiyê bûn. Bi tevlîbûna me re piştî perwerde û amadekariyek xurt; me cardin berê xwe da eniyan. Êdî em yek bi yek şoreşgerên axa xwe û pêsengê gel bûn. Lewra barê me hem giran, hem bi rûmet bû. Dema em tevlî şer bûn, pêvajo pêvajoyek pir giran bû. Li her derê axa Rojava şerên germ diqewimîn. Bi wan şer û pevçûnan re hem qehremantiyên mezin hem jî îxanet derdiket holê. Şengal û Rabîa mînakên ber bi çav yê wê qehremantî û wê îxanetê bûn. Wargeha min a destpêkê ya şerê parastina axê; Rabîa û xeta Şengalê bû. Dema em çûn Rabia; hevalan nû korîdora di navbera Şengal û Rojava de vekiribûn. Bi heman awayî ciyên ku pêşmergeyên PDK’ê li Rabîa berdabûn jî girtibûn û nehîştibûn ku DAIŞ bikeve wir. Lê ew tenê bi berdan û revê têr nebibûn û dema derketibûn hemû mal û mulkê şêniyên Rabîa jî talan kiribûn û bi xwe re biribûn. Haftalık gelek caran PDK’ê ciyê xwe berdabû û parastina namûs û şerefa Kurdan ji me re hîştibû. Ji ber wê jî nedibû em dev şeref şeref û namûsa xwe berdin. Em heya dawiyê amadebûn ku xwedî nirx û rûmeta xwe derbikevin. Kolanên Rabîa heya demekê bêdeng bûn. Gelek caran, di gelek ciyên Rabîa de em û çûkên ezmanan tenê bûn. Dema gel xwe bêparastin hîs dike, li dijî zulma DAIŞ’ê neçar dimîne warê xwe terk bike û koçber bibe. Her ku di bêdengiyê de em bi wê rastiyê re rû bi rû diman, agir bi kezeba me diket. Her dem bi dîtina dîmenê îxanetê, koçberiyê û dîtina rastiya Kurd a du alî dilê me diêşand. Di wan kêliyan de mirin ne di xema me de bû. Berovajî wê li hemberî rastiya li Şengal, Rabîa û herema derdor hatibû jiyîn; mirin erka herî pîroz û bi rûmet bû. Mirin nîşaneya berxwedan û qehremantiyê bû. Di wan kêliyan de mirin zindîkirina cewherê Kurdê berxwedêr bû û me jî riya rûmetê hilbijartibû. Ji ber wê di çeperan de em serbilind bûn. Herî zêde jî ji ber em jin bûn û me li dijî koletiyê şer dikir, em bi hêz û serfiraz bûn. Bi dagirkirina Şengalê û komkûjiya li ser gel ne tenê ez, hemû hevalên min, tevahî gelê Kurd û gelên heremê ji zilm û zoriya DAIŞ’ê bêzar bibûn. Ji ber wê me berê xwe dida kur û di her devera dihat rizgar kirin de gelê wir em bi kêfxweşî û dilgermiyek mezin pêşwazî dikirin. Her me kêfxweşiya di çavê şêniyên herema rizgarkirî de didît, em hîn bêtir diketin ferqa hebûna xwe. Di sala 2015’an de; êdî her kes ketibû ferqa hovîtiya çeteyên hov û her kes di bendewariya hatina hevalan de bû. Hatina hevalan li wê derê û di wê kêliyê de; zayîna şewqa rojê bû. Hevalan lingê xwe davêtin kur, li wê derê tarîtiyê koç dikir û ronahî derdiket. Hevalan lingê xwe davêtin kur, li wê derê jiyan destpê dikir. Bi wê hêvî, bîr û baweriyê li Kobanê êrîşa tinekirinê a DAIŞ û hevkarên wan dewleta Tirk şikestibû û Kobanê gav bi gav ber bi rizgariyê ve diçû. Di encama şer û berxwedana bi mehan de Kobanê; li tevahî cîhanê weke „Kelha Berxwedanê” hatibû bi nav kirin. Ji bo me jî Kobanê bi warê tevahî maneviyat û hêza berxwedanê. Her ku li Kobanê heval pêş de diçûn û serkeftin bi dest dixistin me jî hêz digirt. Bi serkeftina Kobanê re me jî ji bo pêngavên nû xwe amade dikir. Pêwîst dikir ku em alîkarî bidin Kobanê û kantonên Cizîr û Kobanê bigihîjînin hev. Korîdora di navbera her du kantonan de vekirin demek dirêj bû di rojeva me de bû. Lê erdnigariyek mezin û fireh li pêşiya me bû ku di destê DAIŞ’ê de bû. Çeteyan gelek ciyên ji wê erdnîgariyê jî hafta biryargeha xwe bi kar dianîn. Lewra ji bo em heremê ji çeteyên hov paqij bikin ku cardin şêniyên Kurd, Ereb, Asûrî û Sûriyanî vegerin warê xwe, têkoşînek mezin û xwedî vîn pêwîst dikir. Demek ki dirêj bu em li benda wê pêngavê bûn. Tevgera ku em amade dikirin di aliyekê de jî pilanên rizgarkirina heremê saz dikir. Hevalan bi civînekê pilansaziya pêngavê ji me re gotin, di heman demê de rê, rêbaz û taktîk jî nîşanî me dan. Li gor pilansaziya pêngavê; me yê di destpêka pêngavê de tola Şehîdên Til Hemîsê stendiba. Weke tabûr em jî tevlî wê pêngavê dibûn. Tola Şehîdên Til Hemîsê di dilê me hemû hevalan de bibû kul. Bu, benim için bir şanstır. Hemû hevalên tabûrê; em bi wê bîr û baweriyê ketin rê. Li derdora Til Hemîs li hemû gundên em çûnê de, em rastî şopa hevalên şehîd dihatin. Li her gundî me hîs dikir ku em cardin wan bibînin. Her em