Bibe Xwedî Vîn Û Hizrê Azad

  • Em şoreşa civakî ji bo bikaribin hez bikin û bigihên jiyana pîroz pêktînin.

“Ji dîroka şaristaniyê pê ve pêşketina civaka çînî civakîbûn û netewîbûn ji koletiyê heta roja me heta rengirtinên civakê yên cihê her yek ji eşîret û civatên gelan bi rengên cuda pêk hatine. Carna bi aştî, carna bi şer, carna bi rêbazên çandî û aborî, carna bi rêbazên siyasî hiştiye ku hindek erênî bi pêş bikevin û hindek jî tune bibin. Ji bo hindekan jî rê vekiriye ku di asta navîn de bi pêş bikeve û ji ber sedemên hundirû û derve pêşketinên civakî û netewî di Kurdistan’ê de gelekî lewaz maye. Encameke bi vî rengî derxistiye holê. Mirov dikare bibêje welatê me ji bo cara yekem derketina koletiyê ji civaka mirovan re dergûşî ango navendî kiriye. Hemû pêvajoyên şaristaniyê bi rengên gelekî neyînî, bi rengê dagirkirin, zordarî û talankirinê xwe dide nîşandan. Ev yek jî ji bo reva çiyan û di asta malbat û qebîleyên hov de were jiyîn rê vedike. Şaristanî di Kurdistan’ê de ne bi aliyên erênî hîn zêdetir bi aliyê dagirkirin û talanê cih digre. Ji ber wê jî ger tê xwestin di nasnameyeke ku em bikaribin jê re bibêjin Kurdîtî hebûn were domandin pêwîste mirov xwe bispêre çiyan. Ev yek jî her dem ji bo gelek deman tenê bi rengekî li ser piyan mayinê derdixe pêşberî me.

Malbat asta eşîret û qebîleyan jî di cihekî de pêvajoyeke hov a pêşketina civakî temsîl dike ango rengê civakê yê bingehîn a serdema komûnal a hov rave dike. Asta netewî û civakî paşketî ye. Hela siyasîbûn hîn jî paşketiye. Astên din ên aborî û civakî qat bi qat paşketîbûneke giran dijî.

Dema ku rengirtina jin, zilam û malbatên li gel me mirov bîne pêş çavan balkişandina vê taybetmendiya dîrokî girîng e. Bi qasî ku mirov bibîne ka pêşketina şaristanî ji bo her welatî û ji bo her gelî çi rave dike, ger bi rengê anîna gel hev ve were bidestgirtin dê çawaniya vê rengirtinê hîn zelaltir were fêmkirin. Di heman demê de ev yek dê me bibe pergala me ya têkîliyan a gelekî têkîlhev û rastiya me ya civakî ku ketiye rewşa kaosê dê hîna rastir fêm bikin. Ew jina ku bi tenê tê xwestin bi kevneşopiyan were rizgarkirin û di riya wê de tekoşîneke ku bi rengekî xirab paş dixe tê dayîn, malbata ku derûdora wê tê avakirin û ew feraseta qaşo namûs û exlaq ku li ser wê tê bilindkirin dibe ku berovajî vediguhere taybetmendiyeke ku herî zêde xizmeta dijmin dike û wan tune dike.

