Şoreşa 19’ê Tîrmehê Azadiya Gelên Rojhilata Navin e

               

Di destpêka buhara şoreşa gelan de pareke Sûriyê jî ji şoreşê hebû ku çend komên ji pêkhateyên gelê sûrî yê şoreşger dît ku vê şoreşê dest bi guhertina rêya xwe kir, ta ku şoreşa 19’ê Tîrmehê derket holê, şoreşa ku maf û rûmet vegerandin û wateyên giran û bala yên mafên rewa temsîl kir, ev şoreş bû şoreşa jina azad û îro ne tenê bû şoreşa rizgariyê ji bo Bakur Rojhilatê Sûriyê, lê  belê ji bo hemû herêmên Sûriyê ku çirûska wê di 19’ê Tîrmehê de ji bajarê berxwedanê Kobanî veda. Ev şoreşa gel a demokratîk ya ku wek bingehekî xurt ji bo bidestxistinên şoreşê di gewher û aliyên wê yên zanistî û rêxistinî ve hat dîtin, hemû daxwazên gel bê cudakirin û bi nihêrîneke giştî pêk anîn, ji bo vê şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bû , ji destpêka tevlîheviyê û aloziyê de ta vê kêliyê gelê me bi  bijarteyên herî bibandor ve xwe girê dide û hîna şoreşa gelê me wek bersivekê ji bo hemû têşeyên ku di rêya wan de mirov dikare azadî û aramiyê di Sûrî û herêmê de bi dest bixe. Berdewamiya “Şoreşa 19’ê Tîrmehê” li Bakur Rojhilatê Sûriyê palpiştiyeke xurt e ku ew bi pêşketinê re bû û hîn dide pey wê û bi bijarteyên teng ve nesînorkirî ye ku dibe ku yek ji wan bibe sedema  jihevketin û hilandina wê, wek aliyên din, tevî hemû hewildanên qirkirinê yên ku pêk hatin û bitaybet ji aliyê dewleta Tirkî ku hîn jî li dijî gelê me li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê berdewam dike, lê xurtbûna şoreşê û parastina rol û pêşketina xwe tekez dike ku ev şoroşeke giştî ye nûnertiya gavavêtineke girîng di dîroka Sûriyê de dike, ku ew ji bandorbûna wê bi pîlanên hêzên dijî arezû, mafên gelê Sûrî û hewldanên wî ber bi Sûriyeke nû, azad û demokrat xurtir e.

Em di federasyona gaziyên Bakur Rojhilatê Sûriyê de li hemû gelê xwe salvegera heştemîn ji 19’ê Tîrmehê re pîroz dikin, şoreşa mafên rewa û şoreşa jina ku rastiya jinê vejîn kir û rola wê ya girîng di parastin, berxwedan û siyasetê de ku jin di Rojava de bû sembola qebxwaztin û lehengiyê û li dijî hemû karîgeriyên ku rola wê qels kir û hebûna wê çewisand bi ser ket. Em tekez dikin ku şoreşa me ta pêkanîna çareseriya demokratîk û çareseriya doza kurdî di nav çareseriya sûrî de berdewam e, ku mirov nikare li ser çareseriyeke demokratîk bê hebûna çareseriyeke doza kurdî di Sûriyê de di çarçoveya Sûriyeke demokrat pirnetew tê de hemû welatiyên wê bi rûmata xwe bijîn û mafên xwe yên rewa bi dest bixin di çarçoveya arezûyên Sûriyê de biaxive, ev tiştê ku di rêya pêşxistina projeya biratiya gelan û vejînkirina têkiliyên girêdana dîrokî di navbera pêkhateyên Sûriyê bi destgirtina netewa demokrat wek bingeh û binçîneyeke misogerkirina aramî û aştiyê. Şoreşa me ji xerabkirina teşeyê wê ji aliyê dekbaz (komploger) û xwefiroşan ji welatiyên sûriyê mezintir e, dê ji bo yekîtiya netewî ya Sûrî, yekîtiya erdnîgariya Sûrî, yekîtiya civaka Sûrî û nirx û binçîneyên şoreşa me di diyalog û çareseriya aştiyane de navnîşana çareseriya Sûriyê her ber xwe bide. Çiqas ku zext li ser me zêde bibe, em ê jevketina tevna netewî ya sûrî qebûl nekin, em ê bi hemû derfetên xwe yên kar û rêlibergirtina li ber hemû hewildanên cudahîxistin û dedeqodiya di nav gel de têbikoşin. Em bangewazên aştî û demokrasiyê ne û em ê tu carî ji bilî palpişt û sedemeke xurt ji bo pêkanîna van nirxên însanî li ser rûyê erdê ji destpêka şoreşa me de nebin.

Vîn û berxwedan di “19’ê Tîrmehê” de bi canê lêhengên ku ji bo pêkanîna şoreşeke demokratîk şehîd ketin dest pê kir. Em ê bi hêza gelê me û giyana berxwedanê ya ku di Serêkaniyê û Kobanî de derket, wek ku em li dijî terorê bi ser ketin, em ê li dijî dagirkeriya tirk di Efrîn û Serêkaniyê de jî bi ser kevin. Dê vîna jina azad bi ser keve û em ê civakeke demokratîk di rêya têkoşîna me ji bo pêkanîna projeya netewa demokratîk û yekîtiya gelan -projeya herî xurt ya ku pêdiviyên gelan, yekîtiya wan û pevgirêdana wan pêk tîne- ava bikin.

Bi vê boneya mezin Federasyona Gaziyên Bakur Rojhilatê Sûriyê hemû gelê sûrî û bitaybet Bakur Rojhilatê Sûriyê vedixîne vedîtina pîlanên nû ji bo karê hevbeş, pêkanîna aramiyê, sekinandina şer li Sûriyê û bi nirxên dadgerî û hevbeşî ji bo hemû pêkhateyên gelê sûrî avakirina welatekî nû . Dilovanî ji bo şehîdên me û sexwehatina bilez ji bo birîndarên me.

                                                                           Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê

 

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button