nêzî Til Hemîs dibûn, rûyê hevalan hîn zelaltir dihat ber çavê me. Her me gundek rizgar dikir, me heman acizî û bêzariya li hemberî DAIŞ’ê di çavê şêniyên wan gundan de jî didît. Demek ki dirêj bû me hêviya tola şehîdan û serkeftinê, wan jî hêviya xilasiyê di dilê xwe de dihewand. Di tevahî rojên pêvajoya pêngava Til Hemîs de, gotina Rêber APO a dibêje: “hêvî ji serkeftinê bi rûmeire” di guhê me de dikir zînge zing. Bi wê hêvî û baweriyê piştî demek ji dûr ve xanî û cadeyên Til Hemîsê xuya kirin. Dema me bajar ji dûrve dît; me bi xwe jî nedizanî ku em çend hestan bi hev re dijîn. Geh em dikeniyan, geh em xemgîn bûn. Carna jî me kelecanên pir mezin jiyan dikirin. Lê li wir rastiyek tenê hebû. Soza tolhildanê û pêk anîna xeyalên şehîdan! Soza tolhildanê û pêk anîna xeyalên hevalên me, em her kêlî zêdetir nêzî serkeftinê dikirin. Li dijî wê serkeftinê dijmin dîn û har bibû. Ew dijminê aham şaham ketibû Til Hemîsê, ji tirsa; çongê wîsiya. Dema dijmin wê rastiya xwe ferq dikir ji bo xwe xilas bike weke marê reş xwe bi wir û wir ve dida. Wexta dijmin nikarî li pêşiya pêşketina bana bir herema Til Hemîsê bibe kelem, wê carê berê xwe da Til Temir. Dijmin dixwest li Til Temir komkujiyan çêbike. Me êrîşî Til Hemîs, dijmin jî êrîşî Til Temir dikir. Hafta hêza teqwiye ji bo em komkujiyê bisekinînin, komekê ji tabûra me jî çeperên xwe dewrî tabûrêndin kirin û berê xwe da Til Temir. Ji ber em Tabûra bitevger bûn, me weke hêza teqwiyê ciyê xwe di pêngavê de digirt. Li gor pilansazî û erka ketibû ser milê me, li kuderê êrîş giran ban em diçûn wir û me li hemberî dijmin çeper digirtin. Ji ber wê dema ku li Til Temir şer giran bû; me berê xwe da gundê Til Nasir a Til Temir. Heya em gihîştin gund, heval bi dijminre ketibûn pevçûnê û xetek parastinê çêkiribûn. Dema em çûn, em jî bi hevalan re derbasî çeperan bûn. Heya demek dirêj nêzî 5 rojan ne dijmin ji heremê derket ne jî me çeperên xwe terikandin. Li wir her kêlî îhtîmala êrîşê û şehadetê hebû. Em jî dijmin jî di ferqa wê de bûn, ji ber wê me her du aliyan jî tedbîra xwe digirt û xwe li gor hemû şert û mercan amade dikir. Duwarên malên gundiyên Til Nasir piranî balta bûn. Saxlemiya duwaran avantajek ji me re çê dikir. Lê ewş ji bo dijmin jî avantaj bû. Di wir de em û dijmin di gelek mijaran de xwediyê heman avantajlaran bûn. Yê dima di warê taktîkî de gunhertin û veguhertin dana avakirin û xuliqkarî pêşxistin bû. Di gundê Til Nasir de duwarê malekê hem çepera me hem jî çepera çeteyan bû. Di rewşên bi wî uzaktaî de di navbera me de herî zêde 2 metre yan jî 3 metre diman. Kê lez kiriba ew bi ser diket û ew çeper diket destê wê/î. Bi wî uzaktaî carna me çeperên wan carna jî wan çeperên me digirtin. Di pevçûnan de ji ber dijwariya êrîşan carna me li şûna çekan bi bomban şer dikir. Ew li pişt duwar em li pişt duwar; çawa deng dihat, me bombe davêtin. Bi tesîra bombeyan carna qijînî bi wan diket, digotin birîndarên me hene. Carna jî direwiyan û ciyê xwe berdidan. Ji bo demên wisa û ji bo bêtesîrkirina sekvanên dijmin, li kêlek pencereyan; ben eynik danîbûn. Di gelek êrîşan de dema me di eynikê de didît ew direvin, em diketin çeperên wan. Di wî şerî de dijmin qaşo taktîkek nû jî pêşxistibû. Ji bo ku dema em di kêlek duwaran re derbas bibin mayinên wan di me de biteqin; dijmin mayinên bi şiklê bombeyan dixistin turikan û bi duwar de dadileqandin. Kî destê xwe avêtiba wan mayinan tê de diteqiya. Rojekê dema me êrîşî wan kir û em ketin çeperên wan, me ew taktîkê wan ferq kir. Piştî çeteyan ciyê xwe berda em ketin çeperên wan û me mal tev kontrol kir. Pevçûna di navbera me û wan de didomî. Em nû ketibûn çepera wan û me dixwest xwe bi cî bikin ku hevalê Mayincî bi kelecan û şiyariyek mezin var: “heval, heval!” Dema me deng bihîst, me ji dengê wî fam kir ku tiştek heye. Ji ber wê me hemûyan bi baldarî li wî temaşe kir ku çi dîtiye û dixwaze çi bêje. “Heval şiyar bin kes destê xwe nede vê turika bi duwar ve.” Dema heval wisa bana hemû hevalên di çeperê de bi hev re var: “Çima heval?” “Heval di vê turikê de tuzlu heye. Meze bikin dijmin çend bombe bi qutiyek TNT re xistine turikê. Kî wê turikê ji duwar veke wê ew mayin biteqin.” Dema heval wisa var wê