Jina serhildêr û hevrêya gaziyên şer: Leyla Agirî

Di nav Tevgera Azadiyê de bi hezaran qehremanên li ser jiyana wan destan tên nivîsandin hene. Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî jî ji wan têkoşeran e. Jina serhildêr û hevrêya gaziyên şer şehîd Leyla ji bo azadiya jin û Kurdistanê bi salan bêrawestan têkoşîn û berxwedan meşand.
Leyla Agirî Hezîrana 2020’an di encama bombardûmana dewleta Tirk de şehîd bû. Şehadeta wê bandoreke giran li hevrêyên wê û gel kir. Bû yek ji pêşengên mînak a têkoşîn û jiyana bi esîl a jiyana xwe diyarî azadiya jinan û gelan kir.
Yek ji wan mirovên bi kûrahî têgihiştî ku berxwedana herî mezin israra di kesayetiya jina azad de ye. Ev yek fêm kir û ev rastî bêqisûr bi cih anî. Leyla jineke serhildêr, wêrek û dilxwaza azadiyê bû. Heval û hevrêyeke jidil a gaziyên şer bû. Li hemberî neheqiyê dibû Agirî û li ber radibû, rê nedida şaşitiyê.
Rêber Apo timî digot ku pêwîstiyeke mezin bi jinên jiyana xwe fedayî şoreşa çandê û zîhniyetê kirine heye. Leyla Agirî bi sekn û têkoşîna xwe bû hêjayî vê banga Rêber Apo. Xwe bi rengekî bêhempa bi pêş xist, hişmendî û hestên xwe kûr kir, mezin kir. Jîr bû, jêhatî bû, xwedî îrade, rêxistinî û karker bû. Hişmendiya xwe ya welatparêziyê kûr bû, bi qasî Kurdistanî bû ewqasî jî xwedî kesayeteke gerdûnî bû. Pêşengekeke bijarte bû. Miroveke têkoşer bû ku ranediwestiya. Bîst û heft salên wê bi têkoşîneke bêhempa derbas bû. Li pey xwe mîrateyeke mezin a azadiyê hişt. Ev mîrate Leylayan zêde dike, nemir dike.
Leyla Agirî li gelek qadên leşkerî, civakî, siyasî û îdeolojîk a têkoşîna azadiyê wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe û hemû jî bi rengekî serketî meşand. Tevlîbûna ji dil, bi xwezayî, bi coş û têgihiştî ya li nava têkoşînê, bandor li her mirovên ku ew nas dikir, dikir. Li her qada ku lê dixebitî, bandor dikir, şopa xwe lê dihişt. Sohbet û nîqaşên Leyla Agirî tevlî dibû hîn bi kelecan û kûr dibûn. Perwerdeya dida kûrahiyeke mezin, hezkirina jiyan û têkoşînê dida mirovan.
Şehîd Leyla wê ti carî ji bîra hevrêyên xwe, gelên Rojhlata Navîn û hevalên xwe yên gaziyên şer dernekeve. Wê têkoşîn û armanca wê bi serketinê were tacîdarkirin.




