BIRÛSKA HÛRÎ Û MEDAN

Ridwan Nesrî Silêman

BIRÛSKA HÛRÎ Û MEDAN

(HEVALÊ YUSUF-BIRÛSK)

Her roj li eznamê welatê min dibe reqe reqa ewran

Û ji wan ewran birûsk davêjin li ser erda pîroz û warê Egîdan

Gelek ji wan birûskan bi destê rojê hatibûn neçirandin

Yek ji wan jî hevalê Yusuf bû ku

Bi hişmendiya rojê hatibû xemilandin

Daxwaza wî jî ew bû ku bi vê

Hişmendiya nûjen ji nû ve dîroka bav û kalên xwe binivisîne

Lewra xwe davêje ser hespê Derwêşê Evdî lehengê Kurdan

Bi bayê bezê xwe li welatê rojê

Paytexta bapîrê xwe Hûriyan re digihîne

Li wê wargeha pîroz daweta

Keç û xortên şoreşger digerîne

Amadehiya cengê diqedîne

Ji wir jî xwe davêje ser pişta hespê Rustemê Zal

Rexşê belek û pişta Hedbanê Derwêşan ên bihêztirîn hespan

Rexşê belek, mîna Biruskekê

Nûra Yezdanan wî- li ser çiya û newalên asê yên

Zagros û Serhedan re wî dibe warê cengê û wî li warê

Lehengê dîrokê Babekê Xuremî digerîne

Li wî warê lehengan dixwaze şerê gelan yê dem-dirêj bimeşîne

Û bivê rêbaza şerê partîzanan dixwaze şev û rojê li neyaran bigerîne

Qeda û bela Xwedê bikeve mala xayîn û neyaran

Û mala wan bi ser wan de hilweşe

Ku neviyekî Enkîdo, bi leşgerên Roma Reş re bi ser wan de girt

Li gundê Elo melo ku girêdayî navçeya Beyazîda Agirîyê

Û heval û fermandarê giranbiha Yusuf jî ji bo vê çembera xayîn û dagirkeran

Bişkîne dikeve cenga giran de û li wir warê lehengan û welatê pîroz

Stêrka heval û qehreman Birûsk dirije ser xaka welatê zêrîn

Û bi vê berxwedana xwe cihê xwe di rûpelên dîrokê û dilê gel de

Bi tîpên zêrîn dinivisîne

Û li esmanên Kurdistanê dibe Venusa Kurdan

Û dibe  biruska welatê Hurî û Medan

Dibe pêşeng, serkêş û hêviya gelê xwe

Banga wî bû fermana meşa azadiyê

Hisreta wî bû didilê me de jan dida û hîna jî jan dide û wê jan bide

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button