carê me hemû hevalan bi hev re li wê turikê temaşe kir. Tiştê heval digot di cî de bû. Ji ber wê bêyî em dest bidin xefikê me çeperên xwe girtin. Hîna demek pir kin derbas bibû ku me ew çeper girtibûn. Her kêlî îhtîmal hebû ku bombeyek bikeve hundir û bi tesîra wê bombeyê re mayin biteqe. Dema me ew talûkeya mayinê dît, ji bo di avêtina bombeyan de ew tuzlu di me de neteqe, me biryar girt ku piştî pevçûnek dem kin wê çeperê berdin. Li ser wê biryarê me demek kin di wê çeperê de şer kir. Dema dijmin dest bi bombe avêtinê ji kir, îcar me çeper berda û em ketin çeperên xwe yên berê. Dema em hemû heval bi saxlemî gihîştin çepera xwe, îjar me dest bi pevçûnê kir. Di wê navberê de dijmin onun bombası davêtin û dixwest duwarê li pêşiya me birûxê. Ez bawer dikim herî dawî bombeyên dijmin xilas dibe û yek diçe destê xwe dide wî turikî ku di carekê de bi gurmîniyek mezin re toz û duman ji xanî rabû. Bi toz û dumanê re fermandarê koma me bi ken: “hey mala minê. xefika danîbûn bi xwe ketinê. Bîra ji bo me kolabûn bi xwe tê de fetisîn.” Dema heval wisa bana fam kir ku ew xefik teqiyaye aldı. Cara yekem bû ku ez di mesafeyek ewqas nêz de bi dijmin re diketim pevçûnê. Ji ber wê min dixwest ku hemû hêrs û kîna xwe vala bikim. Di heman demê de min kelecanek mezin jî jiyan dikir. Herî zêde jî ji ber min bi dijminê ku digot: “ger ez bi destê jinan werim kuştin naçim bihuştê” re şer dikir ez kêfxweş bûm. Ji ber min li hemberî mirovên wisa bê rêz şer dikir ez di heman demê de serbilind bûm. Di gund de me hevalên jin ji xwe re kiribû adet; di her çepera ez diçûmê de jî li gor adeta ben; dema dijmin dihat nêzî me, me destpêkê tilîlî dikişand û paşê fîşek davêt. Pê re jî min henekê xwe dikir. Carna jî min bi henekî ji hevalan re digot “heval! ka hun bisekinin ezê tilîliyekê bikşînim û fîşekan bireşînim ser wan. Ji xwe çeteyên dengê tilîliyên min û dengê fîşekan bibihîsin, bi tilîliyê min re wê bêjin, „wele em naçin bihuştê ger em werin kuştin jî emê biçin dojehê.’ Wisa ez nahêlim çeteyek nêzî we.” Dema min wisa digot hemû heval bi min dikeniyan û digotin, “heval heya dawiyê pêşiya te vekirî ye.” 5 rojên me yê li Til Nasir bi wî awayî derbas bû. Di encama 5 rojan de bi dehan kuştiyên dijmin çê bibû. Ji tabûra me jî 12 heval birîndar bibûn. Di roja pêncemîn de hevalan gotin “li milê Serêkaniyê şer giran dibe û hevalan dest bi êrîşek nû kirine. Pêwîste tabûra we jî biçe Serêkaniyê.” Li ser wî esasî em derbasî herema Serêkaniyê bûn. Li gor pilansaziyê; me yê êrîşî gundên derdorî Mebrûka bikira. Li ser esasê girtina wan gundan piştî bêhnvedanek kin em ketin tevgerê. Di gundan de dijmin taktîkê xwe guhertibû. Ji bo dema em ketin gundan rehawetê jiyan bikin û dev ji xwe berdin; dijmin malên destpêkê vala dikir, li nîvê gund û dawiya gund de çeper digirtin. Hevalên beriya me di êrîşên gundên derdor de ciyê xwe girtibûn wê taktîka wan ferq kiribûn. Ji ber wê dema pilansaziya çalakiyê ji me re gotin, hevalan bi taybetî em di wê mijarê de şiyar kirin. Li gor pêşketina pêngavê; hevalan paqijkirina gundên derdor spartibûn tabûra me. Me jî taksim taksim pilansaziya xwe li gor êrîş û parastina gundên derdorê çêkiribû. Piştî civînek kin ji aliyê rêveberiya tabûrêve hati çêkirin; em taksimek heval ber bi gundek nêz Mebrûka bi rê ketin. Dema em ketin gund; weke ku hevalan gotibûn, destpêka gund hatibû vala kirin. Piştî me malên destpêkê kontrol kirin, bi dizîka me xwe di wan malan de bi cî kir. Kele kela germa nîvro bu. Ji ber em di germahiyê de meşiyabûn, laşê me tev di nava xwêdanê de mabû. Lêvên me ziwa bibûn û em gelekî tî bibûn. Lê neçar bû ku bêyî bêhnvedan em bimeşin. Yek bi yek piştî me mal kontrol kirin, em gihîştin çeperên destpêkê yê çeteyan. Em hêdîka û bi dizî pêş de diçûn. Dema em dimeşiyan me nedihîşt dengek yan jî xiştîniyek derkeve. Wexta em nêzî dijmin bun berpirsyarê koma me bi destê xwe îşaret kir ku em bêdeng bimeşin û çeperan bigrin. Hafta heval gotî, em cardin bi dizîka meşiyan û me çeperên xwe girtin. Dema em gihîştin çeperan, hinek çeteyan xwe dirêj kiribû, hinekan jî xwarin dixwar. Nobedarê wan jî serê xwe danîbû ser çeka xwe û di xewre çûbû. Belavebûna çeteyan di çeperên pêşî de ji bo