Hevrêtiya rast bingehê jiyanek bextewar û saxlem e

Cûdî Cizîr

Bi hênaseya hevrêtiyê dest nivîsê dikim. Yek ji nirxên herî pîroz û kûr ê jiyana me hevrêtî ye. Di xeta felsefeya Apoyî de hevaltî di rojên herî tarî de dibe ronahî. Çavên hevrêtiya Apoyî di dilê me de delal in. Xeta Apoyî, bingehê hevrêtiyê ye. Sir û dilê mirov li ba hevaltiyê bi ewle ye. Hevrêtî rêwîtiyeke dûr û dirêj e. Di vê rêwîtiyê de her du alî jî bi hev re mezin dibin, hîn dibin û temam dibin. Hevrêtiya me, ji serwertiya herî mezin a cîhanê bi qîmettir e. Yanî hevrêtî di her şert û mercî de, bê berjewendî li pişt heval û hogirên xwe sekinandin e. Em di rêwîtiya têkoşîne de, kêmasiyên derdikevin weke neynikê nîşanî hevrêyên xwe dikin, lê em her gav bi hezkirin û dilovaniyê nêzîk dibin. Bi niyeteke pak, rexneyên avakar pêş bixin û pêş dikevin.

Hevrêtiya Apoyî, di ramana siyasî û felsefî ya Tevgera Kurd de, ne tenê hevaltiyeke asayî, şêwazekî jiyanê, pîvanekî exlaqî û girêdanbûneke kûr a li ser bingehê azadiyê ye. Em ji xwe de van nirxandinan nakin. Pênasekirina hevrêtiyê di ramanên Rêber Apo de hene. Rêber Apo wateyeke pir mezin da hevrêtiyê, bawerî bi hevaltiyê anî. Ji ber Rêbertiya me hevrêtî, weke gulên di nava baxçeyan de dît. Em jî bi pîvanên rêzdariyeke mezin nêzikî hêvrêtiyê dibin. Naxwe mirov dikare bêje hevrêtiya Apoyî li ser pîvanên azadî û armancên hevpar ava dibe. Her wiha di doza azadiyê de hevaltî ne ji bo berjewendiyên kesan, ji bo gel û welat e. Hevrêtî, hezkirineke kûr a bê şert û merc e ku bingehê xwe ji rûmeta mirovahiyê digire.

Hevrêtî parvekirina kedê, êş, şahî û her tiştên jiyanê bi rengekî wekhev digire nav xwe. Hevaltiya rast ew e ku dema hemû cîhanê pişta xwe da te, ew nêzîkî te dibe. Hevalên rast di demên zehmet de tên nasîn. Hevrêtiya me bingehê doza gelekî ye. Hevalên rast di tengasiyê de piştevan in. Hevrêtiya Apoyî, di esasê xwe de, herîkina ber bi jiyaneke rûmetdar, azad û bi wate ye. Ev dibe pireke xurt a mirov daxwaziyên xwe yên kesane di nav deryaya azadiya civakê de dihelîne û vediguherîne vîneke ji pola.

Hevrêtiya rast bingehê jiyanek bextewar û saxlem e. Mînak, hevrêtiya li ser bingehê azadiya jin jî yek ji stûnên herî girîng ê vê felsefeya me ye. Di heman demê de avakirina têkiliyên nû yên di navbera jin û mêr de ye. Şoreşgerên rêgezên milîtanî û hevaltiya Apoyî bi hevrêyên xwe yên jin re dan meşandin, heta nefesa xwe ya dawiyê rêzikên hevjîna azad di pratîka xwe de şênber kirine. Di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de, hewldanên Rêber Apo yên bi jinê re di vê mijarê de rê li ber pêşketina hêza cewherî ya Tevgera Azadiya Jinê vekiriye. Bi berxwedaneke roj bi roj mezin dibe, meşa xwe ya di rêya xeta jina azad de em ê bidomînin. Berî her tiştî, jinên Kurd yên tevlî vê rastiyê bûne, jinên ji her neteweyî û ji her olê yên bi awayekî fedayî jiyana xwe danîne holê, têkoşîna azadiyê xelek bi xelek hûnandin.

Milîtanên dil û mejiyê xwe di oxira doza rûmetê de de kirine yek û hemû hucreyên bedena xwe di ber jiyandina ramanên Rêber Apo de xistine tevgerê, heta nefesa xwe ya dawiyê bi fedaî şer kirine. Mînakên hevaltiya rast bi hevalên jin re nîşanî her kesî dane. Rûmet û wateya hevaltiya şoreşgerî di nav daxwaza azadiyê û têkoşîna li dijî bindestiyê de hêşîn dibe. Şoreşger, gava destên xwe didin hev ne tenê ji bo îro, ji bo pêşerojeke ronî û wekhev soz didin hev. Yanî hevrêtiya me xwedî taybetmendiyên herî pîroz e. Di nav şert û mercên giran, zilm û zextan de, şoreşger pişta hev digirin û ti carî li pey xwe nanêrin.

Em Ji bo armanceke pîroz têkoşîn dikin. Di şoreşgertiyê de hevaltî berjewendîparêz nîne. Gava hevrêyek şaşîtiyekê bike, bi rexneyên avakar hewl tê dayîn li xwe vegere û serwext bibe. Em şoreşgerên azadiyê, hêrs, şahî, xem û serkeftinên me dibin yek. Êşa yekî ji me êşa me hemûyan e. Serkeftina yekî ji me jî rûmeta me hemûyan e. Jixwe hevrêtiya me di hezkirina me ya jiyanê de diyar dibe. Kesayeta şoreşgeran her dem di nava lêgerînê re derbas derbas dibe. Di vê lêgerînê de hevaltî, hezkirin, evîna azadiyê û hwd. cihê xwe yê pîroz dilê me de digire. Em hevrêtiyê ewqasî ji dil digirin dest. Ti tişt nikare bendan bixe navbera hevrêtiya me.

Di dilê me de lêhiya hezkirinê diherike. Heya dawiyê em ê li hevaltiya xwe û doza azadiya welatê xwe xwedî derkevin. Em ê bibin şopdarên xeyalên şehîdan. Mîras û nirxên herî mezin ên ji me re hiştine hevaltî, fedakarî, dilsozî û biryar e. Weke zarokên agir ên welatê Rojê, barê li ser milên me çendî giran be bila be, emanetên şehîdên me ji me re hêlane, wê bên parastin. Weke hevaleke şehîdan, vê sozê didim ku xwedî li bîranîna şehîdan derkevim. Di dîroka çanda Tevgera me de hevrêtiya me xwedî rûmeteke pir mezin e. Têkoşerên ji bo maf, ziman, nasname û azadiya gelê xwe dimeşin, vê hevrêtiya pîroz, weke stûna herî xurt a jiyana xwe dibînin. Rêwîtiya me ya ji çiyayên azad heta, deşt û kolanan bi hevrêtiyê her tim zindî dimîne.

Hevaltiya şoreşgerî di eslê xwe de afirandina mirovek nû, azad û bi rûmet e. Ev hevaltiya me bîranîna herî bedew a sedsalan û ronahiya rêya azadiyê ye. Em di têkoşîna xwe de hem di warê hevrêtî û hem jî di warê jiyanê de tavîz nadin. Di her warî de em zelal in. Eger asîman hemû stêrkên xwe winda bike, em ê, ji ronahiya hevrêtiya xwe stêrkan biafirînin…

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button