Li Kurdistanê Hezkirin Hatiye Qetilkirin-4
Rêber Apo:
“Di gelala romanê de ev, di teşeyê serê gelş de hatiye xwestin ku bê dayîn. Dîsa di dahûrînan de, di derbarê vê mijarê de serê gelşan hene. Ger binke nikare binirxîne, ev bêberpirsiyariya wan e. Di vê mijarê de, ji baldarî û hêza nirxandina berfirehî ya serok pêmen e.
D: Serokê min, bi taybetî ew seha ku em jê hatine çemka azadiyê tam nehatiye têgihîştin. Em jî tênegihîştibûn. Mînak, li ser navê azadiyê, li ser navê jiyana azad ji zayenda dijber re bi temamî bertek raberkirin û redkirin hebû. Nêzîkatiyên bi vê şêweyê hebûn.
S.P: Erê, di hinekan de redkirin heye. Lê bele, ji vê redkirinê şunde ku fersend bibîne zevtkirin û gotina “Tu hebûniyeke zayendî ya bêteşe yî, ezê te wisa bi kar bînim” heye. Di bin wê de durûtiyek heye. Pêwîst e bê dîqatkirin. Yê/a herî zêde red dike, her qas dikare bibe xeternak. Pêwîst e, ew têkiliya seranser û şêwaza têkiliyên ku bi hêsanî tên pejirandin, zêde neyê bawerkirin. Pêwîst e mijar di kûrahiya çawa ku me pêkaniye de bê destgirtin. Pêwîst e hindek puxte bê destgirtin. Bi taybetî qismê jinê, divê qismê zilam baş nas bike. Niha bi vê rewşê ji we hemûyan re bê hiştin, têkilîyên ku hun pêş bixin wê bi seqetiyan ve dagirtîbin. Ji ber ku her kesê dibêje, “Ez PKK’yî me” weke mirovan dihesibînin. Dema ku hun dikevin nava têkiliyê jî, hun diqedin, mahf dibin. Ezmûneya min pir net danî rastê ku rewş ne wisa ye. Ezmûne ya mezin, têkoşîna mezin heye. Pêdiviya we ya kûrbûn, ponijandin û azadiyê pir alî fêmkirin heye. Vê yekê gav bi gav di nava partiyê de bidine sepandin. Pêwîst e hun vê yekê hindek bi hostayî çêbikin.
Ma li hember zayendîtiyê bertek, naxêr! Min zayendîtiyê jî di vê mijarê de hindek gihandiye raveyê. Ez, hê jî hendazetiyeke mezin nîşan didim, da ku demxeya mulkiyetê ya li ser zayendîtiyê rabikim. Hema her roj dikarim bibêjim, keça ku dibêje, “Ez, ez im!” jî, taybetmendiya wê ya zayendîtiyê di bingehê mulkiyetê de pêşwazîkirin bi giranî ye ango di wateya zewqa bêteşe de dikeve nava nêzîkatiyê. Bi ya min her du jî hev û dî temam dikin. Yek ber bi bûyera fahîşetiyê ve dibe, ya din jî xwe bi hûrhûrîkirin dibe çil awayî firotinê. Min jî di ezmûneya xwe de vê di nêzîkatiya aliyê dijber de hindek dît; Zayendiya xwe tam temam firotin. Di bingeh de rûyekê din ê vê fahîşetî ye. A di hundirê civakê de bi belavî tê jiyandin, mînakeke vê ye, yanî wek mulkiyetekî baş dîtin û firotin. Teşeyekê firotina ku eşkere bûye fahîşetî ye, ya din jî tenê bi zewacê pêk hatiye. Dibe ku zewacê wek damezrakeke fahîşetiyê nanirxînim; evê şaş bê fêmkirin, nikare bê rakirin û min têxwe rewşeke zor, lê zewac ez dikarim bibêjim ku fahîşetiya dumend e. A li derezewacê ye jî, fahîşetiya giştî ye.
