Şehîd pêşengên rêya rizgarî û azadiyê ne

Emel Welat

Di hemû şoreşan de û nexasim jî di şoreşên karkeran de gelek, berdêl hatine dayîn û her dem beşên civakê yên herî feqîr, xizan û welatparêz ji şoreşan re bûne palpişt, heya dawiyê fedakarî kirine, ji ewladên xwe tişteke din qîmetdar nedîtine ku ji bo şoreşa xwe feda bikin. Li welatên weke Çîn, Kuba, Vîetnam, Angola, Rusya û her wiha gelek miletên din jî bi keda mirovên xwe û fedakariya wan gihiştine serkeftinê. Mafên xwe bi dest xistine û dema welatê xwe rizgar kirine nehiştine xayîn, welatfiroş û bêkêr cihê xwe di nav welat de bigirin û ew qewitandine. Naxwe cihê kîjan beşên gel di welat de heye?

Tekez cihê welatparêz, fedakar û têkoşer û karker dikarin bi serbilindî li welatê xwe bijîn, serê xwe bilind bikin û bibêjin em welatparêz in. Ew in mirovên bi rûmet û qedirbilind. Ji ber wan di demên herî zor û zehmet de kar û xebat kirin. Çalak bûn û qet dudilî nejiyan da ku gel û welatê xwe biparêzin. Weke ku tê zanîn gelê Kurd ji tirsa neyar xwe xistibû nav qefeseke pir teng, hew dikarî nefes bigire, her tişt li ser hatibû qedexekirin û bi qedera xwe ya di bin destê neyaran de razî bibû. Lê Rêber Apo bi destpêkirina gotina “Kurdistan mêtingeh e”, wêrekiyeke pir mezin kir û gava xwe ya destpêkê ber bi şoreşê ve bi ezmeke pir mezin pêş xist. Berê xwe da Kurdistanê, bajar bi bajar ji hevalan û gel re civîn li dar xist û bawerî da wan.

Dîsa kesên baweriya xwe bi Rêber Apo û şoreşgeran anîn, her li kêleka wan sekinîn û fedakarî kirin beşên civakê yên feqîr, xizan, kedkar û welatparêz bûn. Ji bo serkeftina şoreşê ji destpêkê heya roja îro her ji dil û can têkoşîn kirin. Tişta li cem wan herî giranbiha bû feda kirin. Ew jî zarokên wan bûn. Hinek malbatan 3-4 zarokên xwe jî feda kirin. Gelek malbatan zarokên xwe keç û kur bi çek jî kirin û diyarî Rêber Apo kirin. Ji ber ji Rêber Apo û şervanên azadiyê bawer kirin. Wan fêm kir ku wê tevî hemû zehmetiyan jî ev têkoşîn berdewam bike. Weke em hemû jî dibînin 54 sal in ev têkoşîn û şoreş didome. Ev 27 sal e Rêberê me tevî hemû zor û zehmetiyan ji bo aştî û rizgariya gelê xwe û jinan têkoşîn dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qet rojekê jî rewşa xwe nekiriye, pirsgirêk û ne gotiye ez filan û filan tiştî dixwazim. Gelek caran malbat, şande û parêzerên wî jê pirsa, “Gelo rewşa te ya tenduristiyê çawa ye?” dikin. Tevî temenê xwe mezin e û nexweşiyên xwe jî hene pirsgirêka gelê Kurd hîn guncavtir dibîne û naxwaze wextê hevdîtinê derbas bike. Hemû xem û derdê Rêbertî ew e şoreşa dest pê kiriye bi serkeftinê tacîdar bike û pirsgirêka 200 salan ji yên li pişt xwe werin re nehêle. Xwedî li keda xwe, têkoşîna şehîdên giranbiha û gelê xwe derdikeve û ji demê re nehêle. Ji ber vê her carê dema ku pirsgirêk tê rewşa  pêvajo were xerabkirin, Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya weke deryayekê li rê û rêbazên cuda digere û pêşiya şer û tundiya bêsînor digire.

