Çima Jineolojî Hate Avakirin?

Jineolojî bi xwe wek têgîn zanista jin e. Rêbertî di Sosyolojiya Azadiyê de got: “jin, ewqas hebûneke bingeha jiyanê, bi taybet jî weke civakbûn, her tiştî bi xwe avakiriye çima zanistiyeke wê nînbe?” Berî her tiştî  pêwîstiyeke ji vir dest pê kir. Ji ber ku zihniyetê heyî pêwîstiyeke bi vî şiklî nedîtiye. Ji ber ku weke hebûnekê wê nasnake.

Hebûneke weke navê jin, weke civaka wê, weke zanista wê, weke hunera wê… em dikarin pir tiştan jî bibêjin ji ber ku naskirina wê nîne. Ji ber vê Rêber APO bi nav jî dike, dibêje: “pir tiştên lojî hene lê çima jineolojî nînbe?” Ji bo vê jî berî her tiştî ev zanist wê hebûna jin pênase bike û hebûna civaka xwe ku bi xwe avakiriye (ne ku hatiye tunekirin lê hatiye wendakirin) wê vêna dîsa ji civakê re pêşkêş bike.

Çima jineolojî hate avakirin? Weke berê jî me got perspektîfên jineolojiyê me ji paraznameya Rêber APO girt. Pir avabûyînên jin hene. Yek yek weke jin mînak bi zanistê mijûlbûyîn çêbûye,  weke tevgerên femînîzm ku weke sazîbûn hebûnên xwe bi nav dikin hene. Lê me weke Tevgera Azadiya Jinên Kurd di destpêka avabûna Tevgera Azadiyê de cihê xwe girtiye, di qadên siyasî de, di parastina cewherî de xwe temsîlkirin jî çêbûye û weke tercîheke jiyana azad me bi xwe li çiya jî niha rêxistin bûyîna xwe ya xweser ava kiriye. Divê zihniyetê jin çawa were avakirin ev di pratîkê de çêbûne. Lê ev pratîkên ku hene weke ilmekî tê pênasekirin, gihîştina zanistiyê û giştî vê ji civakê re pêşkêşkirin ev çarçove tam nehatibû rûniştandin. Rêber APO vê weke valatiyekî dît û wê bi nav kir. Tabî em vê li ser çandekî çêdikin em ji sifirê ve çênakin. Ji civaka xwezayî heta îro jî berxwedaniya jin, hebûna jin hertim hebûye. Lê vana di cihekî de komkirin pêwîste. Em dixwazin li hemberî zihniyetê baviksalarî têkoşîneke xurt bidin meşandin. Divê em jî, agahiyên ku em xwe li ser dimeşînin di cihekî de di potayekî de bihelînin. Ev jî wê bibe jineolojî. Pir pêwîstiyên ku jineolojî derxistiye holê hene, lê weke gavekî pratîkên ku me jiyan kir weke tercîha jiyana azad em dixwazin bikin zanistiya wê.

Dema Serok APO di Sosyolojiya Azadiyê de avabûna jineolojiyê bi nav kir a rastî lêkolînên jineolojiyê destpê kir. Weke Tevgera Azadiya Jin meraqek jî çêbû. Zanistiya me çi ye? birastî heyecanek jî hebû. Lêkolîn çêbûn lê piştî Kongreya 8. ya Tevgera Azadiya Jinê weke bîrîmekê sazîbûna jineolojiyê çêbû. Bîrîmek di destpêkê de weke têgîn rê û rêbazê wê û h.w.d. lêkolîna wê dikir. Bîrîmeke biçûk hebû, di 2011’an de hate avakirin. Ev çar salin jî xebatên xwe bi vî şiklî meşandiye. Niha jî wek komîteyek hatiye bi sazkirin. Komîte bi xwe jî di asta  bingeh avakirina akademiyan de hatiye sazkirin. Xebatên  akademî bên çêkirin ku bingeha wê jî were çêkirin. Hîna jî em dikarin bibêjin ku di asta lêkolînkirinê de ye. Ji ber ku zanistekî ku bi taybetî bi zanebûn û bi pir rêbazan hatiye veşartin wisa zû zû derxistina wê jî ne hêsan e. Her çiqas niha bîrîkîmek jî hebe, di dest de tiştên pir hêja jî hebin lê belê gihîştina heqîqeta jin wê pir zû jî nebe. Em vê rastiyê jî dizanin. Ji bo vê jî herî zêde li ser vê tê sekinandin. Wek tiştên esas ku em weke perspektîf jî ji xwe re digrin berî her tiştî emê bi fikra jin vê zanistiyê bikin, ji ber ku di mejî de pir qirêjbûn çêbûye. Bi taybet di mîtolojiyê de çîrokên ku li ser jin çêbûne, êdî kolebûyînê bi dil qebûlkirin li ser jin hatiye hikumkirin. Ji bo vê jî wê pir rehet nebe. Herî kêm mirov dikare vê tiştî bibêje. Niha em di destpêka vê rêyê de ne.

