Armanca me bedewkirina cîhanê ye
Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Kurdistan, li Rojhilata Navîn welatekî qedîm û berfireh e. Li vê erdingariyê gelê Kurd bi hezaran salan e dijî. Xaka Kurdistanê bi çiya, çem û xwezaya xwe ya dewlemend diyar e. Dîroka gelê Kurd tijî têkoşîn û berxwedan e. Welatê me Kurdistan xwedî çand û dîrokeke berxwedanê ye. Weke herêmeke jeoçandî û dîrokî li Rojhilata Navîn, Kurdistan bi sedê salan e dergûşa şaristanî û çandên kevnar e. Ev axa pîroz, bi çiyayên xwe yên bilind, rûbarên xwe yên xweş û dewlemendiya xwe ya xwezayî weke dilê heremê tê naskirin. Kurdistan tenê ne bi bedewbûna xwe navdar e, ew bi dîroka xwe jî xwedî cihekî herî taybet e di dinyayê de.
Bi paradîgmaya Rêber Apo re li Kurdistanê jiyana azad derdikeve holê û zemîn dide ku nêzîkbûnên rast di rastiya Kurdistanê û di civakên wê de derkevin holê. Em jî xwedî îdîa ne ku li Kurdistanê jiyaneke nû ava bikin. Di vê çarçoveyê de, li kêleka pêşketinên siyasî yên li cîhanê, herêmê û Kurdistanê, li ser bingehê paradîgmaya Rêbertî bi civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê esas digire em dixwazin pergaleke demokratîk ava bikin.
Pêngavên Rêbertî dan destpêkirin li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşketinên girîng çêdibin. Di vê mijarê de kûraniya mezin a ava dibe, bi avaniya siyaseta demokratîk re tê bidestxistin. Di vê çarçoveyê de jî jixwe avakirina cîhanek bedew dibe armanca me ya esasî.
Rastiya Tevgera me azadiya Kurdistanê û rêxistina wê ya pêşeng nîşan da. Ev serdem li Kurdistanê di afirandina jiyana azad û wekhev de îfadeya xwe dibîne. Gelê Kurdistanê bi ramanên nû hişyar dibe. Em bi ruhê Apoyî, bi berxwedan û ramanên xwe cîhanek bedew ava dikin. Tevahî cîhan bi berxwedana Apoyî, rastiya Kurdistanê nas kir. Me bi zanebûna berxwedaneke mezin cîhan keşf kir.
Em bersiva têkoşîneke nû û mizgîniya serkeftina jiyana nû didin gelê xwe. Cesaret, serkeftin, girêdana bi azadiyê û parastina mafê gel, di berxwedana Tevgera me de bi awayeke zelal xuya dike. Em bi berxwedana xwe gihiştin dilşadiya serkeftinê. Bi têkoşîn û dilsoziya doza pîroz em dest bi avakirina jiyanê dikin. Bila gelê me baş zanibe ku Rêber Apo çi bêje, rast e. Em ê Kurdistanê ji nû ve ava bikin. Em bi hezkirina xwe, bi hezkirina gel û Kurdistanê, bi rastiya dîroka jin û civakê rengê azadiyê dixemilînin. Xebata bingehîn a têkoşîna azadiya Kurdistanê li ser esasê xeta Apoyî çêdibe. Em armanca ji bo azadiya Kurdistanê weke erka xwe bibînin û hewl bidin layiqî wê bin. Şoreşa Kurdistanê bi xwe evînek e.
Di dîroka mirovahiyê de hemû gel xwedî şehîd in. Lê belê şehîdên Kurdistanê ewqasî bi evîna xwe ve, bi azadiya xwe ve girêdayî ne, ti caran çavên wan li paş namînin. Mirov dikare bêje, di rastiya Kurdistanê de ruhek jinûve tê xemilandin. Ev xeml û rewşa Kurdistanê ji bo hemû jin û ciwanan dibe weke evînekê.




