Rêwiyên Rêya Azadiyê
Arîn Koçer
Çend ciwanên serhildêr ji Botana rengîn ketin rêya çiya, soz dan Rêber Apo, şehîdan, gelê welatparêz û dan ser şopa Egîd, Nûda, Zinarîn û Kûrtay Feraşîn. Ciwanên dilgeş û bi kelecan bi bîr û bawerî û vînek mezin dan ser şopa lehengan. Gotin, berxwedan jiyan e û bi karwanê şoreşê re meşiyan. Ciwanên Kurd ên nûhatî serweriya dijminê faşîst li ser xwe qebûl nekirin û dan ser xeta qehremanan. Koma ciwanên şoreşger bi hev re soza xwe dan û beşdarî nava refên şoreşê bûn ji bo gel û welatê xwe ji destê zaliman, rizgar bikin û berbanga gelê xwe derînin. Ew koma ciwanên welatperwer ji bajarê Silopiya ketin ser rêya çiyayên berz û pîroz.
Jixwe bajarê Silopiya cihê şehîd û şoreşgeran e, li ser şopa wan şehîd û şoreşgeran koma hevalên ciwan jî bi wan bandor bûn û berê xwe dan nava gerîlayên azadiyê. Ji malbata me gelek heval beşdarî nava refên şoreşê bûn û yek ji wan jî hevalê Yilmaz Sipêrtî bû. Hevalê Yilmaz tevî çend hevalên xwe soza xwe didin, derdikevin çol û çiya ji bo bi serbilindî xaka xwe biparêzin. Çi qasî tesadûfeke balkêş e ku dema niha ez vê nivîsê dinivîsim di televîzyonê de daxuyaniya şehadeta hevalê Yilmaz tê dayîn. Bi rastî şehîd Yilmaz ciwanekî pir jîr, zana û fedakar bû. Şehadeta wî li çiyayê Botana rengîn çêbûye, li herêma lê mezin bûye û tevî sê hevalê xwe bi berxwedaneke mezin gihiştiye şehadetê.
Şehîd Yilmaz tevî her sê qehremanên dilwêrek, piştî cebilxaneya wan bi dawî dibe her yek ji wan guleyekê ji xwe re radikin. Dema dibînin ku wê bi saxî têkevin destê dijmin bi guleya ji xwe re hiştine diçin şehadetê û tevlî karwanê şehîdan dibin. Şehadeta hevalê Yilmaz û koma hevalên pêre, cihê xembariyek pir mezin e û ez jî careke din soza xwe ji wan re nû dikim. Dibêjim, em ê tola we hilînin heval, em ê Kurdistanê ji dijmin û neyaran re bikin goristan. Ez hevalê Yilmaz ji zarokatî ve nas dikim, bi rastî hevalekî ji xwe bawer û zana bû. Pir jî ji çiya hez dikir û li hemberî dijmin bi kîn bû.
Piştî hevalê Yilmaz beşdarî nav refên gerîla bû, xwişka wî Delîla jî tevî hevalê Têkoşer berê xwe da çiya û beşdar bû. Piştî beşdarbûna wan hevalan gelek ciwanên herêmê tevlî nava şoreşê bûn û yek ji wan ciwanên bi wê koma hevalan bandor bû jî ez bi xwe me. Bi rastî bandora wan lehengan li ser me tevahiyan kir û me berê xwe da çiyayên welat. Hevalê şehîd Qehreman jî da ser şopa, wan pakrewanan û beşdarî nava refên partiyê bû. Dema em tevlî refên Tevgera Azadiyê bûn, me tiştek nizanîbû, em bê tecrûbe û bê ezmûn bûn. Em weke mirovên kor bûn. Hevalê Têkoşer her şîret li me dikir û ezmûnên xwe bi me re parve dikir.
Em gelek tişt ji hevalê Têkoşer fêr bûn. Em bûn xwedî ezmûn û me kesayeta xwe nas kir. Hevalê Têkoşer ji me re qala kesayeta Rêber Apo dikir û digot, “Pêwîst e hûn felsefeya Rêbertiyê pir baş bixwînin, fêm dikin da ku hûn di jiyana xwe de pêk bînin.” Ji me re digot ku hûn weke jin pêwîst e xwe li ser felsefe û zanista Rêber Apo perwerde bikin û xwe pê biparêzin. Dema me lê guhdarî dikir em gelekî kêfxweş dibûn û kêfa me jêre dihat. Me ew weke zanyarê xwe didît. Piştre ez û hevalê Têkoşer bi hev re ketin yekîneyekê û diyalogên me yên wiha berdewam dikirin. Me ji hevaltî û jîrbûna wî hêvî, hêz û bawerî digirt.
Hevalê Têkoşer pir ji nivîsandinê hez dikir. Dinivîsand û ji me re jî digot, “Rojnivîsên xwe binivîsin ji bo ji dîrokê re bimînin. Ev rojên me wê hemû bibin dîrok.” Em li bajarê Minbicê jî bi hev re bûn. Jixwe ji ber em di şer de pir bi hev re man. Şehadeta heval gelekî bandor li min kir. Careke din ez dibêjim ku wendakirina hevalan ji bo me cihê xembariyeke pir mezin e. Ez ji hevalê Têkoşer û tevahî şehîdan re soza xwe nû dikim û dibêjim em ê tola wan ji dijminê faşîst rakin û layiqî wan bin.