Armanca jineolojyê ew e ku carekdin bide nasandin ku jin di civaka xwezayî de weke hebûneke bi destên xwe jiyan ava kiriye. Bi taybet jî di aliyê zanistî de jiyana xwe fêr dibe. Zanistiyeke ne ku pêşî difikire pişt re pêk tîne ye. Ne Zanistiyeke ku weke roja me ya îro tê pênase kirine. Jin ji xwezayê fêr dibe. Bi taybetî têkîliya jin û axê em dikarin bigrin dest. Ji bo ku jiyana xwe berdewam bike têkîliya wê û axê pir tişt daye wê. Mînak girêdayî astronomî ji ezmanan hinek tişt fêrbûyîn, girêdayî rojê tav di kîjan kêliyêde de çawa tê? Dema ku tav li şînahiyekê dikeve çawa berhemên xwe dide, yan jî bi heywanekî re, heywan di nav civakê de êdî bêhtir çawa dikare cihê xwe bigire bi tiştekê hevbeş yanî hem ew feyda xwe bigrin hem ew heywan were kedîkirin? Ev tiştekî zanist e. Mînak nexweşên xwe bi giya başdikin. Zarokên xwe bi riya ebeyan anîna dinyayê. Destpêkê ew zarok çawa were xwedîkirin û h.w.d. niha em vana dizanin lê di wê demê de vana fêrkirin pir rehet nebûye. Ev hemû bi destên jin têne pênasekirin. Ji bo ku ew qilan, ew civak, bikaribe Jiyana xwe baş berdewam bike, ev jî bûye weke ilmê wê. Yanî mirov dikare bibêje ku ilimdarê destpêkê jin bi xwe ye. her çiqas niha ilm ji bo kesên jor de, kesên zilam difikirin jî zilam nikarin vê karê bikin. Ji ber ku jin kêm aqil hatiye pênasekirin, ev tiştên di destên me de dide xûyakirin ku dereweke pir mezin li ser vê zanistiyê hatiye kirin. Ji xwe zanistiya wan kirî jî ji vê ne qut e. Yanî zanista îro ji zanista civaka xwezayî qut e. Armanca jineolojiyê berî her tiştî ew e ku bikaribe xwe bi hebûna jinê îfade bike. Xebatên ku heta niha hatine meşandin di asta lêkolînê de mane. Ev weke pêwîstiyekê jî hat plansazî kirin, hate tercîhkirin. Ji ber ku zanistiyeke tenê giliyên wan kirin çênabe, wana tenê bi nav bikin û derbas bikin nîne. Têkiliya jinê bi axê re, bi zarokan re, bi xwezayê re, bi civakê re, bi zilam re, bi taybet jî bi pirsgirêkên ku di civakê de têne jiyankirin re weke çareserî tê dîtin, divê em berî her tiştî texrîbatên ku çêbûne, xerab bûyînên ku çêbûne  pênase bikin. Em tenê xerabbûyînên ku hene em nabêjin derbaskin, ji ber ku herkes vê dibêje. Niha herkes dizane ku li ser jinê zihniyeteke tecawizkar heye. Lê ji bo ku em vê ji holê rakin çi pêwîste? Hêza jinê em dê çawa derxin holê? Rêxistinbûna jin wê çawa çêbibe, xurtir bibe? Ango jin li ser navê xwe wê çawa li hemberî vê jiyanê bisekinin? ev girînge. Hîna em negihîştine armancên xwe, em di vê rêyê de ne. Di vê rêyê de ya girîng ew e ku mirov rêya xwe şaş neke, di bin bandora zihniyeta zilam de nemayîn perspektîfeke esase ji bo me. Yanî em çi bikin jî em ê xwe ji ketina bin bandorên ilmên îro dûr bixin. Em niha jî vê dikin. Em di lêkolînên xwe de weke navend Rojhilata Navîn esas digrin.  Dibe ku bibêjin çima Rojhilata Navîn? Ji ber ku kîlîdbûna pirsgirêka jin li wir dest pê kiriye. Ji ber ku azadiya jin li wir hinek hat berovajî kirin. Ji bo vê jî weke Rêber APO dibêje: “we li kur wenda kirbe li wir bigerin.” Em jî li wê digerin. Weke hevbeş berî her tiştî ji bo gelê Rojhilata Navîn û ji bo giştî jinên cîhanê jî em hewi didin ku em bikaribin vê bikin.

Pêwîste jin weke cins jî hevdû bikaribe nas bike. Nebêje ku Netewa min cudaye, zimanê min cudaye, rengê min cuda ye… Ev ji bo me ne cudabûn in, ev ji bo me  pênaseyên xweser in. Ev nabe cudabûyînek. Ji bo vê jî berî her tiştî em dixwazin di Rojhilata Navîn de bi hevdû re pênaseya vê bikin û xebatên xwe jî hevbeş bikin. Jin li ser navê jineolojî divê bikaribe xwe tê de bibîne. Cuda bûnên wan ji bo me ne girînge. Jineke femînîst be, jineke ji Rojhilata Navîn be, jineke li ku derê xwe çawa bi nav kiribe ev ne girînge. Ya girîng divê di nav vê zanistiya jin de xwe pênase bike. Dema xwe pênase bike ew dê bikaribe cudabûna xwe jî li wê derê îfade bike.

Em bi xwe jî dibêjin ku hemû jin divê xwe bi zeka û dilê xwe pênase bikin, ji ber ku heta niha ilim weke mêjî tê pênase kirin. Em jineolojiyê bi dil û mêjî pênase bikin  em ê bikaribin êdî zêdetir heqîqeta jin jî bidin meşandin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button