Gaziyên şer bi rêzecivînan geşedanên li herêmê nirxandin

Gaziyên şer ên herêma Cizîrê bi rêzecivînan rewşa siyasî û geşedanên li herêmê nirxandin. Gaziyan diyar kirin ku şert û merc çi din bila wê ji bo parastina destketiyên xwe têkoşîna xwe bênavber bidomînin.

Li Herêma Cizîrê gaziyên şer nêzî hefteyekê ji bo nirxandina rewşa siyasî û geşedanên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û giştî herêmê kom bûn.

Di rêzecivînên bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kirin de, gaziyan bi nirxandin û nîqaşan tevkariya xwe li civînan kirin.

Di civînan de bi taybet geşedan û pêşketinên demên dawî de di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de li ser esasê entegrasyonê didomin nêrîn hatin parvekirin.

Hate destnîşankirin ku ji bo entegrasyon bi awayekî serketî bi encam bibe û mafên pêkhateyên tevahî gel û baweriyên Sûriyeyê werin garantîkirin wê gaziyên şer jî di vê pêvajoyê de bi rola xwe radibin.

Gaziyan bal kişandin ser şerê li Rojhilata Navîn didome û gotin, “Di şeran de herî zêde zarok û jin zerar dibînin. Ew şer helbet ji aliyê hêzên dixwazin hegemonyaya xwe li herêmê zêdetir bikin tên pêşxistin.”

Gaziyên şer di nirxandinên xwe bal kişandin ser hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê û ev gotin, “Rêbertiya me bi salan e ji bo xwîn nerije û pirsgirek bi rêyên diyalogê çareser bibin, di nav hewldanan de ye. Rêbertî ji hêza xwe û ya gelên xwe bi felsefeya Rêbertî rêxistin kirine piştrast e. Em jî weke gaziyên şer hêza xwe ji Rêber Apo û şehîdên xwe digirin. Em ê bi vê hêz û îradeyê bi ser kevin.”

Gaziyan herî dawî jî dan xuyakirin ku merc û şert çi din bila wê ji bo parastina destketiyên xwe têkoşîn û xebatên xwe bênavber bidomînin.

Civîn bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bûn.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button