Me gelek zelal derxiste holê ku ew helwesta exlaqî ya bingehîn li derûdora jin û malbatê ku dikevine navê û bi rengekî heta dawiyê kevneşop û hişk tê avakirin. Raveya wê ya herî berbiçav jî ew binkeyên namûs, rûmet û kesayetê di rastiyê de bêyî ku bikeve zanebûna wê dijberê xwe diafrîne. Bi gotineke din ve namûs dibe navê bênamûsiyê, rûmet ê bêrûmetiyê, kesayet jî dibe rûpoşê bêkesayetiyê. Her çi qasî bi êş be jî di rastiya me ya civakî de ev yek wisa ye. Dema hate xwestin hîn baştir û kûrtir were dahurandin dê were dîtin ku tiştên ku li hember dîrokê û di roja me de li hemberî dijmin ber bi her cureyê binketinê ve dibe di encamê vê yê xwezayî de me dibe şertên jiyaneke hîn paşketîtir û nayê qebûlkirin. Ew wateyên ku em didin van têgehên di riya wan de her tiştî feda dikin û encamê helwestên ku têne girtininin. Rastiya Rêbertiyê di PKK’ê de ji dayîkbûna xwe heta roja me vî tiştî bi rengekî balkêş dibîne, bi dahurandinên berfireh ve nasnameya civaka nû û netewî dide, li hemberî rastiya dijmin ku dorpêç kiriye dîsa li hemberî aliyên nokerên kevneşop û feodalên girtî ku xizmetê wê dike, weke şerekî ku tekoşînê dide tê bidestgirtin. Bi vî rengî ew helwesta ku em jê re dibêjin azadî dê were çi wateyê derdikeve holê. Ji ber wê jî civak gelekî tund tê rexnekirin. Ew feraseta têkîliyan ku rewa tê pejirandin tê rexnekirin û lêpirsîn. Ev lêpirsîn hetanî kesayet tê daxistin. Asta azadiyê xwe nîşandana vê ji bo exlaq û şêweyên cihê yên çandî ya herî girîng jî cihê vê di rastiya şer de tê danîn. Girêdaniyên berê çi qasî ristekî asteng dilêyîze û şermê ava dike derdikeve holê. Di vir de her tişt serûbin dibe. Berî vê yê ku rewa hatiye pejirandin ne rewabûna wê yê birûmet hatiye hesibandin, bêrûmetiya wê yê jê hatiye şermkirin neşermbûna wê tiştên ku pêşketin hatiye gotin nepêşketina wê tê zelalkirin. Serûbinbûneke wisa tê jiyîn. Vejîneke jinûve ya li ser lingên xwe dibe mijara gotinê. Ev xwe dide hîskirin û nîqaşên di nava PKK’ê de wê jiyana nû pêwîste çawa bibe derdixe holê. Pirsgirêk bi rengekî gelekî zelal û berfireh tê hîskirin. Tiştê ku di dîrokê de hatiye wendakirin, dubare anîna wê ya rojeva dîrokê wiha çêdibe. Her pirsgirêk çawa ku despêkê dibe rojev û li bersiva xwe digere rojevkirina bersiveke wiha ya partiya me jî mijara gotinê ye. Pirsgirêk baş li holê hatiye danîn. Mirov dikare vê yekê hîna berfirehtir bike. Lê belê pirsgirêk bi aliyê xwe yê çareseriyê û bersivên hîn girantir ve dikeve rojevê.

Em tenê xwe bi rexnekirin û tawanbarkirina ya kevin ve têr nabînin. Tiştên nû û tiştên pêwîste em biafirînin çî ye, di têgihiştinê de û di pêkanînê de emê çawa nêzîk bibin jî derdixînine holê. Pêwîste neyê jibîrkirin ji bo biryarên rast werin dayîn û gihiştina helwesta rast çêbibe, kesayetên serbixwe pêwîst in. Ew kesayetên ku ji hemû aliyan ve girêdayî ne, di hest de, hizir de û helwest de kesên ku wiha ne gihiştina wan a biryarên azad û rengên jiyanê ku ji vî tiştî çavkaniya xwe digre zehmet e. Yan jî bigihên jî ev jiyan gelekî tevlîhev e. Pêşketineke herî pîroz ku partiya me de hatiye pêşxistin jî di nêzîkbûnên jin û zilam de helwesta serbixwe bi jîrbûneke mezin, sebir û hewldanê ve hatiye pêkanîn. Çareseriya ku di nêvenga PKK’ê de em gihiştinê yan jî bersiva ji bo pirsgirêkê hatiye dayîn di rastiyê de pêkanîna jin û zilamê serbixwe ye.

Dema em rexneyên di hundirê partiyê de tînine ber çavên xwe dê were dîtin ku êşên herî zêde têne kişandin ew xwesteka şêweyên têkîliya yên heyî feraseta malbat û qebîleyê bi mirinî anîna nava me ye. Partî di vê mijarê de bi tekoşîneke birêgez û mirinî ji bo vê bersivê dide. Ji ber ku partî datîne holê ku ev nêzîkbûn asta netewî û civakî lewaz dihêle herî kêm bi qasî komkujiya dijmin civakê tevlîhev dike. Ji ber wê jî şerê li hemberî wê şerekî bîrdozî û siyasî ye. Di encamê de her kesekî ku dixwaze PKK’yî be nêzîkî rastiya şer bibe, bigihê kesayeta serbixwe bi taybet dixwaze ji koletiya ku li jinê tê ferzkirin jê rizgar bibe û ew pergala têkîliyan ku li dijberî jinê ne derbas bike, pêwîste ji serî hetanî neynokê serbixwe be. Bibe xwedî helwestên azad, bibe xwedî vîn û hizrê azad. Wiha ye ku helwestên wan jî dê bibe raveya azadiyê. Em dema asta azadiyê ya partiyê bi pêkanîna vê rêgezê ve girê didin, pêwîste mirov vê yekê di civakê de jî belav bike. Ev bersiveke gelekî mezin e. Asta pêşketinê ya PKK’ê dibe ku ji hemû aliyan ve derneketiye holê. Lê belê pêwîstiya têgihiştinê heye. Di serî de rizgariya civakê di nava PKK’ê de digihê bersiveke wiha. Mirov dikare bibêje ger ew bersiv bi rengekî bibiryar di civakê de were nîşandan şoreşekî gelekî xwedî bingeh hê ji niha ve digihê hêmaneke saxlem.