me avantajek mezin bû. Berovajî taktîkên wan, bana dijmin di xefletê de girtibû û em neketibûn xefika wan. Piştî hemû hevalan ciyê xwe girtin û xwe ji bo pevçûnê amadekirin, me dest bi êrîşê kir. Bi derbaskirina şoqa destpêkê re dijmin jî dest bi parastinê kir. Pevçûna ku saet 12′ ê nîvro destpê kiribû heya 7′ ê êvarê ajot. Dijmin çeperên xwe saxlem kiribû û nedixwest gund berde. Ji ber wê em neçar bûn ku tedbîra xwe bigrin û xwe biparêzin. Lê di dawiyê de me dijmin neçarî paşvekişînê kir. Piştî vekişîna dijmin êdî dora kom kirina cebilaxa dijmin hatibû. Di encama pevçûnên gelek giran ên li wî gundî, dijmin cebilaxana, hemûtî û birîndarên xwe li gund hîştibû. Me jî bi tedbîr hêdî hêdî ew cebilxane kom kirin. Dema me mal kontrol dikirin û cebilxane kom dikirin tîma me rastî çend cenazeyên çeteyan hat. Ji belavebûna porê wan û gemara laşê wan mirov fam dikir ku ew çeteyên cîhan haftası hovan nas dike di halek perîşan dane û çand û exlaqa civakê dane aliyekê. Wê kêliyê fikrek ecêb hat hişê min. Min li bê armanciya wan temaşe dikir û min heyfa xwe bi wan dianî. Gelo wan mirovan ji bo çi şer dikir û ji bo xatirê kîjan nirxê singê xwe dabûn ber fîşekan? Wê pirsê di tevahî quncikên mêjiyê min de xwe digerand. Tenê nêrînek dihat bira min; ji bo bihuştê şer dikirin! Erê ew mirov ji bo biçin bihuştê şer dikirin û dixwestin kêliyek beriya kêliyekê bimrin. Lê mixabin ew çete ewqas nezan bûn ku nedizanîn bihuşta lê digerin ev ax ku niha li ser jiyan dikin. Wan ji bo xatirê çûna bihuştê şer dikir lê çûna wan jî bi temamî di destê hevalek jin de bû. Wexta min bersiva pirsên xwe dît, min hîn zêdetir hêrs û kîn girt. Wê kêliyê min dîsa berê xwe da çeteyên mirî û min got: “Înşallah hun bi fîşeka hevalek jin miribin û ji dûr de jî çavê we bihuştê nekeve.” Êdî ew cenaze bê xwedî bûn. Pêwîst bû em cenazesi veşêrin ku bêhn nedin. Ji ber wê me komek hevalan cenaze veşartin û li benda pilansaziya rizgariya gundekdin adam. Onun gundê ku me rizgar dikir haftasında; di wî gundî de jî jin û zarok li dora me hevalên jin, xort û mêrên gund jî tev li dora hevalên xort kom bûn. Jinan behsa êşên xwe dikirin. Ya herî balkêş jî ew bû; di gund de jinên çav bihêsir li şûna xwe bispêrin zilaman, hêviya xwe kiribûn YPJ û jinên YPJ’yî û ji bo xwe hafta hêza rizgariyê didîtin. Gelek jinên ji ber tepisandina toreyên civakê û ji ber zilma DAIŞ’ê çavên wan hatibûn girêdan û koletî ji bo xwe weke bakımnûs didîtin; bi dîtina jinên YPJ’yî re di nava şoqek mezin de bûn û hêza jina şerker ji wan re weke pêkhatina mucîzeyekê dihat. Li wî gundî em demek kin adam. Paşê ji bo operasyonê cardin em ketin rê. Di pêngava Şehid Rûbar Qamişlo de yek ji rawestgeha me ya esasî û stratejîk jî Siluk û derdora wê bû. Me ji 4 aliyan ve êrîşî Silukê kir. Li gor pilana operasyonê me yê destpêkê kom bi kom gundên derdorê bigirta. Komekê jî êrîşî Silukê bi xwe bikira. Piştî civînê; dema em belav bûn şûnde bi çend roja, me gelek hevalan li eniya Silukê cardin hev û din dît lê hinek heval nînbûn. Em hemû heval ditirsiyan bejin ku “ew heval li kure?” Çavên me gelek hevalan li benda dîtina hinek hevalan bû lê mixabin ew heval ne li wir bûn. Me dizanî birîndarî û şehadet jî rastiyek şer e. Lê ji ber hevalên me perçeyên ji kezeba me bûn, em ditirsiyan di derbarê wan de agahiyên bi êş bibihîsin. Di dawiyê de em neçar man ku hevalên xwe bipirsin. Wexta me navê hevalan dida û me digot “ka ew heval?” xemgîniyek kûr diket dilê hevalan. Hevalan yan digotin “ew heval li filan ciyî şehîd ket” yan jî digot “ew heval li filan ciyî birîndar bû.” Dijmin li derdorê Silukê ji pevçûnê zêdetir bi Havan û wesayitên bombebarkirî şer dikir. Lê di wê taktîkê de jî negihîştibûn armanca xwe. Li hember Havanan me tedbîrên parastinê digirtin. Bi wî awayî me topbarana çeteyan vala derdixist. Gelek wesayit û motorsîkletên bombebarkirî ku bi ser me de dişandin jî, bêyî bigihîjin hedefê, me diteqandin. Lê hinek caran jî me nedikarî li pêşiya hatina wan bibin asteng. Di demên wisa de me xwe dixist xendekên me çêkiribûn de. Di şerê Siluk û derdora wê de jî bi tesîra wan teqînan, hinek hevalên ku em di civîna operasyonê de bi hev re bûn yan şehîd ketibûn yan jî birîndar