Diljîn navê te bû stêrka şevên tarî

Li ser çiyan bûyî hevala gul, beybûn û bayê çiyayî

Te pênûs û çeka xwe bi xwîna xwe xemiland û ji mere bû serbilindî

Te da ser rêka guhestina tavan ey heval û te dilê me xembar kir

Wê bîranînên te her dem dilê me geş û şad bike ey heval

Diljîn….Tu bîna xumexuma dengê çem û rûbaran gur û geş dibe

Tu weke gulên çiya û zozanan bedew û rind dibe

Hevrêya min te rêya azadiyê bi baweriyeke mezin hilbijart

Te barê şoreşê hilgirte ser şanê xwe keça rind û delal

Şehîda welatê min tê tim şîn bibe û weke volqana jiyana azad

Her dem hebî Diljîna min xwedawenda û serkêşa min.

ŞEHÎD DILJÎN XWIŞK Û HEVALA MIN

Canfedaya gel şehîda welatê zêrîn û giranbiha

Em şehadeta te ya pîroz û bi wate bibîrtînin rind û bilinda min

Diljîn tu şehîda welat, qehremana cenê û tu fedaya xeta azadiyê ye

Tu serkeş û bişenga min ya narîn û delale

Diljîn tu ferîşteya rêka şoreşa Kurdistanê ye

Hevrê û fermandara min tu fedaya gelê min tê her hebî û her zindî be

Şehadeta te ya bi şewat ji bo me her wê pîroz be xwedawenda min

Diljîna bedew û sipehî te bi merdî emrê xwe fedakir ji bo azadiya gele xwe

Te bi canê xwe rêya gelê min ronahî kir Ruha min ya nazdar û şêrîn

 Hun ne tenê ji bo gelê min hun ji bo hemû mirovahiya cîhanî, bûn xelasî

Û her kes jî li ser we xembar bû narîn û gelawêja min û em jî sozdarê wene

Hunê her û her dinava fikir, hest û jiyana mede bijîn û hebin

Gora te û pekrewanên delal ji bo me merqed û zîyaretgehe Diljîna min

Diljîn Mezlûm hun ji bo me weke baxê bihiştê ne û heval û şehîd Mizgîn tên teniştê

Hunê her ji bo me pîroz bin û her û her hebin û hunê rêya me ronashî bikin

 

Hevrê û birayê şehîd Diljîn Mazlûm, Raman.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button