Divê em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
Emel Welat

Ev bi salan e ziman û çanda me ji hêla dewletên dagirker ve hatine qedexekirin û em ji rastiya xwe hatine dûrxistin. Ev jî têra dagirker û neyaran nekiriye, her ketine pey sertewandina me û dixwazin ku me li ser rûyê erdê rakin. Ev çi wijdan û kiryar in? Ma wê heyanî kengî zalim hebin? Ma heyî kengî wê desthilatdar hebin? Ev çi dinyayeke bêbext e? Ev çi mirovên bêhest û bêfikar in? Lê diyar dibe ku divê em loman ji ti kesî nekin.
Tekez divê em haj li xwe hebin. Pêwîst e em dost û neyarên xwe ji hev binasin. Eger aqilê me li serê me be em ê bizanin çawa tevbigerin, em ê neyên xapandin û wê roja me jî derkeve. Em ê serkeftî bin. Weke gel pir caran em hatine xapandin. Şoreş û serhildanên me hatine derbkirin.
Dayika min her carê ji min re qala dûvik û teriya kuçik dikir bê çawa bi salan xistine nava qalibekî û dema derxistine jî dibînin ku hîn weke berê ye. Kurdên hevkar û noker jî welê ne. Xiyanet carekê di şaneyên wan de bi cih bûye. Bêguman bi têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd hişyar û serwext bû. Lê hinek kom û beşên hê ji bav û kalan li hember serhildanên Kurdan li rex dewletên dagirker cih girtine, dîsa ketine pey meslehet û berjewendiyên xwe. Ew komikên mejiyê wan bi jehra xiyanetê tijî bûye, ji rûmet û kerameta welatparêziyê û azadiyê bêpar mane.
Ma dibe ku mirov xwe ewqasî wenda bike, reş û spî ji hev dernexîne? Jixwe şexs û beşên wiha, mirovan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û xwe didin jiyandin. Haya piraniya mirovan jî ji wan tineye. Weke gel ji ber wê heya niha em bindest in, keda me tê xwarin, xwîna me tê mijandin. Ji ber em dilpak in dagirker, axa û begên hevkar me dikin kole.
Weke jineke Kurd ji ber rewşa jinan û civakan gelekî xembar dibim. Ji ber ez rastiyan dibînim. Eger ez nebejim wê rewşa min ya tenduristiyê gelekî ne baş be. Ji ber wê ez ewqasî bi dilekî şewat dibêjim. Kurdino çavên xwe vekin û bibînin bê çawa Kurdên desthilatdar me li qesr û koşkan difiroşin. Lê li aliyê din zarokên me yên bi rûmet û xwedî şeref jî canê xwe ji bo me didin. Bi hezaran şehîd, birîndar û gaziyên me yên şer hene. Divê em layiqî wan bin û hesab ji noker û xayînan bipirsin.
Werin em têkoşîn bikin da ku ziman û çanda xwe fermî bikin. Bes e xemsarî û bendewarî. Weke Kurdên Rojava û Sûriyeyê divê li ser esasê hêza xwe em xwe rêxistin bikin û pêş bixin. Jixwe eger mirov pirsgirêka xwe bi destê xwe çareser neke, ti kes ji me re çareser nake. Ew jî tê wateya em bi xwe kar û xebata xwe bikin, dev ji hevdu reşkirin û neqebûlkirinê berdin û xwe çalak bikin.




