Kêliyên Ku Berxwedaniyê Re Hatine Nekişandin

Wate û girîngiya her rojekî bi civakê re, gel re bi kêlî bi kelî ketiye dîrokî û têkoşîna wî tê dayîn. Rojekî wek 1’ ê Gûlan’ ê ji bo jiyanek azad biafirîne, jiyanekî bi jinê re li ser esasê hevjiyana azad ava bike, civakek ekolojik, demokratik li ser esasê azadiya jinê ava bike têkoşiya ye di serî de li Rêber Apo pîroz dikin û hemû cihanê bi taybetî di wî jiyanê de yê ku kar û xebat dide meşandin, ji bo jiyanekî aramî be têkoşîn dikin pîroz dikin.

Ji bo rojên xweş û baş, jiyanekî keyfxweşî û ji bo jiyan kirin xweş bibe pir têkoşîn hatiye dayîn û serhildan hatine çêkirin. Pir caran xwîn hatiye rijandin, şehadet hatine jiyan kirin lê kes gavek paş de xwe nekişandiye , berxwedani hertim berdewam kiriye. Dema mirov dîrokê binêhêrê ev berxwedanî , têkoşîn pir xweş û vekîrî xûya dike. Her berxwedanî, serî rakirin, neqebûl kirin xwe re astengiya derxistiye, pir kesên ku ango pergalên ku tên meşandin hemberî wan kesan, hemberî, fikrê azad û fikrê têkoşer sekinîne lê tu car encam negirtine. Mirovên kedkar û karker yê ku ji bo azadî û ji bo kedê xwe serî radike bertekên pir tund re rû bi rû hatine lê tu car sekinandin çênebû ye. Hertim astengiyan re rû bi rû mane lê dawî ya wan hertim ala serkeftinê rakirin bûye. Çawa 1977 Taksîm’ê 44 mirov tên qetil kirin ango 1986’ an 4 mirovên ku ji bo tenê jiyanek aramî, jiyanek ku bi keda mirovahi re were nas kirin serî rakirine û têdikoşiyan hatine darve kirin lê ev tişt tu car çavê mirovahiyê ne tirsandiye berovajiyê wî hertim hiştiye ku kin û acizbûyîna gel hin zêde bibe û serî rabikin.

Bûyerên ku dîrokî de hatiye qewimandin ango zilma ku roja îro de jî tên kirin hevdû ne dûre û ne jî qût e. Em nikarin dîrok û roja me yê îro hevdû cûda bikin. Dîrokekî ku bi xwîna mirovahî re hatiye nivisandin û bi keda mirovên azadixwaz we hatiye nekişandin îro jî kedên salanê, berxwedanvanên dîrokî re xwe zindî dike û zilm û zordarî qebûl nake. Bi rastî jî bûyerên ku hatine qewimandin û hin ji tên jiyan kirin, kevalekî pir bi êşe ji ber ku tiştên ku tên xwastin ne ku dervayê exlaq û çanda mirovahiyê ye ne ku mirovahiyê ye holê radike. Xwestekên ku tenê şert û mercên jiyanê û kar û xebatê ku tên kirin bi kedê mirovahi re dewlenmed bibe ango jiyanek komûnal, hevpar, jiyanekî wekhev û bi dad êrîşên cur bi cur li ser gel hatiye meşandin.

Jiyanekî hevpar, wekhev, kominal jiyanekî li ser esasê jiyanekî azad e. Jiyanek azad xwestin û di nav jiyanê de jiyana xwe bi xwe bi meşandin û rêpîvan û rêzika jiyanê bi xwe diyar kirin mafê mirovahiyê ye. Lê hertim ji bo mafê xweyê esasî êrîş û qirkirinê re ji rû bi rû hatiye. Yê ku gunehbar bûye  gelê ku mafê xwe geriya ye bûye. Bi rastî yê ku ked daye, kar û xebat daye meşandin, bi neynokê xwere jiyan ava dike, xwêdan dirêjîne kedkar û xebatkarin lê belê yê ku gef dixwe ji disa kedkar û karkerin.

Rojek wisa bi wate rojekî ku roja kedkar û karkerane bi rastî mirov destpêkê wî rojê gerek diyarî dayika bike ji ber ku dayîk di kêliyê jiyanê de hertim jiyan  ava kiriye û afirandiye. Yê ku jiyan xweş û geş kiriye dayîkên, yê ku di wî jiyanê de êş û zilm kişandiye û li hemberî wî hertim serkefti bûye dayîkên, yê ku bi destê xwe zarokê xwe mezin kiriye û civak ava kiriye û disa bi destê xwe zarokê xwe xistiye di nava axê sar disa dayikên. Ji ber wî bi taybetî gerek em wî jorê diyarî dayikan re bikin. Di roja me ya îro de jî yê ku civak re pêşengî kiriye disa dayîk bûne. Minakê wî ber bi çav e, ev jî Leyla Gûven e. Leyla Gûven bû hêma berxwedaniyê, hêma jina berxweder û hêma kedkaran. Dayika Leyla bû dayika giştî cihanê û bi tenê serê xwe giştî cihan xist di nav tevgerê de. Dayika Leyla tenê zarokê xwe û neviyê xwe ne fikirî, bi fikrandina giştî re bîr û baweriya xwe, sekna jina berxweder, sekna jina jiyanek azad dixwaze dil û mêjiyê gel xwe bi cîh kir. Ji ber wî jî di serî de roja 1’ ê Gûlan’ ê Rêber Apo, şehîdên şoreşê, dayikan û hemû kedkar û karkeran pîroz dikin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button