Dilşadiya Gelê Kurd û Berxwedana 14’ê Tîrmehê
Ridwan Nesrî Silêman

Zanyarê Çînî Tao, ji bo mirovek dilşad be wiha dibêje: “Destpêkê dîtina dostekî rast e û ya din jî xwedîtiya wijdanekî paqij e.” Henny Marx jî dibêje, “Di van rojên me yên zor de, ez dixwazim evînê jî li gotinên Tao zêde bikim.”
Dema ku mirov bi kûrahî li çalakiya 14’ê Tîrmehê meyze dike van her sê hîmên dilşadiyê di nava wan de dibîne: Dostanî, hevaltiya herî rast û wijdanê herî paqij û herî mezin di kesayet û çalakiya van hevalan de xuya dike. Wan qehremanan bi berxwedana xwe ya efsanewî û bi çalakiya xwe ya 14’ê Tîrmehê ew taybetmendiyên dilşadiyê temam kirin û diyarî gelê Kurd kirin.
Gelê Kurd dilşadiya xwe û hêza xwe ya manewî ji wan berxwedêrên qedirbilind û navdar girt. Bi demê re Kurd hîn xurttir bûn. Evîndarî û têkoşîna wan lehengan şopandin û derxistin asta herî bilind. Çalakî û kesayeta wan hevalan wê her tim nimûneya rêzanî û pêşengtiya herî rast be.
Çalakvanên 14’ê Tîrmehê hevalê Kemal Pîr mirovekî bi eslê xwe Tirk e. Dostê herî durist û mezin ê gelê Kurd e. Ji yekîtî û serkeftina gelan bawer dikir û bi wî awayî têkoşîn kir. Heya hênaseya xwe ya dawiyê li ber xwe da. Ji bo rizgariya her du gelan têkoşîn kir û bi hevrêyên xwe ve girêdayî bû. Hevrê Kemal Pîr dostaniya di nav gelan de esas girt û têkoşîna xwe wiha berdewam kir. Her tim ji bo xwişk û biratiya gelan di hêla çandî, ruhî, derûnî, hestî û mejî de hişmendî afirand.
Van hevalan pêşengtî, fedakarî û qehremantî kirin. Evîndariya welat û gelan, ji xwe re kirin bingeh. Berxwedan û çalakiya wan ji bo gel bû rêya azadiyê. Wan wijdanê xwe yê paqij û tijî edalet raber kirin û bi berxwedana xwe ya mezin ew wijdan di dadgehên dewleta Tirk de temsîl kirin. Hevalê Xeyrî dema ku dibîne hêzên cûnta dixwazin wan tine bikin û hew dikare derfetên xwe ji bo xizmetê gel bixebitîne, xwe deyndarê gelê xwe dibîne û ji bo vê yekê wiha dibêje, “Li ser kêla gora min ‘deyndarê gelê xwe ye’ binivîsin.” Hevalê Akif Yilmaz jî ji ber ku di çalakiya rizgarkirina hevalê Mazlûm de bi ser neketibû, di hêla wijdanî de tengav dibû û xwe deyndar dibîne.
Dibêje, “Çawa min hevalê Mazlûm xelas nekir” û xwe ji Tevgera Azadiyê û hevalê Mazlûm re deyndar dibîne. Dema heval his dike ku çalakiyek wiha ji kadroyên şoreşê re wê xwe bikin meşaleya azadiyê û bi vê wê wijdanê xwe jî rihet bikin biryara vê çalakiyê digirin. Bi kêfxweşî tevlî çalakiya 14’ê Tîrmehê dibin. Heval Elî Çîçek jî evîndarê şoreşê û gelê xwe bû, di bin çavan de hemû eziyetên hovane nikarîn sirekê ji devî wî ciwanê qehreman bigirin û wî jî weke hevrê û hogirên xwe li ber xwe da û destan nivîsand. Dema çalakiya mezin ya meşa azadiyê dest pê dike di dadgehê de, çalakiyên xwe yek bi yek eşkere dikin, dikevin serê govenda şoreşê û evîna xwe temam dikin.
Hevalê Egîd (Mahsum Korkmaz) meşaleya wan pêşengan hildigire û 15’ê Tebaxê li ser çiyayên Kurdistanê hê xurttir hilor dike. Bi agirê şoreşê, tarîtiya li ser rêya têkoşînê diçirîne. Gel bi vê meşaleyê hişyar dike û şevreşkiyê bi bin dixe.




