Ji bo mirov hestên xwe perwerde bike divê bi zanebûnê re bike yek
Asya Weşûkanî

Di mijara hestan de beriya her tiştî pêdivî bi dahûrandineke pir xurt heye. Beriya her tiştî jî zanebûneke fikrî ya pir kûr pêwîst dike. Rêbaza herî rast û sûdmend jî ew e mirov xwe perwerde bike. Divê mirov her xwe di nava perwerdekirina hestan de dahûrandin bike û bi zanebûnê re jî bihûne da ku herdem herikbar be û serkeftinê qezenc bike. Hestiyarî tiştekî wiha ye ku mirovan şiyar dike û dike nava liv û tevgerê. Mirovan wiha kûr dike ku dikare wan rake şoreşê jî. Hizirîn û hest yekpare ne, ji hev qût nînin. Lê weke em hemû jî dizanin pergala desthilatdar hest û hizirîn ji hevdu cuda kirine. Wiha li wan kirine ku weke du têgehên ji hevdu biyanî ne. Pergala mijokdar wiha kiriye ku zekaya hestiyar û zekaya zanistî ji hevdu veqetandine. Zekaya, hestiyar kirine nasnameya jinê û mêr jî kirine şûna xwedayê zana û danayê mezin û serwer. Teoriya ku pergala baviksalar mêr wek navenda her tiştî dide nîşandan û berevajî wê jî jinê weke bêhizir, bêvîn, nezan û lawaz e bi civakê dide bawerkirin.
Jina ji tinebûnê hebûn çêkir, mêr ji nêçîrê û hovîtiyê rizgar kir. Çawa bû ku îro jî wê weke hov, nezan, bêhizir û bêhest didin nîşandan? Bêwijdaniya mêrê serwer û hişmendiya wî ya paşverû, ferdperestî û tundrewiya wî li hemberî jinê, hiştiye jin weke neteweya ji beriya 30 hezar salan heya roja me ya îro bindest û kole bimîne. Civaka zayendperest jin xistiye rewşeke pir bi aloz û jiyan lê herimandiye. Jixwe dema jin di nava rewşeke bi aloz de be, tekez civak jî heman aloziyê dijî. Ji ber civak li derdora jinê hatiye teşegirtin. Pergala desthilatdar jiyan li civakê wiha zor û zehmet kiriye ku bûye weke dojehê. Di serî de jin û hemû beşên civakê wiha li wan hatiye ku hew dikarin hênasa xwe bidin û bistînin. Nêzîkatiyên mêrperest ên ji jinê re her dem weke ku amûreke ji bo bikaranînê ye nêzîkatî jêre hatiye kirin. Mêr qet pirs jî nake fikir, ruh û hestê jinê tiştekî çawa ye? Mêrê serwer tenê dihizire bê wê çawa ji jinê sûd bigire û keda wê înkar bike.
Mêr her bi çavên parçeyekî tişt, made, amûra zayendî û zarokanînê li jinê temaşe dike. Her wiha difikire ku zûriyeta xwe (nifşê xwe) zêde bike. Jixwe nêzîkatiyên mêran ên wiha dibin sedem ku çanda pir jinî jî berdewam bike û weke serdema xanedanan lê were. Gelek mêr hene ku çar jinan jî tînin û dibêjin li gorî qewlê pêxember divê her merêk çar jinan bîne û dînê xwe temam bike.
Mêrên zalim, sudmend û çavbirçî li ser jinê mijokdariyê pêk tînin. Wek hebûneke heyberî li jinê temaşe dikin û zayenda jinê jî bi kar tînin. Di serdema niha de jî mêrê xasûk û derewkir bi navê hezkirin û evîndariyê xeyalperestiyê bi jinê dide jiyandin. Bi rengekî hîn xerabtir û koledariyeke hîn kûrtir biharê tîne çokê.
Pergala desthilatdar û mêrserwer di bin navê lîberalizmê de, zayenda jinê dikin bin xizmeta pergala xwe ya sermayeparêz. Hişmendiya jinê jî weke ya mêr lê dikin û herî zêde jî jinan dikin amûra şerê taybet û bi kar tînin. Di serî de jin kirine amûra reklam û seksê da ku li hemberî, tevahî beşên civakê bi kar bînin û bikin bingehê bêhişkirina nifşê ciwan ê pêşengiyê ji civakê re dikin. Li kêleka wê jî werzîş û hunerê bi kar tînin û ciwanan serxweş dikin. Jixwe dermanên hişbir jî di nava ciwanan de pir zêde belav kirine. Bi armanca civakê zeft bikin yekser bi rêbazê şerê taybet ciwanan ji cewherê wan dûr dixin û wan dikin amûra xerabkirina civakê. Siyaseta wan ya şerê taybet herî zêde jî di nav civakên paşdemayî û kevneperest de, zêdetir bi bandor dibin, civakê ji hev dixin. Rewşa civaka Kurd jî darî çavan e û ji bandoran re jî vekiriye. Ev jî dibe sedem ku beşekî civaka Kurd û nexasim jî yên ji şoreşê dûr in, dikevin xefka xayîn û neyarên girêdayî pergala sermayeparêz û ji wan re nokeriyê dikin.