Rêber Apo ji xewnên şevan mehrûm e. Ji ber serê xwe li ser pêvajoyê diwestine, pir gavên erênî bi Tevgera Azadiyê dane avêtin. Her tim di nav hewldanan de ye ku rayedarên dewleta Tirk jî îqna bike û wan jî bîne ser xeta Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Jixwe çareserî tişteî wer hêsan nîne. Mimkun e ev rewş 5-6 salan jî bikişîne. Dibe ku dem hîn jî direjtir bibe. Heke pirsgirêka Kurd bi Tirkiyeyê re were çareserkirin, wê pirsgirêka gelê Kurd li Sûriye, Îran û Îraqê jî çareser bibe. Her wiha pirsgirêkên neteweyên din jî bi vê pirsgirêkê ve girêdayî ye. Îsraîl û DYE niha eger dixwazin ku pirsgirêka gelê Ermen li dijberî Tirkiyeyê bi kar bînin jî sedema xwe ev şer û tundiya 200 salan e û ev pirsgirêk li tevahî cîhanê jî heye.

Rêber Apo hewl dide  pirsgirêka şer, tundî û desthilatdariya li ser jin û civakê ji kokê ve çareser bike, wê xencera di pişta civakê de derxe. Lê gelek nezan, cahil û xerabkar hene ku bêkar in, ji xwe re karan dertînin û herî zêde jî sûdê ji hin lawaziyên ku di siyaseta rêveberiya xweser û taktîkên şer ên hêzên YPG, QSD û YPJ’ê de dibînin û li ser wê xerabiyê çêdikin. Dev diavêjin nirxên gel ku ew jî Rêber Apo, şehîd û şervanên azadiyê ne. Şehîd pêşengên rêya rizgarî û azadiyê ne. Gelê me yê fedakar û xwediyê şoreşê, divê vê qebûl nekin û bersiva wan xayîn û cahilan bidin. Bi mafê xwe yê xwezayî rêxistina xwe û keda xwe ya salan biparêzin û zimanê wan cahil, şerxwaz û ticaran jêkin. Gelê Kurd li Rojava her xwediyê şoreşê ye û ti kes nikare wan ji şoreşê bidize û wan li dijî şoreşê bide bikaranîn. Ji ber Rojava palpişta şoreşê ye û wê her jî wiha bimîne.

Ez di vê baweriyê de me ku kesên resen xwediyê şoreşê ne. Mimkun nîne yek mirov hebe kevir rake û li çonga xwe bide. Ji ber ew bi xwe xwediyê şoreşê ne û wê li şoreşa xwe xwedî derkevin. Li  Rojava ji destpêkê ve yên her welatparêz, fedakar û hazir hene. Canê xwe jî ji bo Rêber Apo, şoreşê û azadiya xwe didin. Beşek jî her çiqasî pir kem be jî qet rast nebûn, her tim dijber bûn û karên xerab dikirin. Yên niha jî xerabiyê dikin ew beş e ku pala xwe didin dijmin û xerabiyê dikin. Lê divê were zanîn ku wê beşa duyem yanî yên xerabiyê dikin, qet bi ser nekevin. Wê timî weke spiyên di nav seriyan de canê mirovan bixurînin û xwe biçûk bixin. Ez dizanim ku gelê me yê welatparêz ji me hinekî xeyidî ye û dilê xwe ji me maye. Lê em hemû yek in û divê hûn me efû bikin. Rexneyên we hebin ji me re bibêjin ji bo em li ser bisekinin û xwe bidin efûkirin.

Ev tevger li ser rexne û rexnedayînê çêbûye. Me jî demekê çeka rêxistinê rawestand û niha jî em careke din dest pê dikin û em ê li ser kêmasiyên xwe bisekinin. Tekez kêmasiyên mirovan çêdibin, lê ya rast ew e mirov li ser wan bisekine û xwe sererast bike. Ew hêza me heye em careke din xwe di ber çavan re derbas bikin û li ser lawaziyên xwe bisekinin. Ez careke din bang li gelê me yê welatparêz dikim û dibêjim, hûn ji bo me sened û hêvî ne. Em jî ji bo we fedayî û têkoşer in. Çawa me mil bi mil şer kir, em ê wiha bi hev re çareseriyê jî peyda bikin. Em ê li keda şehîdan xwedî derkevin û têkoşîna xwe xurt bikin. Ez careke din bang li hemû malbatên şehîdan, şoreşger û gaziyan dikim û dibêjim em li şoreşa xwe xwedî derkevin û çalak bibin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button