bibûn. Ji bo em Silukê rizgar nekin çi ji destê dijmin dihat dikir. Lê me carekê soza rizgariya heremê dabû. Ji ber we; çi dibe bila bibe pêwîst bû em soza xwe bi cî bînin. Em weke tabûr bibûn du beş. Her beşek li gundekî nêz Silukê dima. Tabûrêndin jî ketibûn Silukê. Bi wî uzaktaî me derdora Silukê dorpêç kiribû. Çeteyên di hundir de diman jî hêdî hêdî dihatin îmha kirin. Bi dorpêçkirina Silukê re dijmin jî ji bo dorpêçê bişkîne ketibû nava hewildanê. Di wî şerî de jî dijmin weke onun arabası xwe di nav malê gundiyan de veşartibû. Gelek kesên nexwestibûn wan di malên xwe de bi cî bikin jî qetil kiribûn. Bi wî uzaktaî dijmin çavê gelê Silukê tirsandibû. Di wir de dijmin ji bo darbe li me bixe, xwe weke gundiyek Silukê nîşan dida. Ji ber wê jî di bin navê ew gundî ne de, dijmin gelek caran êrîşî me dikir. Rojekê li gund hevalan agahî dan ku cardin çar çete di bin navê gundiyên heremê de dixwazin êrîşî gundê em lê bikin. Hevalan var; “dema ew wesayit nêzî we bû lêbixin, ew dijmin e.” Dema me ew agahî girt, em ketin tevgerê. Bendên kontrolê ku me danîbûn, me hîn xurtir kirin. Her wiha me BKC û B7 jî bi awayek li ser cadê hakîm, bi cî kirin. Agahiya hatibû rast bû. Piştî agahiyê bi demek kin wesayitek ber bi milê me de dihat. Hevalê nobedar bi qîr: “heval çeperên xwe bigrin wesayit tê.” Wexta nobedar xeber da me, hevalan bi çekên giran li wesayitê xistin. li wir dijmin demek kin bi me re şer kir. Di encama wê pevçûnê de çeteyek di wesayitê de hat kuştin, yên din jî hîna dixwestin birevin û xwe xilas bikin. Beriya ku ew birevin em çar heval, bi awayek ku em karibin di rewşek lezgîn de hev biparêzin, çûn pêşiya wesayitê. Ez û hevalek çûn pêşiya wan, du hevalan jî timî parastina me dikir. Çawa em gihîştin ber wesayitê, 3 çeteyên hîna saxlem bûn û xwe teslîm kirin. Destpêkê me sê çeteyên di wesayitê de ji wesayitê derxistin. Duv re me wesayit bi giştî kontrol kir. Paşê me ew kes girtin. Beriya em wan bibin wargeha xwe, min parastina hevalê xort kir ku ew wan kontrol bisikleti. Hevalê xort li ser îhtîmala mayinan û êrîşa întîharî yek bi yek ew kontrol kirin. Dema em gihîştin cem hevalan, hevalan beriya her tiştî av dan wan. Paşê jî xwarin dan wan. Bêyî em wan biêşînin yan jî em îşkenceyekê li wan bikin, ben ew pêşwazî kirin. Herî zêde jî ji ber wan exlaq û çanda me nas nedikir, me dixwest ew bi çavên xwe nêzîkatî û çanda me bibînin. Piştî me ew çete dîl girtin dijmin bê navber cardin gund dida ber Havanan. Me ew çete xistibûn çepera herî saxlem û nobedarek dabû kêlek wan. Çeteyên me wan dîl girtibûn, ji wê nêzîkatiya me pir tesîr bibûn. Di gelek nîqaşên bi wan re wan bi xwe digot: “me hun bi vî awayî nas nedikirin. Hun ji me re weke mirovên hov dabûn nasandin lê tiştê em pê re rû bi rû man ne wisa ye. Hun ji xwe zêdetir me diparêzin û ji xwe zêdetir li me temaşe dikin. Ben hun gelek şaş naskirine.” Ew çete herî zêde ji hevalên jin tesîr bibûn. Em sê hevalên jin di çeperekê de bûn. Beriya heval wan çetan ji gel bana bibin; ji ber dijwariya topbaranê hevalan ew anîn cem me. Di çeperê de hevalek jin nobeta wan, me jî nobeta derdor digirt. Îhtîmal hebû ku di bin topbaranê de dijmin veşartî bikeve gund. Ji ber wê pêwîst bû em pir şiyar bin. Ji ber em êdî fêrî topên havanê bibûn, ne di xema me de bû. Ew xwînsariya me hêz dida wan çetan jî. Dema dijmin bi havanan em topbaran dikirin, demek dirêj me nikarî derkevin derveyî çeperan. Êdî em westiyabûn. Ji bo westandina me derbas bibe hevalan çay çêkiribûn. Me jî destpêkê ji her çeteyekî re kaseyek çay tije kir, paşê jî me çay vexwar. Me hîna çay vedixwar ku di carekê de em di nava toz û dumanê de man. Di wê kêliyê de guleyek havanê li duwarê çeperê ket û di aliyêdin yê duwar re derket. Çete beriya xwe biparêzin yekî mani û onun digotu; “ji bo xwedê heval xwe biparêzin.” dirêj li wê heremê di çeperan de man demek. Piştî Siluk û derdora wê şapka rizgar kirin ji bo em bêhn bistînin û xwe ji bo pêngavekdin amade bikin; hevalan em şandin gundên quntara Çiyayê Evdil Ezîz. Piştî hevalan Çiyayê Evdil Ezîz girtin dijmin her roj êrîş dikir û li ser riyên dihatin Evdil Ezîz kemîn davêtin. Dema tabûr hat Evdil Ezîz, me jî di eniya wir de ciyê xwe girt û