Di Şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê De Gazîbûn(2)

Ger  mirov  destpêkê  gazîtî pênase bike,bê guman  gazîbûn serkeftinê  şunvê  tê binav kirin ji ber wê jî berê  serkeftinê pênaseyeke wek  gazîtî heye em nikarin bêjin. Nêzikahiyên cihanê de ango qanûnên şer de piştê serkeftinê gazî  derdikevin  hole.  Dema peyvê Gazîtî tê şixûlandin ne tenê wateyê birîndar de ye, yê ku di nava şer de tevlîbûn daye çêkirin wek gazî tê pênase kirin. Gazîbûn piştî serkeftina şer, serkeftina azadî û serkeftina gihîştina armanc re nasname gazîbûyînê derdikeve. Şoreşa Rojava de navê gazîbûyîne hîn bêhtir hevalê birîndar re û yê ku parçeyek laşe xwe ji bo şoreşê feda kiriye, tevger kirine de an jî di çûyîn û hatinê de, di derfetê  tevger kirine de zexmetî hat kişandin van hevalan wek gazî hatin binav kirin. Bê gûman dema ku em Gaziyên Şoreşa Rojava, Bakurê Suriyê û li Gaziyên cîhanê an jî bîrindarên artêşen binêhêrin ferqekî ciddî di mebdê de,  di şoreşê de, di tehemmûla jiyane demirov ferqekê pir cîddî  dibîne. Artêşên cîhanê de hûqûqên diyar hene. Ev hûqûq dide diyar kirin ku Gazîçiye û bîrîndarên  şer  çiye?  Mafê wê çine?  Erkê wê çine? Be guman gazi an ji birîndarên şer yê artêşên cîhanê de, pir wacîbatêkeû erkekê ciddî li ser piştavan namîne.  Piştî ku bîrîndardibinweke ku êdî nikarin şer de cîhê xwe bigrin an jînikarin jiyana  xwe dabirînên( temîn) bikin ji bo we jî  hûqûqên jiyanê tê debirînandin. Çine ew hûqûqên debirînandinê? Tendûristiya van, xwarina van an ji devlet mesuliyata tedavi û ji bo birçîna nemre ûmêsuliyêta jiyan kirine dide lê hûndirê Şoreşa Rojava, Bakurên Suriyê de ji ber ku destpêkê berpirsyartiyeke exlaqî, çandi û li gor rêgez û pirensîba tevlîbûnhate çekirin ji ber wê jî felsefeya çand û exlaq hat çekirin ûfelsefeya jiyanê esas hate girtin û li ser vê esasî tevlîbûn ji nava hêzen parastinê de an jî hezen parastina rewa de cih girtin hate   çêkirin. Ev jî hişt ku rêgez û pirensîba wê, felsefeya wê were diyarkirin. Li ser vê esas her ferdekê tevlî wê saziya parastina rewa dibû.Bi berpisyartiyekê xwezayî, berpirsyartiyek tabiî ango xwezayî nêzîk dibû û li ser vê esasî bi soza heya dilopa xwîna xwe dawî wêpêşengtiyê bike û bi vê sozê tevlîbûyina Saziya Parastina rewa dan, bi navê YPG an jî YPJ û di roja îro de Hêzên Suriye Demoqratîk (QSD)bi vê tevgerê re tevlîbûyîn çêbûn. Bi teybet di dema şoreşê de tevlîbûyînekê bidil de an jî tevlîbûyînekê bi îradî çedibû. Em dikarin bêjin yê ku tevlî dibû xwe tengasî de hîs ne dikir tevlîbûyineke pir xwezayî çedikir. Kesên ku xwe welatparêz hîs dike, kesên ku zilim dibine, kesekê xwedî  nêrîn û piroje an jî pirojeya YPG û YPJê yê parastinê li ser xwe wek erkekê xwezayî dibîne û tevlîbûyin vê pirojê re çekiriye ji bo vê  jî soza pêşegtiyê dide û li gorî vê berpisyariyê xwezayî xwe  bi rêxistin dike. Tevlîbûyînek ne ji bo bibe muxtar, axa, wezîr, dewlemend, ne jî ji bo bibe xwedî qesir û qonax, tevlîbûyîneke di hedefa giştî de biserxistina şoreşê û azadî û demoqratî heye. Pergalekê ku mafê mirov an jî mafê civakê, gel bin ewlehî debe ji bo  bikaribin xwe bi rêxistin bikin  û  afrineri wê  pergalê   peşbixin xwesteka ava kirina wê felsefe de ne. Li ser wê esasê tevlibûyîna xwe di nava Saziya Parastina Rewa de çekirin. Ev jî felsefeya şoreşe, felsefeya civaka   xwezayî û felsefeya ku her kesî  ku demokrasî û azadî  dixwaze ye. Bê gûman piştî tevlibûyînê her çiqasî tevlîbûyînek bi vê  rengê  hatibe çekirin ji wek  ku  saziya parastina rewa ji YPG û  YPJ  berpirsyartiya ku peşxistina vê qerarê  radikin. Di wê de perwerde tê kirin, ev perwerde li ser çi tê kirin?  