Rêber Apo pêşengê hemû gelên bindest e

Evîn Ehmed

Di serdema civaka xwezayî de jina dayîk rêbera xwezayî ya civakê bû. Her kes li derdora wê kom dibû, lê temaşe û guhdarî dikir. Her kes ji wê fêrî jiyanê û hezkirina xwezayê dibûn. Ji ber dilê wê fireh bû bê ferq û cudahî wê her kes hembêz dikir. Ji ber ked, exlaq û afirîneriyên wê her kes li beramberî wê rêzdar bû. Xala herî girîng ya hêja ye mirov balê bikşîne ser jî ev e. Ji ber di wê heyamê de jin pêşeng û rêber bû, civak jî civakeke azad, demokratîk û hemaheng bû, civakeke exlaqî û siyasî bû. Ew civak xwedî xisletên aştî, edalet, wekhevî û hezkirin bû.

Bi xêra jin- dayikê civak di nava  hizûr û aramiyê de dijiya. Kesayeta wê ya afirîner her eşq û evîndariya wê ya jiyanê, sekna wê ya her tim hêvî dida mirovan, civak zindî dihişt û jiyan dida domandin. Bêguman pêşengî û rêbertiya rast jî ev e. Mirov nikare ji her kesî re bêje pêşeng û serok, ji ber rêzantiya civakê hin taybetmendiyên xwe yên bingehîn hene. Di dîrokê de gelek nimûneyên rêberên wiha hene. Ji bo hinekan gotine ku ew rêberê siyasî ne; ji hinekan re jî gotine rêberên leşkerî û ji hinekan re jî gotine, dîrokî, felsefî û hwd.

Mirov niha dikare bêje ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sentezê van hemû rêberan e. Ew hem siyasî ye, hem leşkerî ye, hem civakî ye û di heman demê de jî dîrokî ye. Weke ku tê zanîn Rêber Apo rêberekî xwedî fikir, teorî, felsefe û zanistek kûr a civak û dîrokê ye. Xwedî paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin e. Di dîroka cîhanê bi pêşengtiya Rêber Apo yekem car zanista jin ket rojeva mirovahiyê. Di van 53 salên têkoşînê de di oxira civaka azad de, her çi ji dest hat û zêdetir jî bi fedakarî pêşkeş kir.

Şerê ku dide meşandin, ne şerekî li hember kesane, li hemberî pergala deshilatdar e. Ew pergala ku nirxên mirovahiyê binpê dike. Şerê Rêbertî li hember pergala sermayedar, li hemberî hişmendiya mêrê zayendperest û desthilatdariya wê ya bi navê dewletê ye. Rêber Apo ji ber xwedî felsefeya aştî û civaka demokratîk e, xwediyê hişmendiya neteweya demokratîk e. Ji lewra îro di tevahiya cîhanê de felsefeya Rêbertî bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin û pejirandin.

Dema mirov li dilsoziya civakê û jinê ya di vê astê de bi paradîgmaya Rêbertî  re dibîne pirsek, wiha tê hişê mirovan. Gelo çi dihêle ku evqasî civak û bi taybet jî jin li dora Rêbertî kom dibin? Ji ber jin û civak di paradîgmaya Rêber Apo de vîna xwe ya azad dibînin. Ya din weke me di serî de jî destnîşan kir, di civaka xwezayî de ji her kesî zêdetir civakê xwe li derdora jina dayîk kom dikir û îro jî ew li derdora Rêber Apo kom dibin. Ji ber taybetmendiyên kesayeta pêşeng û rêveber ya xwezayî ya civakê di Rêber Apo de peyda dibe. Ya hêjayî gotinê jî ew e ku têkoşîna Rêbertî ne tenê ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê ye; felsefe û têkoşîna xwe kiriye malê hemû mirovahiyê. Lewra mirov dikare bêje ku Rêberekî enternasyonal e.

Ji taybetmendiyên Rêber Apo yên hêjayî bi bîr xistinê û di heman demê de pêwîst e mirov di kesayeta xwe de pêk bîne hene. Yek ji wan xislet û taybetmendiyan jî ew e ku Rêbertî  gelekî girîngîyê dide mijara dîrokê û her tim roja îro bi dîrokê ve dide girêdan. Ji lewra di çareserkirina pirsgirêkan de encamgir e. Dema dest diavêje pirsgirêkan sedî sed çareyekê ji bo wê peyda dike. Ji ber ew ji kokê û ji dîrokê digire dest. Rêber Apo bêçarebûnê ti carî ji bo xwe qebûl nake û bêçaretiyê weke lawazî û koletiyê digire dest. Rêbertiyeke rast ji tinebûnê hebûnê çêdike. Vaye Rêber Apo ev bi jiyan û têkoşîna xwe piştrast kiriye.