li gor rewşa wir xwe bi cî kir. Hevalan parastina gundeki kirin erka beni. Bibû sê roj ku em di wî gundî de bûn. Şeva êyemîn ez s meme bûm ku dijmin êrîş kir. Bana dijmin ji dûr de ferq kir. Piştî me teqez kir ku reşahiyên ber bi aliyê me de tên dijmine, min pêşî fermandarê tabûrê paşê jî hemû heval ji xewê şiyar kirin û me çepera xwe girt. Li wir heya derengiya şevê di navbera me û dijmin de pevçûn derket. Me taktîkên Gerîla dimeşand. Dema dijmin tam nêz bu me dest bi pevçûnê kir. Dijmin demdirêj nikarî li ber xwe bide û di cî de paşve vekişiya. Lê niyeta me nînbû em wan wisa bi hêsanî berdin û bihêlin. Me li ser lingan pilansaziyek çêkir û em ji piştê ve li wan zivirîn. Dema em gihîştin ciyê kemînê, dijmin jî paşve vedikişiya. Wan wisa hesab dikir ku me dev ji wan berdaye ji ber wê rehet dihatin. Bi wî uzaktaî ew hatin û ketin kemîna me. Me li wir jî li dijmin xist. Di encama pevçûnê de ji dijmin gelek çete hatibûn kuştin û birîndar kirin. Em pênc heval çûbûn kemînê. Li ciyê kemînê hevalê fermandarê tabûrê var; “em bi pey çetan bikevin û birîndarên wan bi dest bigrin.” Dema wî hevalî wisa var; wê kêliyê hîsek pir ecêb ketibû dilê min. Min li destên me temaşe kirin, onun yek ji me 2 bombe û qilêşên me bi me re bûn. Rast! Birîndarên wan li erdê bûn û kesek li kêlek wan xuya nedikir. Lê îhtîmal hebû çeteyên birîndar jî fîşekan bireşînin û li jor birîndaran jî girek biçûk hebû. Beriya em biçin êrîşa wan birîndaran jî pêwîst bû em wî girî bixin hesabê. Ji ber gumanên min hebûn, min ji wî hevalî re var: “heval şaş fam neke, ez natirsim. Ger ez bizanibim em li ser wan hakîmin ezê biçim onun sê birîndaran jî bi dest bigrim û werim. Lê şikê min heye ku çeteyan li ser gir xwe bi cî kiribin û kemîn danîbin. Yek jî belkî ew çeteyên birîndar jî li me bixin.” Bi wî awayî min xwest hevalan îqna bikim. Bi gotina min re hevalê fermandara tabûrê dema li gir nêrî, hîna difikirî em çibikin ku hevalên pişt me di bêtêlê de gotin; “15 çeteyan li pêşiya we li ser gir kemîn daniye.” Bi agahiya hevalan reew heval di şoqê de mabû. Piştî heval agahî bihîst, dema me pilansaziya xwe çêkir hat kêlek min û bi meraq bi meraq got; “Heval Îvana?” Dema wî banî min kir, min bi xwe ji xwe re var, “wî hevalî xêre, wê çi ji min bipirse?” Ez jî pê re ketibûn şoqê ku çi ji min bipirse. Min bi xwe ji xwe var, ka ez bersiva wi bidim. Li ser wê fikrê min jî var: “keremke heval” “Heval Îvana, tu xwedê bêje te çawa dizanî dijmin li wir heye?” Dema wî ev pirs kir, min nû fam kir çima wisa bi meraq bi meraq hatiye kêlek min û di nava wê qire cirê de pirsan ji min dike. Min jî nedixwest hîn zêdetir wî di meraqê de bihêlim. Lê ez kêfxweş jî bibûm ku em neketibûn kemîna dijmin û hîna sax bûn. Di wê kêliyê de ez jî ji wî hevalî xerabtir bibûm û Hîngî xewa min dihat kêm mabû li ciyê keşfe di xew re biçim. Ji bo xewa min û hevalê kêlek min bireve, min dixwest henekê xwe pê bikim. Min jî bi ken var: “Heval tu ji van tiştan fam nakî, em jin in, hîsên me xurtin, tu nikarî wate bidiyê.” Wexta min wisa var, mêjiyê wî hîn zêdetir tevlîhev bibû û ji ber tesîra pevçûnê û bezê nedikarî zêde bifikire. Diyar bu xewa wî jî dihat. Min dixwest xewa wî birevînim ji bo em karibin kemîna dijmin saxlem derbas bikin. Min dixwest ez kêmekî bela xwe lê bidim ji ber wê min var; “Dizanî heval. Hîsên me xurt in. Em ji çanda xwedawendan tên. Beriya tiştek biqwime hinek tên agahî beni yaptı.” Hêdî hêdî em nêzî serê sibehê dibûn. Wê kêliyê di navbera henek û rastiyê de me keşfa xwe kiribû û ji bo meşê amade bûn. Ger em hinekdin derenk bimana, emê ketiban dorpêçê û bi îhtîmalek mezin dijmin bi me bihesiya. Ji ber wê em rabûn û bi rê ketin. Çawa me xwe quliband pişt gir, dijmin bi me hesiya û fîşek li me reşandin. Di wê pevçûnê de 15 çek bi hev re li ser me dişûxilîn. Beriya em bikevin Evdil Ezîz, dijmin li gelek ciyan mayin çandibûn. Ji bo em pê li mayinan nekin, neçar me pir dîqet dikir. Kêm mabû em bigihîjin noqtê lê hîngî em bezîbûn û me xwe avêtibû erdê laşê me diêşiya û hilke hilk bi me ketibû. Bi tesîra bazdanê re xîzexîz bi singê me ketibû û bi zorî me bêhn dida û disstand. Em hîna dibeziyan û hîna mermî li serê me re dihatin û li ber lingê me