Bêguman çareseriya di partiya me de em gihiştinê him teorîk e, him jî bi rengê ev qas hêjmareke kadro ku mirov nikare biçûk bibîne hêza wan a hizirandina serbixwe û biryardayînê derdikeve holê. Em her dem tînin ziman dema ku ji bo têkîliya jin û zilam rengê wê yê berê rexneyên hişk têne kirin û nepejrandina wan tê nîşandan, li şûna vê ji bo têkîliya azad nêvenga wê û rengê wê ev qasî zelalkirin ji bo helwesta bi vî rengî azadbûyînê nêvengeke guncaw pêşkeşkirin dibe pêşketineke herî mezin. Dibe ku rewşeke gelek kes fêm nakin û pîroziya wê teqdîr nakin, îro di xebatên jinê de weke pêşketineke gelekî girîng nirxandin, vê astê hîn dewlementir kirin, erkê herî bingehîn a xebatên jinê ye. Ji ber wê jî kongreyeke jinê pêşketineke herî girîng ku di vê mijarê de hatiye pêkanîn e. Ji bo xwe kirina mijara nîqaşê ya bingehîn, li ser bingehê vê nîqaşê ji bo xwe erk diyarkirin hîn pêşçavtir yekirina jiyanê riya herî saxleme ku mirov bikeve tê de. Bêguman ger ev hêman her dem were şopandin mirov destên xwe biavêje kîjan têkîliyê dê bigihê encamên bitenduristî.

Girêdaniya vê bi rastiya şer ve baş derketiye holê. Wateya bûyîna xwediyê helwesta azad a bi vî rengî di nava jiyana şer a balkêş de cihê xwe diyarkirin, dîsa di nava avahiya rêxistinê de cihê xwe girtin û bûyîna xwediyê xebateke siyasî ya bihêz e. Ger tê xwestin asta azadiyê di têkîliyan de were avakirin û tê xwestin veguhere şêweyeke jiyanê pêwîste baş were şerkirin, baş siyasîbûn çêbibe û ji bo wê jî pêwîste rêxistinbûn baş were pêkanîn. Ji ber wê jî em bi ziravî diyar dikin ku kesayetên gelekî baş rêxistî nebûye, li ser vî bingehî siyasî û leşkerî nebûye nikare azad bibe. Ger tiştê mijara gotinê rastiya Kurdistan’ê be, rêxistina ku ji vê re rêbertiyê dike PKK be, em li asta rêxistinbûna ew kesên ku dixwazin bibiryar bin û bibêjin, “ez azad im, xwedî biryara azad im” temaşe bikin. Emê ji bo rêxistinbûnê li perwerdeyê, ji bo siyasîbûnê şûna astekî berfireh kûranî girêdaniya siyasîbûnê bi şer ve, çi qasî tevlî dibe û çi qasî şensê pêşketinê dide, temaşe bikin ku em bizanibin ka pileyên wan helwestan ên azadiyê çi qas e? Misoger têkîliyên wan bi hev re gelek in. Qutbûna di qadekê de dê rê vebike ku qadên din jî ji dest biçin. Ji bo vê yekê jî pêwîste mirov bi sîstem bigre dest, bi qasî tê dîtin di heman demê de ew bi xwe re disîplîneke tund jî tîne.

Azadî weke ku gelek bawer dikin, lîberalîzmeke ne cidî û kevin nîne. Azadiya li gel me helwesta azadiyê ya çînê herî kedkar e. Lê belê ew jî bi tenê bi disîplîneke ji dil a bihêz ve dê were pêkanîn. Bi rêxistinbûn, siyasîbûn û leşkerîbûn di rastiya Kurdistan’ê de û di rastiya wê ya şer de jiyaneke di asta herî jor de bi disîplînbûnê, ji bo rêgez li ser bingeha xetê ku gelekî tund girêdaniyê hemû jiyana xwe fedayî vê yekê kiriye û hewldanên vê yên herî serkeftî pêwîst dike. Ji ber wê jî ger jin dibe, ger zilam dibe yê ku nekeve rêxistinbûneke di asta bilind de hewldanên wê siyasîbûnê û leşkerîbûnê nede yê ku bi girîngiya kedê me ve û pêwîstiya bi cîhaniya wan ve neyê girêdan, milîtaneke ku xwe dixapîne ye. Pêwîste mirov zêde bi kesayetan ewle nebe. Ger em bizanibin bi biryarî, bi asta rêxistinbûyînê ve bi hewldanên berfireh ên di hemû qadan de bi taybet girêdaniya wê ya bi rastiya şer ve ew jî tenê bi axaftinê na, pêwîste li pratîkê nêrînê ve wekhev tê dîtin. Ger em pêwîstiya vê pîvanê pêşçavgirtinê her dem bizanibin emê bigihên helwesta azadiyê ya zexm.”

Rêber APO
“Ji perspektîfên Rêber APO a “Şoreşa Civakî û Jiyana Nû”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button