HELBEST
Cûdî Cizîr

Jiyanê xêz dike, vedibêjê
Mîna hebûna jin diherike diçe
Peyaman ji cîhana mirov re pêşkêş dike
Her tim xeyala mirovan rengareng dike
Cîhanek diçe cîhaneke din
Bîranînek diçe bîranîneke din
Ronahiyê ji mirov re dike diyarî
Helbest raman û gotinan aheng dike
Ramanên mirovan ronak dike
Mîna heyrantiya eşqê gotinan rîtm dike
Û dike vejîn hestên mirov kubar delal bedew dike
Geh xemgîn dike geh wek bilûrekê narîn dike
Di helbestan de mirov dengê dilê xwe dibihîse
Dibe ji gotina xwe jî bedewtir be
Bila em mîna helbestan bijîn
Û dara azadiyê geş bikin