Di bingeh de pêwîstî heye hem fahîşetiya giştî hem jî fahîşetiya dumendî bê vekirin. Di bingehê vê de gihandina hezkirina mezin dikare pêk were. Ev jî pêdiviya çalaktiya şoreşgerî ya mezin û hêza ramanê bi xwe re pêwîst dike. Kesayetên ku pir ne xurt in, nikarin vê bigirin. Di vê nirxandinê de hezkirin, weke baweriyeke mezin û bi hêzê ve girêdayî ji rastê re hatiye daxistin. Ger ku bibe, ev tiştên ku min jimartine, dibe ku bên derbaskirin. Li tîpên herî qirase binêrin, dema dikevin nav damezraka malbatê, bi rastî jî piştî yek û du salan ji fahîşetiyê re rê vedikin. Çavê jinê jî, zilam jî li derve ye. Jin jî hezar caran dixapîne, zilam jî hezar caran dixapîne. Ev fahîşetiya dumendî nîn e, ma çi ye? Heta niha jî bêrî û hesreta min a herî mezin di van mijaran de derbaskirina fahîşetiyê ye. Tebî ez nikarim durûtiya alîgiran tebat bikim. Yanî heya niha jî hindek baweriya min bi min heye. Ez hê jî li pey mezinbûnê me, li pey hezkirinê me, li pey xurtkirinê me. Lê têgihîştina piranî hevalan di asta têgînan de jî di rewşeke pir paş de ye. Gelek zilam, gelek jin bi rengekî rast nêzîkê pênasa kar nabin. Lê dîsa jî şoreş hêvî ye, hêvî jî ber bi pêşketinên mezin ve rû digire. Çareseriya erzan nîn e.
Bi kurtasî, nêzîkatiya zayendî ya bêteşe bi rastî jî bêrêzdarî dike. Ez nikarim vê bi kesayetiya xwe re bidim pejirandin. Zewaceke wisa bibe, têkiliyeke taybet wisa bibe, têkiliya hesteke wisa bibe, ez jê re girtî me. Di bingeh de dîqat bikin, ez ji jinê re eleqeyeke bilind raber dikim û dixwazim wê bilind bikim. Di vê mijarê de jiyaneke pir cuda dixwazim derbasî şênberiyê bikim û ez bawerim ku, li qada navnetewî jî hindek zor û bandorê dame çêkirin. Lê heya niha jî weke peywireke rişt dibînim. Ev pirsgirêk ne bi înkarokiyê, ne bi hişkatiyê, ne bi serdestiya zilam, ne jî bi çemka erzanî ya “pêdiviya min heye” tê çareserkirin. Ger ku îro li hember dijmin min derbe nexwaribe, ji ber ku min li hember jinê derbe nexwariye û di vê mijarê de ez bi serkeftin bûme. Heke ku hewqas jinên azad li dora min dicivin, ji ber hin tiştên ku ez bidim van hene. Heke ku ez, qasî çi zilamê ku nikaribe, tevgera jinê dimeşînim, ev ji ber wê hêza ku ez gihîştimê wisa ye. Di bingehê rêkxistinê de jî, şoreş heye, azadî heye. Nexwe çima ez wisa ben? Çima yên din ne wisa ne? Min, li kesan zorê kirinê, bi hêza rêkxistinê û bi hêza otorîteyê jî kesî neaniye. Kûrkirina tevgereke azadiyê mijara gotinê ye. Ger ku pêwendîdariya we jê re hebe, hunê hewl bidin ji bo rê wergirtinê.
D: Serokê min, bandorkirina vê tevgerê li ser KTyê jî mijara gotinê ye. Bi taybetî bûna serokwezîr a Tansu Çîller encamê ji me bandorbûnê ye.
S.P: Tebî, KT li hember tevgera me ya jina azad, ji jor de bi Tansu Çîller bersîv daye. Ew jî di kesayetiya Tansu Çîller de dixwaze jinê bikişîne sehaya serokatiya diji şoreşê. Bi rastî jî dema ku çû Kurdistanê û gelek jinan kişande sehaya perwerdehiya xwe, ev yek bi vê ve pêwendîdar e. Dîrekt bi bandora me Tansu Çîller derkete rastê. Ji xwe di kongreya DYPê de binketina qismê zilam weke encamekê çalakiya me bû. Yek jî pêşketina azadiya jinê, Tirkiyê wêrekdar kiriye. Bêtir jî heye; gotûbêja mezin a rewşenbîran di bingehê van dahûrînan de ye. Bandorbûna tevgera azadiya jinê ya li Tirkiyê jî bi şîdet e. Ev teyisandina xwe dide organên çapemeniyê jî. Lê bi rengekî çelexwarî, bi rengekî ji puxteyê vala derxistin çêdikin. Ji bo ku diji şoreşê re ango jiyaneke ketûber re xizmet bike, vê bi kar tînin. Ew gelşekî cuda ye. Lê eşkereye ku pir bandordar e.
