ŞEHÎDÊN NEMIR

Ey fermandar û serkêşên hemdemî vaye li pey we tên keç û xortên vî welatî
Ew keç û lawên Medî, sozdarên Rêber Apo, we û vî welatî
Welatê ku we bi xwîna xwe av da û geş kir
Ew welatê şêrîn û xweş ew jî wek we hêja ye ku we canê xwe jêre feda kir
Şêrejinên serhildêr soz dan û bûn şopdarên soza xwe
Hûn bedew, qeşeng û delal in û hevrê, hogir û heval in
Ji bo Rêber, şoreş, gel û mirovahiyê hûn bûn fedayî û cangorî
Ey heval û sozdarên dêrîn we da ser şopa Mazlûm, Kemal û Xeyriyan
Hûn ji wan pêşeng û qehremanan re bûn şagirt, hevrê û şopdarên giranbiha
We bi dilêrî soz da û hûn bûn xwedî heqîqeta vî warê bedew û şêrîn
Ey nazenîn û nazdarên dîlawer û canfeda we bedena xwe kir mertal û gelê xwe parast
We canê xwe bexşand ji bo rêmeta gelê xwe bi serbilindî û hûn bûn efsane
Hûn jî weke hevrê û hogirên xwe gihiştin asta qehremanî û rûmetiya payebilind
We Rêber, gel û welatê xwe yê dayik parast bi lehengî
Hûn bûn rêheval û rêwiyên şêrejin û mêrxasên çiyayî
Sonda me bi navê we ye cangoriyên rûmetê û welatê dayikê
Hûn ji bo me xwedawend û pêşengên pîroz in
Em li ser şopa we diçin serkeftinê
Şehîd namirin û her û her wê hebin
wê di fikir, ruh û jiyana me de her bijîn




