Rêber Apo careke din bal dikişîne ser pêdiviya demokrasiyê

Emel Welat

Min weke her carê hevdîtina bi Rêber Apo re meraq kir û ji bo ez pêvajoyê hîn baştir fêm bikim jî min bi taybet şopand. Ya herî girîng jî ew ei Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê hevdîtina xwe ya herî dawiyê de jî diyar dike ku demokratîkbûn pêwîstiyeke jiyanî ye. Jixwe weke gelê Kurd em jî wiha ji Rêberê xwe fêre bûne ku ne bi demokrasiyê be wê çareseriya pirsgirêka me û wan çar dewletan çareser nebe û ev pir zelal li ber çavan tê raxistin. Divê em jî xwe jêre amade bikin û çalak bin.

Rêber Apo di vê hevdîtinê de jî bal kişandiye ser sererastkirina zagonên destûrî ên Tirkiyeyê û gotiye, “Eger em di zagonên destûrî de guhertinan çêbikin wê, me bibe avakirineke pozîtîf a rasteqîn û pêvajoyeke welê ku çerxa demokrasiyê lê bigere.” Rêber Abdullah Ocalan îşaret pê kiriye û diyar kiriye ku demokratîkbûn pêwîstiyeke jiyanî ye û serketina pêvajoyê jî wê me nêzî vê armancê bike. Naxwe divê em bi xwe jî tewcîhatê xwe ji nirxandinên Rêber Apo bigirin û wisa jî tevger bikin. Her çi dikeve ser milên me de divê em jî pêk bînin. Jixwe pêwîst e em wiha fêm bikin ku Rêbertî ji bo me jî dibêje amade bin û ji bo pêvajoyê têkoşîn bikin.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Rêber Apo re pêk anîbû daxuyanî da. Em hemû bi kelecan li benda daxuyaniya têkildarî hevdîtinê bûn. Encamên ji hevdîtinê derketin ji bo me jî bû rênîşandana kar û xebatan. Ji bo Dem Partiye re jî bû nexşerêya berdewamkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Şandeyê ragihand ku 24’ê Gulana 2026’an de weke şandeya Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan û hevalên li gel wî dimînin re hevdîtinek pêk anîne. Hevdîtinê Rêber Apo destnîşan kiriye ku civakên bi hêrseke mezin tijî û dagirtî ne, bêyî fikrekî mezin û bêyî nirxên exlaqî yên mezin nikarin bêne guhertin.

Rêber Apo nirxandinên xwe yên girîng û zêrîn wiha berdewam dike û dibêje: “Di her asta jiyanê de û nexasim jî di aliyên exlaqî, siyasî, hiqûqî û aborî de gelekî asê û tengav bûye. Ji ber vê yekê em di pêvajoyê de israr dikin û dilezînin.” Ev jî dide diyarkirin bê ka Rêber Apo rewşa gel a gelemperî çawa digire dest û di çareseriyê de weke yekan e rêbaza wê jî jiyana demokratîk e datîne holê, têde jî israr dike. Em jî wiha fêm dikin ku Rêber Apo xwe weke mertalê jiyana wekhev û demokratîk dide nîşandan, gelan ji şer û tundiyê diparêze û ketiye nav hewldana bi temamî şer û tundiyê bi dawî bike ji bo mirov hew bene kuştin û hew dayik bigirîn.

Ez bi xwe ji wateya nirxandinên birêz Abdullah Ocalan wiha, dahûrandin dikim û nêrîna xwe jî pêş dixim. Her gel ji hêla pêşeng, rayedar û serokên xwe ve çawa hatibin hazirkirin û perwerde kirin, weke hişmendî wiha jî fêr dibin. Her wiha ji wan re kedeke pir mezin e hewce ye ku hişmendiya xwe biguherin. Nexasim jî ew netewe bi hişmendiya, dewleta netewe hatibe mezinkirin.

Her çiqasî zor û zehmet be jî Rêber Apo bi kelecan û baweriyeke pir mezin barê wê hildigire ser milên xwe û dibêje, “Bi dîtina min, konjonktura Rojhilata Navîn hîn jî dikare her tiştî bi xwe re bîne. Dewletên weke Îran û Îsraîlê hişk dibin û diyar e wê bêhtir hişk bibin. Li Rojhilata Navîn afirandina neteweperestî û cihêkariyê, mezinkirina mîkro-neteweperestiyê zerarê dide.

Em karekî pêvajoyê dimeşînin ku bûyerên bi rîsk ên li herêmê bişopîne, pêşî lê bigire û hesabpirsîna bi xwîn ji holê rake. Bêguman girîng e ku karê tê kirin hemû bibe xwedî çarçove û bingehekî zagonî. Mayîna di nava hêvî û bendewariyê de, wê tenê rîskê bi xwe re bîne. Dema me nîne ku em winda bikin. Ez bawer dikim ku aktor hemû wê bi vê feraseta berpirsyariya dîrokî rabin û Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê jî karên xwe bi vê hesasiyetê bimeşîne. Qanûneke çarçoveyê dikare bibe şaneya bingehîn a pêvajoya demokratîkbûnê.”

