Bi Rûkenîya Xwe Jiyan Di Xemilan

Nasnav: Hozan Peyaniş

Nav û Paşnav: Omer Dînçer

Navê Dayikê: Siyaset

Navê Bav: Veysî

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 6’ê Hezîrana 2020

Heval Hozan hevalek ciwan bû. Di 2013’an de li Wan’ê bi tevlîbûna xwe gava yekem şoreşgertîya da destpê kirin. Bi berxwedana Rojava re jî têkoşîna xwe bilind kir. Heval Hozan di gelek çeperan de têkoşînek bêhempa meşand. Di sala 2015’an de li Serekaniyê li Gundê Menacir di encamê teqîna  mayîneke çeteyan de her du lingên xwe ji ser çongê re wenda kir. Tevî birîndarîya xwe ya giran jî ti carî tiştek ji moralê xwe  wenda nekir. Hertim dixwest çalak be û hertim dixwest di xebatên xwe de serkeftî be.

Li ser vê bingehê di  jiyanê de xwedî ristek (rolek) girîng bû. Tevî nexweşî û gazîbûna xwe mîna çemên herikbar bi enerjîya xwe ve diherikîya. Di jiyanê de mînak bû. Ji bo wê jî hertim li ber çavan bû.

Wek hevalên gazî, em ê Rêheval Hozan herdem di dilên xwe de bidin jiyan kirin. Em ê şopdarê doza rêhevalên xwe bin, ku di fedakarî û lehengîyê de mîsalê wan nînin.

Em soza xwe ya têkoşînê nû dikin û di kesayeta hevalê nemir Şehîd Hozan de soz didin. Em ê di oxira azadiya gelê xwe de, ne ku her du ling biçin, dilopek tenê jî ji xwîna me ma be, em ê xwedî li şehîdên welatê xwe derkevin.

 

Sazîya Gazîyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button