AWIR
JI PÊNÛSA JINÊN ŞOREŞGER

Diherike tavge
Digrî rêl, digrî asîman
Barkirin teyrên “revok”
Di demsala xwe de
Sirûşt, her di liva xwe de ye
Rojgara têkoşeran
Xwezayî ye
Rûxîn û sazkirin
Man û neman
Her di nav hev de ye
Digel hev e xwîn û xwîdan
Bi hev re diherike
Li ser axa pîroz
Mirovhez jî, her bi soza xwe re ye
Dirûşmek e
Li ser zimanan
Navê dilrevîna dildaran
Bilêvkirina wê dilxweşî ye
Di rojên seqema sar de
Hişyar dibe hestên dilsar
Bi dengê topên tirsnak
Dibeze dilê kesertijî
Ber bi bilindiya girê gewheran
Seqa dibe sond û biryar
Di nav şerê rûmetê de
Êdî xwîn e xwîdana laş
Tûj dibe awir
Di rûyê dilsozan de
Amede ne
Ku giyana xwe azad bikin
Rizgar bikin ji bendîxana laş