Divê mirov wêrek be. Bi misogerî qasî bastûra vaceka saxlem, bi hêza hêstên peşketî rasteqîna bingehîn a ku ji şer qut nebûye dîtin, va di bingehê welatparêzî, dîrok, gel, partîbûyîn, rêxistinbûyîn de bêyî ku berevajîketina berxwedêriya jiyana rojane ya şoreşgerî, pêşxistina hêza hest û hezkirinê girîng e. Tabî dîsa divê ku yên dixwazin çelexwarî bikin bên dîtin. A yekemîn de jin, hindek wêrek dibe, azad dibe, lê gelek zilam ango çemkên serdestiya zilam hene ku dixwazin vê bi kar bînin. Ji ber ku hun zêde ne polîtîk in, di vê mijarê de we xwe zêde negihandiye hêçandinê, ev yek dibe sedem ku hun qels bimînin û gelek xeletiyan re rê vebikin.
Bi kurtasî, hunê pejnker nêzîkê perwerdehiya xwe bibin, ji bo pêşketin û veguherîna kesayetiyê hunê qîmeteke bilind bidinê û zemîna partiyê zêde zêde binirxînin. Hunê di ber çav re borandinan her timî bikin, bermayan bavêjin. Hunê nûbûniyan li ser xwe kamil bikin û bizanin ku bi bendêmayîn û hesretên erzan ev kar pêş de naçe. Ev dikarin we pêş de bibin. Dikarin tîpê milîtana azad ê jinê û asta azadbûna tevgera jinê pêş de bibin. Bi girêdana şoreşa giştî ve, li ba peywirên we yên pêşketinê, dikarim bibêjim ku peywireke we yê din jî wisa heye. Yanî ez hizir nakim ku yên pir aliyan ve nikarin wate bidin azadiya jinê, tevkariyekê bidin partîbûyîn û şerkirinê ango dihizim ku wê di vê mijarê de kêm bimînin. Ger hun bi xwe bawer bin, hun dikarin ya herî pîroz bibînin, bibihîsin û pevrebûyînê li ser zemînekê rasteqînî bidin rûniştandin. Hun dikarin vê, bi îdîaya xwe ve girêdayî, bi azweriya xwe ve girêdayî, bi bengîniya xwe ve girêdayî, bi şoreşgeriya xwe ve girêdayî pêk bînin. Lê dema hun vê nekin, ketina qeyranên erzan, afirandina astengan û di vê de pêkolîkirin jî, felişandinerî ye. Ger zêde bê heterkirin, wê ji vê re bê gotin “astengkirin’’ û were avêtin. Bêyî bikevin van rewşên wisa, ger zor be jî hunê xwe bidin riya pîrozbûnê.
Niha rasteriya serokatiya PKK’ê wisa ye. Ji bo pêşvebirinê, bi xwesteka mezin tevlîbûn raber kirin, xwedîbûna meşa azadiyê ya pir baldar û pejnker, babetek e ku em tim li ber çavên xwe digirin. Serokatiya tevgerê di vî bingehî de meşa xwe xurtir dike û hewl dide ku vê ji hemû binke û gel re bike mal. Bi vê wateyê, em nikarin xwesteka ku dixwaze meşa serkeftinê xurtir bike paşçav bikin.
Xebata me ya îro ji vê xebatê re hindek kûrahî da qezenckirin. Emê bixwazin ku bêtir bi şênberî gohdar bikin. Xwe di ber çavan re biborînin û pirs pêşxistinê berfirehî bikin. Bersîv bila misoger, encam wergirtî û bi taybetî jî di çonayetiya xizmeta perwerde û pratîkê de be. Di rabirdûyê de çi bûye bila bibe, wire û xîreta pêkanîna xwe neşikînin. Ez dihizirim ku bi desteka me hunê karibin derketinên pêşketî çêbikin. Bi vê teşeyê layiqbûna bîranîna Berîtan (Gulnaz KARADAŞ) dikare pêk were.”
23 Tirmeh 1993
Dawî