Sozda Oremar: Cardin Cotmeh, Cardin Bêbextiya Osmaniyan

  • Rojnamevan Sozda Oremar ku sûcên dewleta Tirk dişopîne û got, ji bo cihên din rondikên direw, lê ji bo Kurdan bombeyên bi jehir dibarîne. Di dirokê de Osmaniyan her gav gel qirdikirin. Dema tê gotin osmanî yekser hovîti, dagirkerî, talan û dest dirêjî tê hişên mirov.

Sozda Oremar:

“Ji bo cihên din rondikên direw, lê ji bo Kurdan bombeyên bi jehir dibarîne. Di dirokê de Osmaniyan her gav gel qirdikirin. Dema tê gotin osmanî yekser hovîti, dagirkerî, talan û dest dirêjî tê hişên mirov. Neviyen wan jî di heman rêya talankariyê de dimeşin. Neviyên osmaniyen hov li Dersimê zarokên Kurdan bi lingên wan girtin û bi hovane serê wan li keviran xistin û wisa qetildi kirin. Pir, kal qetil kirin û zarokên di zikê dayika xwe de bi sîxên çekan ve qetil kirin. Çemê Munzurê bo xwîn û herikî. Li geliyê Zîlan heman hovitî kirin. Dîrok her xwe dubare kir û bi hezaran Kürt revandin asît li ser wan de rijandin, qirkirin pêk anîn. Li Cizîra Botan Yehya yê biçuk, Oxirê ji temenê xwe zêdetir gule lê hatin barandin, Ceylana biçuk qetil kirin. Li Cizîrê bi saxî agir berdan Kurdan. Li Nisêbînê, Sur, Gever û Cizîrê jin, zarok kal, pîr qetil kirin. Zarokên ku li ser sofreya xwarinê bon ev pariyê di qirika wan de hiştin. Sal û zeman çiqasî derbas bibin hov her hovin. Li Efrînê neviyên osmaniyan her zarok, jin qetil kirin, ewqasî fêrî xwinê bone bê navber xwîna zarokên Kurdan di mêjin. Darên zeytûnê ji binîde rakirin, agir pêxistin. Li Til Rifatê zarokên li kolanê di lîztin qetil kirin û çavê wan vekiri man. Qêrina dayîk û baban geihaşt ezman. Gelek qirkirinên li ber çavê cîhanê hatin kirin, lê belê ji ber ku mijar Kurdin cîhan kor, lal û kere.

Cardin Cotmeh Cardin Bêbextiya Osmaniyan

Cardin Cotmeh cardin bêbextiya osmaniyan li ser esmanê Rojava, Bakur Rojhilatê Suriyê ruyê wan yê reş hat dîtin. Her şerekî de pîvanên exlaq hene lê dijminê kurdan na şibê dijminê kesê. Yekser bi balafir û her cure çek binesaziyên civakê kirin armanc. Cihê neftê, av, kehrebe û nexweşxane dan ber bombeyan. Bê navber bi hovîtî êriş didomin. Karkerên nava pembode, zarokên li mal an jî li ber lawiran dan ber bombeyan. Piştre jî şefê şer terorîstê ber sekeratê erdoxan got min ewqasî terorîst bê bandor kirine. Lê di rastiyê de tc û şefê wê yê terorîst erdoxan xwînmijê herî mezine.

Em Dibêjin Kes Hesabên Qirêj Ser Wî Gelê Nekin

Erdoxan Baxdadî belê erdoxan Bexdadî tola çêlikên xwe daiş ji gelê Kurd û gelên heremê digire. Di xwest keyifxweş bibe ku di got Kobanê ket wê bikeve dema dit şervanên azadiyê ew û daişa wî bin xistin çavên wî sorbon wek gorê har êrişê hemû civak û binesaziyan dike. Erdoxan û hevkarên wî yên du ru we dît di merasîmên cangoriyên azadiyê de gel çi peyam da we. Gel herikî goristanên şehidan. Bi yêk dengî bang kirin em şehîdan dispêrin dil, mêjî û rihê xwe. Ne erdoxanê xwînmêj ne jî hevkarên wî yên du ru bila hesabên şaş li ser wî gelî nekin. Ew gel xwediyê şehîdane, ev gel xwediyê felsefeya Rêberê Rêberan Rêber APO ye. Ji lewra em dibêjin kes hesabên qirêj ser wî gelê nekin.

Hesabên Dagirker û Qirkeran Wê Pêk Neyên

Her gîya li ser koka xwe şîndibe: Xwediyên axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan ev gele, ne erdoxanê xwînmêj û dewletên ji bo berjewendiyên xwe mirovahî tune dikine. Li ser dîka dirokê lêstokên bêbext tên lêstin, lê belê Kurd ne Kurdê berêye. Kurd xwedî Rêber, partî û artêşa fedaiyê ne, hesabên dagirker û qirkeran wê pêk neyên. Erdoxan direwciyê mezin yê cihanêye. Bêy ku şerim bike dibêje çima li Filîstîn av kehreba hatiye qutkirin, te çima li Dêrik, Qamişlo, Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê, Şêrewa, Şera û Şehba hemû pêwistiyên mirovî tunekirin? Ger pêşbirka direwan çêbibe wê şefê şer erdoxanê xwîn mij bibe yekem. Ji bo cihên din rondikên direw ji bo Kurdan bombeyên bi jehir di barîne were ji xwe re wê sosretê binêre. Wê erdoxan binbikeve û gelên azadîxwez ser bikevin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button