diketin. Dijmin di mesafeya dûr de dev ji qilêşan berdabû û bi BKC û doçkayê êrîş dikir. Dema fîşek disekinîn em dibeziyan, dema wan fîşek davên jî me xwe li erdê dirêj dikir. Di kêliya em dibezîn de carekê hevalekî ji nîşkave û bi nalîn var; “Ayyy Hevaaal” Me wata wê dengê dizanî. Bi bihîstina dengê re em hemû li pişt xwe zivirîn. Hevalek me birindar bibû. Yekser bêyî em dem wenda bikin du heval ketin bin milê heval, me jî cebilxana wan rakir û em cardin bezîn. Dema em gihîştin hevalan, hemû heval di çeperan de li benda me bûn. Me bi alîkariyê hevalan birîna hevalê birîndar girêda û şand nexweşxanê. Li Çiyayê Evdil Ezîz carna dijmin êrîşî me dikir. Lê ji bo em pîsîkolojiya wan xira bikin heya demek dirêj me her roj li ciyekî yek suîkast dikir yan jî li koşekê me fîşek li çeperên wan direşandin. Bi wî awayî me tu carî nedihîşt pevçûna di navbera me û çeteyan de bisekine. Piştî demekê; êdî wextê derxistina dijmin ji wir jî hatibû. Ji bo herem bi temamî ji çeteyan paqijkirin pêwîstî bi pêngavek nû hebû idi. Bi hatina payizê re, bi pengavek nû, wê tevahî herema derdor ji çeteyan hatiba paqij kirin. Wê carê hedef bajaroka Hol’ê û herema derdora wê bû. Bi pêngava Holê re em jî dijmin jî, diketin merheleyek nû. Haftada onu pengavê di pêngava Holê de jî hevalan pilansaziya pêngavê bi civînek berfireh ji me re vegotin. Beriya pêngavê dijmin ewqas propagandası Holê dikir ku me digot em tu carî nikarin bigihîjin Holê. Dijmin wir kiribû yek ji navendên xwe û herî zêde ticareta xwe li ser holê dida meşandin. Ji ber we; girtina Holê ji bo me jî xwedî ciyek stratejîk û girîng bû. Civîna ji me re hatî li dar xistin jî li ser wê esasê bû. Piştî civînê dema me amadekariyên xwe xilas kirin; em ber bi Holê bi rê ketin. Bi bihîstina xebera pêngavê re hîsek ecêb ketibû dilê min. Di tevahî şer û pevçûnên heya wê rojê tiştek bi min nehatibû lê hîsek ketibû dilê min ku di pêngava Holê de tiştek bi min vardı. Min digot teqez ezê şehîd bikevim. Ji ber wê min bi çavê dawî li her tiştê temaşe dikir. Min dikir û nedikir jiyana hevalan û li nêrandina wan têr nedibûm. Hafta ku ez wesiyetên xwe bihêlim, min rojekê deftera xwe girt destê xwe û bîranînên xwe tev nivîsîn. Hevalên li cem min ew rewşa min ferq kiribûn. Hevalekê rojekê ji min pirsî ku çima ez di wan rojên dawî de pir hestyar bûme û bi baldarî li hevalan û jiyanê temaşe dikim. Min bi wê hevalê re hestên xwe parve kirin. Lê weke em li hemberî hestê gelek hevalan bêdeng mabûn, ew heval jî li hemberî hestên min bêdeng ma. Ji ber şer bû; hîsê şehadet û birîndariyê di dilê me hemûyan de hebû û ew rê kengî û li kur derketiba pêşiya me nediyar bû. Wê di pêngava Holê de tabûra me ji aliyê Hesekê ve êrîşî gundên pêşiya Holê bikira. Hedefa bana bir destpêkê; paqijkirina gundên derdor Holê bûn. Em du hevalên jin jî bi komek hevalên xort re diçûn gundek nêz Holê. Beriya ez biçim pêngavê; min cilên xwe yê nû, pêlava yê nû li xwe kirin û kefiya koçerî ku min nû bi destê xwe çêkiribû da serê xwe. Beriya em bi rê bikevin jî dema me amadekariya xatirxwestinê dikir; hevalan porê me jî kir kezî. Bi wî uzaktaî ez û hevala Destan, em bi rê ketin. Ew gundê me êrîş bikira xwedî ciyek stratejîk bû. Gund bi xwe gundek mezin bu. Ji ber wê me yê pir şiyar û bi parastin êrîşî gund bikira. Di nava komê de jî di kêliya êrîşê de weke kom em bibûn du beş. Beşekê mal bi mal êrîş dikir, beşekê jî parastina koma êrîşê dikir. Me mal bi mal êrîş dikir. Di kêliya êrîşê de ez û heval Destan timî li ba hev bûn û kêliyekê jî ji hev qut nedibûn. Di demek kin de me êrîşî gund kiribû û em bi dijmin re ketibûn pevçûnê. Me çeper bi çeper û mal bi mal gund ji çeteyan paqij dikir. Lê ji bo gund ji dest dijmin neçe, çi ji destê çeteyên gund û yên derdorê dihat, dikirin. Dijmin bi hemû hêza xwe ketibû hewildana parastina gund. Di wan kêliyên ku dijmin teqwiye xwestibû de me nîvî gund xistibû bin serweriya xwe û hevalan çekên giran jî xistibûn gund. Bi wî awayî me jî, dijmin jî parastina xwe xurt kiribû. Ez li ser banê xaniyekê bûm. Ji dûr de motorsîkletek tije teqemenî ber bi çeperên me de dihat. Dema min ew motorsîklet dît; min qîr kir ku heval pêbihesin û em wî hîna di dûr de biteqînin. Her