Helbest Li Ser Efrin

Azadiya Efrînê
Tu çûy kûderê ey rêhevala min ya dilwêrek
Efrîna rengîn heya dawiyê himbêza xwe ji te re vekir
Kurdistan bi çûyîna te pir xemgîn bû
Ji ber çûyîna te pir giran bû
Şîn dibe Efrîn, xweşik dibe
û bi xwîna bedewan tê avdan
Îdîaya mezin wê bibe azadiya Rêbertî
Ji ber vê jî xweş raze rêhevala min
Tolhildana we soza me ye
Oxir be dilpaka min oxir be
Ey lêgerînvana heqîqetê
Heqîqet di tîrêjên rojê de veşartiye
Ew heqîqet jî tu yî tu
Ez dizanim çiqas behsa bedewiya te bikim
wê kêm be kêm
Ey dayîka xwedawend
Dengê wan bibihîse
guh bide qêrînên zarokên agir û rojê
zarokên te li dora te bûne mertal
Efrîna rengîn rêhevala min himbêz bike
Cengewarên di oxira evîna te de
Bûne strêkên li vê welatî
Û Ronahî dikin diyarî…
Ji Bo Bîranîna Şehid Tekoşîn Tolhildan
Ş.Evrim

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button