Li ser zakîre siyasiya civakê tê kirin ango em di destpêka dîrokê de û dîrok di roja me îrode veşartiye ji bo vê jî her tiştekê di dîrokê de qewîmiye, ji çanda û exlaqê şoreşê ye her wihaînkar kirina tiştekî nake, her tişt vîne,  afirîneriyeke. Her gavavêtinek dirokê de wekê tecrûbeyekê, derfeteke ku dikare dişoreşa me ya îro de feydeyekî jê bibine û bixê bin xizmeta şoreşê û armancê şoreşê ji bo wê jî zakîra siyasi a civakî  ji çêbûna  ango gerdûnê û heya roja îro xweza bi ci rengî çêbûye, civakbûyina yekem bi çi rengî çêbûye, civakê bi çi renge xwe rêva biriye û hemu rêgez û  pirensîbên ku civakê pê  bawer kiriye ji bo xwe esas digre, li ser wê esasî  afirîneriyê û  xûlûqkarî  dike. Her roj ji bo têrkirin jibo ava kirin,xûlûqkarî ji xwere esas digre. Kesayetê di nava saziyên YPG û YPJ de cih digre; evkesayet, kesayetek ji esker zêdetir; kesayetek şoreşgere, afirînere,xwedî berpirsyartiya xwezayiye û çareseri de hertim pêşenge. Ev kesayet wan rêgez û pirensîba destpê dike, wê çaxê di birindarbûyînê de an ji fedakirinê parçêk laşe xwe an ji cane  xwe  seknandin di wê de çenabe. Pêdîviyên bi mafeki nan bixwe an jî li ser tenduristiyê vê tene were sekinandin, psîkolojiya vê xira bibe bijîşkekî vê psikolojik hebe ji ber ku di  artêşê de bi navê doxtorê   psîkolojik tê diyar kirin wê zêdetir wê çawa bikaribe wî valatîyê ku   parçeklaşê wê windabûye; bi  rexistin kirina civakê rêka armancê û hedefen şoreşê de çêbike ku wê valatiya  şexis, valatiya fiziki dabigire û afirînêriyê bikaribe bi rêbazekê dîtir kar bine. Ger nikaribe bimeşe,  dikare destê xwe karbîne, ger dest û ling felç be dikare zîhîn û zimanê xwe bikarbîne, ger çav nebîne zimanê xwe dikare bikarbîne. Di encam de hedef û armacê şoreşê de di zakîrasiyasiya cîvaki de xwedî kûrayiye ke,entellektuel perwerde dibîne û li ser wê esasî jî gav diavêje. Gaziyê ku vê aliye de xwe tam perwerde nekiribe, mirovê ku vê  aliye de  xwe, civak, dirok û hedefên şoreşê nas nekiribe bê guman ji  bo temam kirina  şexsiyeta xwe, gihîştina vê astê serî de xwe perwerde dike û berpirsyartiya perwerdeya kesayetaxwe radike. Xwe di feraset de, taybetmendî de, xwe danasîna teqînan de perwerde dike, xwe digihîne şexsiyeta entellektuel û bi rengekê fedayî peşengî dike, bi rengeke derwêşane erk pêk tîne ji bo vê ji wê valatiya fîzîkî rêbazên cuda cuda dadigre. Gelek minakên bi wê rengêdi nava şoreşê me de hene. Gaziyên an ji birîndarên şer di Rojava û Bakurên Suriyê de em dikarin bibînin ku rixmê rewşa fiziki ya ku pir zehmetî dide kişandan lê bele nêrîna   civakêya   kilasîk an jî ji gor  nêrîna  huquq, em dibînin yê ku Gazîne her roj can xilas dikin, ber  bi  azadiyê re meş pêş dixin û her roj  rêxistina azadiyê, rêxistina demokratî, rêxistina wekhevî  xurttir dikin.Xwe gihandiye wê astê ku pêşengtiyê ji civakê re bike û civakê bigîhîne watedayîna şoreşê an jî watedayîna keda ku di hûndirê şoreşê de hatiye dayîn bi wê rengî erk radike ji bo vê dikarin bi hêsanî bibînin ku ferqekî pir cidî di navberêGaziyê Şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê de an jî birîndarê şer yê artêşê cuda cuda de hene. Dikarin bibêjin ku di welatê din birîndarên şer û gaziyê welatên din gihîştine wê astê  ku li kolana de dimînin, nikarin zarokê xwe xwedî bikin, wate nadinjiyanê, hertim fikrandina întîhar û nexweşiyê pisîkolojik jiyan dikin an ji di cîhekî pir dewlemend, derfet li kur pir be li wir dixwe û vedixwe ango li gor ajoya xwe jiyan dike lê em Şoreşa Rojava mêze bikin, tu carî rewşa fîzîkî li hember  keda  şehîda, keda  şoreşê li hemberî serkeftinên şoreşê wek minnetekî na berovajiya wê ev tecrûbe  jiyan kirine, ew  serkeftin an jî  zehmetiyê û êşan jiyan  kirine,  dike felsefe vedigerîne  piroje  û çalakî ango heyanê serkeftinê bi dest dixe, dike; fikir, zikir û çalakî  û her afirînerî ji bo wê ûslubê jiyanê yê, jiyan di afirînerî de ye.

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button