Lê tekez divê were zanîn ku civaka Kurd niha bûye 60 milyon û zêdetir jî wê hew bê xapandin. Wê careke din nekeve xefka neyar û xayînan. Rêber Apo hesabê gelek xayîn û neyaran ê salan vala derxist. Gele Kurd aniye rewşa xwe bi xwe temsîl bike, bi vîna xwe yekîtiya xwe daxwaz bike û têkeve zanebûna şaştiyên xwe yên civakî. Dijminên gelê Kurd her fêr bibûn wan bixapînin, ji xwe re bikin sîxur. Lê derket holê ku gelê Kurd weke berê nîne, gelekî hatiye guhertin û bûye yê xwe. Wê hew bibe yê kesên din. Gelê Kurd bûye xwedî serok û rêber. Bûye xwedî artêş û pêşeng. Hew hesabê xayîn û neyaran dike û ji xwe bawer bûye. Rêber Apo gelê Kurd bi salan perwerde kir û dîrok bi wan da naskirin. Rêbertî Kurd bi dinyayê dan naskirin.
Neyar û xêrnexwaz çi bikin jî tekez wê projeya Rêber Apo ya çareseriya aştiyane û civaka demokratîk jiyanî bibe. Wê pêşeroja gelê Kurd bi ronahî û demokrasiyê tacîdar bibe. Her çiqasî demdirêj be jî tekez dê dawiyeke wê jî hebe, weke netewe em ê xwe bikin yek. Em ê çavên wan revok û derewkeran derxin û wê gelê me roj bi roj hîn zêdetir nêzî çareseriyê bibe. Wê vîna xwe bike yek û çalak bibe. Ji bo gelê me serdemeke nûjen bijî wê hemû hêza xwe seferber bike û ti astengiyan jî nas neke. Gelê Kurd gelekî xwedî Rêber û pêşeng e. Pir şiyar bûye û ji bo civakeke demokratîk çalak dibe. Hew kes dikare pêşiya wan bigire. Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd ê hemdem e. Gelê Kurd bi Rêbertî xwe nas kir û bû gelê serhildêr.
Gelê Kurd roj bi roj xwe bi rêxistin dike û dengê li tevahî cîhanê jî belav bike. Rêber Apo gelê Kurd guhert û ji nû ve zindî kir. Ew gelê ku piştî serhildana Agiriyê dijmin digot, “Me ew bin ax kir” careke din xwe li ser kok û rehên xwe zindî bû. Gelê Kurd ji hestên xwe yê neteweyî bawer kir û yekîtiya xwe pêş dixe. Bi hêza xwe ya cewherî şoreşa xwe li dar xist, ji Tevgera Azadiyê û Tevgera Jinên azadîxwaz bawer kir. Di roja îro de tenê li Kurdistanê, partî û artêşeke jinan heye û hemû jin hêvî û îlhama, xwe jê digirin. Ji ber vê ye ku ewqasî bertek li hemberî Rêber Apo hene. Lewma pergalên desthilatdar û kujerên kastîk ewqasî li hemberî fikra artêşbûna jinan disekinin. Rêxistina jina Kurd li ser pergala xwe weke xeterî dibînin. Her bi çi rêbazê be tene dixwazin rêxistina jinan têk bibin.
Ez careke din dibêjim, ew her çi dikin bila bikin wê nikaribin jinan bêçek bikin. Nikarin hêza jinê û sînerjiya wê lawaz bikin. Hêza jinê cewhera hêza artêşê ye. Hêzên parastina Rojava bêyî hêzên jin ên leşkerî qet nameşe û civak jî qebûl nake ku hêzên wan ên jin fesix bibin û her piştgîriya xwe ji YPJ’ê re tînin ziman. Sedema xwe ne ku jin ji şer û kuştinê hez dikin. Jixwe weke tê zanîn jin her aştîxwaz in, dijberî şer û tundiyê ne. Lê em weke jin û netewe hîn jî di bin gefên qirkirinê de ne. Tekez heya ewlekariya jiyana Rêber Apo, jinan û pêşeroja civaka Kurd misoger nebe, wê jin çekên xwe daneyînin. Jixwe çekdanîn ji bo me teslîmiyet û mirin e û ev jî tekez wê çênebe. Tevgera Jinên Kurd xwedî rabûrdûyeke demdirêj û tijî ezmûnên şerê serkeftinê ye. Em xwedî gelek jinên qehreman û navdar in. Me soz daye wan jinên çeleng ku em ê têkoşîna wan berdewam bikin. Tekez mirin heye, lê veger nîne. Tenê bi aştiyeke mayînde û pergaleke demokratîk wê şer were rawestandin û bi dawî bibe.




