HEVAL

Bes e êdî were heval

Tu jî were û bibe rêheval

Vaye gul û kulîlkên biharê bişkivîne

Û bi hêviya mezin li benda teye heval

Xemla xwe dane welat heval

Rengên xemilandina wan

Mîna kenê li ser lêvên tene heval

Bes e êdî were heval

Vaye çiyayan sînga xwe

Vekirine heval

Dibêje evîna strana bêwelatî

Bêsaz û ne jî awaz

Dengê dilê xwe kiriye saz û

Xemla biharê kiriye awaz

Û distire soza rêheval Kanî

Me evîna xwe mezin kir heval

Nebêje me evîna xwe winda kir heval

Çavên hova bi îştahekî pir mezin devê xwe vedikirin û

Av ji devên wan diforiya

Li ser evîna me ya paqij heval

Min ji devên wan revand heval

Min revand çiyan heval

Ka were li evîna me binêre heval

Hîna weke dilê zarokekî ku

Biheskirinê ve dagirtiye

Ka were em bibin rêheval heval

Were em bibêjin helbesta evîna rast

Ya dibêje, bê azadî nabe evîndarî heval

 

Şehîd Gulbahar Kobanê

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button