Ya din jî Rêbertî her tim ji bo komê, civakê dike. Ti carî ji bo xwe weke ferd, tiştek nekiriye. Rêbertî kesayeteke ferdperest û ezez nîne. Ti carî negotiye, ‘Ji bo malbata min, ji bo kursiyê min.’ Her tim ji bo azadî û avabûna civaka demokratîk û komînal têkoşiyaye, ne ji bo deshilatî û berjewendiyan û ne ji bo navê xwe. Eger ew tenê bi xwe bifikiriya, wê îro ne di nava çar dîwaran de ba. Tevî şerê taybet yê derûnî ku îro li ser tê meşandin jî, li hemberî wê pergala bêbext û cinawar bi wêrekî û jixwebawer têkoşîn dike ku her kes ji helwesta wî ya dîrokî re şahidiyê dike.

Ez bawer nakim ku ti kesê ji xwe bawer û jîr û jêhatî dikare 10 rojan li wê girava zilmê li ber xwe bide. Lê Rêber Apo ev bûye 27 sal ku berxwedaneke bêhempa dike û bersiv dide hemû pêşdaraziyên li hember xwe û wan pûç dike.  Rêbertî zêdetirî sakel û nîvê ye di nava wan çar dîwaran de, pêvajoyek pir hesas û giran da destpêkir û dibêje? “Ez bi kelecan û hêvî me ku em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Pêşdîtin û analîzên Rêber Apo gelekî kûr û bi hêz in. Ev ji bo diyarkirina siyaseta siberojê dibe ronahî û rêdanezan. Yek ji mijarên din ên Rêber Apo girîngiyê didiyê jî têkoşîna li hember kesayeta xwe bi xwe ye. Di vê mijarê de Rêbertî dibêje, “Şerê herî mezin, xweazadkirina kes e, kesayeta destpêkê xwe azad neke, wê nikaribe kesek din jî azad bike.” Di rastiyê de jî ev mijareke gelekî girîng e. Em dibînin ku gelek kes 24 saetan peyva azadiyê ji bo derdora xwe bikar tînin û derdora xwe vedixwînin jiyanek azad, lê mixabin heta qirika xwe di kesayet û jiyana xwe de koletiyê dijîn. Lê di Rêbertiyê de ne wiha ye. Rêbertî ji heft saliya xwe de her li hember kesayeta xwe di nava şer û guhertinê de ye.

Rêbertî ji xwe ket rê û destpêkê kir. Kesayeta Kurd nirxand û li çareseriya wê jî geriya. Weke ferd xwe gihande kesayeta sosyalîst û piştre têkoşîna giştî da destpêkirin. Dîsa mijareke girîng ya Rêber Apo, gelekî li ser ponijî û dahûrandin kir jî mijara jinê ye. Rêbertî ji destpêka meşa xwe ya di rêya şoreşê de, azadiya jinê kiriye hedef û girtiye navenda xebata xwe de. Gelo ji ber çi Rêbertî ewqasî girîngiyê dide mijara jinê? Tekez ji ber azadiya civakê di azadiya jin de dibîne. Li ser vî bingehî gelek dahûrandinên kûr û berfireh li ser rastiya jin û civakê pêk aniye, jin rêxistin kiriye û têkoşîna wê ya zayendî nîşanî jinê daye.

Di van dahûrandinan de misogeriya azadiya jinê tîne ziman û di vê derbarê de wiha dibêje, “Hemû koletiyên din bi koletiya jinê ve girêdayî ne û wiha koledariya civakê pêş ketiye. Lewra heta ku koletiya jinê neyê jihevderxistin û fêmkirin wê, koletiyayên din jî neyên fêmkirin û heta dawî li koletiya jinê neyê anîn wê koletiyên din jî bi dawî nebin.” Li gor vê tespîta Rêbertî naxwe mirov dikare bêje, sedema îro civak hatiye xistin, ew e ku jin hatiye xistin.

Rêber Abdullah Ocalan kesayeteke azad û demokratîk e. Pêşeng û Rêberê hemû gelên bindest e. Rêberê  gelekî ku vejîna wî, zimanê wî, nasnameya wî di gorê de hatibû veşartine. Rêbertî ew gor vekir û henaseyên jiyanê cardin lê vegerand. Ziman, dîrok û rastiya gelê Kurd bi cîhanê da naskirin. Ev, Rêberê herî rast e. Rêberê ku gel wî di nav dil û mejiyê xwe de bi cih dike. Ev rastiya em behsa wê dikin rastiyeke welê ye ku sala 1999’an dema komploya navneteweyî hat  pêşxistin bi dehan kesan ji ber hezkirin û girêdana xwe ya jê re bedena xwe dane ber agir û bi çalakiyên xwe ji dijminan re peyama, “Kes nikarê roja me tarî bike” dan.

Kurd û azadîxwaz Rêbertî ji bo xwe  ronahiyê dibînin. Di vê astê de de civak girêdayî Rêbertî ye. Rêber Apo êdî ji kesayetê derbas bûye, ew êdî xetek e, pergalek e û di heman deme de felsefeyek e gerdûnî ye. Fikir û bîrdoziya Rêbertî bûye malê hemû mirovahiyê. Ji lewra pêwîst e mirovahiya azadîxwaz xwedî li Rêbertî derkeve û nehêle kes vê ronahiyê li wan tarî bikin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button