diçû ew motorsîklet nêzî me dibû. Tevî şiyariyê hevalan jî min bala xwe dabû ser motorsîkletê ku xwe nêzî hevalan neke. Di wê dema ku me bala xwe dabû ser motorsîkletê û hevalan; sekvanên dijmin jî li ser banê xaniya hemberî me xwe bi cî kiribû lê ez pê nehesiyabûm. Heya me mudaxeleyî motorsîkletê kir û ew bêtesîr kir, ez demek dirêj pê re mijûl bûm. Hîna min bêhna xwe nestendibû ku tiştek weke derziyê di lingê min re çû. Min destpêkê guhê xwe nedayê û cardin bala xwe da derdor û pevçûna xwe domand. Ji ber dengê fîşekên li nêz min diketin; min tiştek hîs nedikir. Lê cardin tiştek weke derziyê di lingê min yê din re çû. Her ku çû tesîra şewatê zêde bû û di carekê de lingê min dest bi êşê kir. Ji ber êşê min destê xwe da lingê xwe û lê temaşe kir. Wexta min li lingê xwe yê rastê mêzand hemû xwîn bibû, min di carekê de li lingê xwe yê çepê temaşe kir xwîn ji wê lingê min jî dihat. Lê rewşa lingê min yê rastê nebaş bû û birîn mezin bû. Min nedixwest di wê pevçûnê de hevalan bi xwe re bidim mijûl kirin. Ji ber wê min kefiya xwe ya koçerî ji serê xwe danî û li birîna lingê rastê girêda. Piştre min xwest rabim ser xwe û banî hevalên kêlek xwe bikim ku bêjim birîndar bûme lê çawa ez rabûm lingê min di bin min de ma. Min nikarî ez bimeşim. Wexta min nikarî bimeşim; bi xwînsarî min banî heval Destan û heval Cesûr kir. Di navbera me her sê hevalan de tenê torbeyên axê hebûn. Herî zêde em sê meter dûrî hev bûn. Ji ber wê dema min got ez birîndar bûme yekser heval bezîn cem min. Heval Destan li wir bi min re mijûl dibû, heval Cesûr jî bi dijmin re ketibû nava pevçûnê ku bal bikişîne ser xwe ku heya heval min derxin. Dema ez li erde; carekê heval Cesûr jî ber bi milê me de bezî. Dema min lê mêzand ez tirsiyam ku ew jî birîndar bûbe. Ji ber wê hîna heval Cesûr negihîştî me, min jê pirsî; “çi buye?” Bêhna heval Cesûr diçû û dihat. Bi kelecan var: “Heval Îvana çeka min sekinî. Ez bawerim xira buye.” Dema heval Cesûr wisa got min di cî de dest da çeka xwe û min got: “Heval Cesûr ka çeka min bigre bila çeka te jî li cem min bimîne.” Çawa min çeka xwe da heval Cesûr, heval Cesûr dîsa bezî pêşiya dijmin û şerê xwe domand. Wê kêliyê ez pir bi şans bûm ku hevalên min li cem min bun û di cî de ez rakirim. Wê rewşê hişt ku; hîn zêdetir hevaltî li ber dilê min şêrîn bibe, lê mixabim heval ketibûn bin milê min û ez ji eniya şer dûr diketim. Ya herî zora min diçû jî hevala li kêlek min tenê dima. Dema ez ketim wesayitê; me destê hev girt lê me nikarî tiştekî bêjin. Bi giraniya şer re hemû hestên me di dilê me de mabûn û me nikarîbû bi hev re parve bikin. Piştî pêngavê; tevî heval Destan hevalên koma me tev hatin cem min lê heval Cesûr ne di nav wan de bû. Piştî min çeka xwe dabû heval Cesûr, heval Cesûr heya demek dirêj jî li wir bi çeka min şer dike. Bi wê çeka min çend gundêndin jî rizgar dike û herî dawî bi qehremanî şehîd dikeve û Heval wê çekê didin hevalek ji tabûrê. Bi bihîstina şehadeta heval Cesûr re ez pir tesîr bibûm. Li nexweşxanê heval Destan li ber serê min rûniştibû û bi destê min girtibû. Hestên min di dilê min de mabûn û min nedikarî tenê hiştina hevalan li eniyê bipejirînim. Ji ber wê min li wê nêrî û min bi hestyarî var: “heval ez rexnedana xwe didim ku neçar mam te û hevalên kêlek te di eniyê de tenê bihêlim…” Wê demê hemû heval bi hev re keniyan. Hevalekî ji nav wan var: “Heval tiştek nabe tu li nexweşxanêyî lê çeka te di destê hevalên li eniya şer de ye. Ew heval şûna te jî li hemberî çeteyên hov û xwînxwar şer dikin.” “heval ez rexnedana xwe didim ku neçar mam te û hevalên kêlek te di eniyê de tenê bihêlim…” Wê demê hemû heval bi hev re keniyan. Hevalekî ji nav wan var: “Heval tiştek nabe tu li nexweşxanêyî lê çeka te di destê hevalên li eniya şer de ye. Ew heval şûna te jî li hemberî çeteyên hov û xwînxwar şer dikin.” “heval ez rexnedana xwe didim ku neçar mam te û hevalên kêlek te di eniyê de tenê bihêlim…” Wê demê hemû heval bi hev re keniyan. Hevalekî ji nav wan var: “Heval tiştek nabe tu li nexweşxanêyî lê çeka te di destê hevalên li eniya şer de ye. Ew heval şûna te jî li hemberî çeteyên hov û xwînxwar şer dikin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button