Rêber Apo li vir careke din hewl dide ku bale bikişîne ser zor û zehmetiyên rakirina şer, nakokî û dijminayetiya di nav gelan de hatiye çandin û dibêje: “Ev hemû jî nayên wê wateyê ku çareseriya aştî ne pêkan e. Pêwîst e her kes xwe bide ber barê pêvajoyê ku rayedarên dewleta Tirk û gelê Kurd û tevgera xwe ya azadiyê jî di navê de. Divê her kes xwe ji bo çareseriyê amade bike û bar hilgire ser milên xwe”

Rêber Abdullah Ocalan wiha berdewam dike, “Sererastkirina qanûnî wê me bixe nava avakirineke pozîtîf a rasteqîn û pêvajoyeke, welê ku çerxa demokrasiyê lê digere. Demokratîkbûn pêwîstiyeke jiyanî ye û serketina pêvajoyê jî wê me nêzî vê armancê bike. Ma di demokrasiyê de wiha dibe ku mirov bi dijwarî û hêrsê  deriyê navenda giştî ya partiyeke siyasî bişikîne û bikevin hundir de? Bûyerên ku têkildarî Partiya Gel a Komarê qewimîn, pêwendiya xwe bi nebûna siyaseta demokratîk û nemeşîna demokrasiyeke rasteqîn heye. Sedema ku rewş aniya vê astê jî ev e; bêparbûna ji pîvana demokrasiyê ye ku di bingeha komarê de heye. Nêzîkatiya ku demokrasiyê weke luksekê, weke demagojiyekê, weke zimandirêjiyê dibîne, her wiha demokrasiyê girîng nabîne, encamên xwe; şaştiyeke metirsîdar e.

Bi qasî afirandin û pêşvebirina wesfê demokratîk ê komarê rewşeke din a lezgîn nîne. Em hewl didin li vî welatî zemînê vê yekê ava bikin û derfetên wê mezin bikin. Em li Îmraliyê gelekî girîng dibînin ku ber bi gavên qanûnî yên ji bo çareseriyê ve komarê ji pêngaveke demokratîk, ji hiqûqeke demokratîk re amade bikin. Em vê yekê weke gavek ji bo bidawîkirina kêmasiya demokrasiyê ya nava partiyan û navbera partiyan dibînin. Bersiva van hemû hewldanan wê afirandina çand û naverokeke demokratîk a komarê û avakirina sîstemeke hiqûqî be, ku van hemûyan garantî dike. Li ser vî bingehî ez bang li her kesî dikim ku tevkariyê li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike. Wateya entegrasyona Kurdan a li komara demokratîk ev e. Em hewl didin wê rewşê bi dawî bikin ku meseleya Kurd bi salan lê asê maye.”

Ez bi xwe ji Rêber Apo wiha fêm dikim û li gorî hêza xwe û zêdetir jî xebat bikim. Jixwe Rêber Apo her carê dibêje, “Pêwîst e her kes destê xwe têxe bin kevir û bi erka xwe rabe.” Divê em jî xwe berpirsiyar bibînin, ji dil û can ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xebat bikin. Ji be ked û têkoşîna Rêber Apo a bêhempa ji bo me ye. Rêber Apo dibêje, “Hêmana tundiyê ya ji ber meseleya Kurd rû da, bi sîstematîka çareseriyê ji holê tê rakirin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re bibêjin, pêvajoya jinûve sererastkirin, hemdemkîkirin û nûjenkirina têkiliyên Tirk-Kurd.”

Careke din Rêberê Gelê Kurd tekez dike ku divê her kes bi kar û xebata xwe rabe û bibe xwedî rola dîrokî ji bo çareseriyê. Weke ku pir zelal diyar dibe Rêber Apo xwe di çareseriyê de kilît kiriye û hewl dide her du alî jî bi temamî amade bin da ku ji bo çareserî û aştiyê xebateke xurt û bi lezgîn bikin. Rêber Apo di vê mijarê de wiha jî dibêje, “Ez ê bi xwe hazirî û amadebûna xwe her cure pêşniyar, rexne û tevkariyê bi hesasiyeteke pir mezin binirxînim. Di vê demê de ku pêwîstiya me ya bi demokrasî û aştiyê ji her demê bêhtir heye, ji ber piştgiriya wan a gelekî girîng, hemûyan silav dikim.” Ez jî weke ferdek ji vî welatî dema ez vê daxuyaniyê dixwînim dibêjim ku em hemû jî mukelefin erka xwe ya ji bo pêvajoyê pêk bînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button