‘Bêrîtan li hember xiyanetê bû sembola berxwedana bi rûmet’

 

Ezîz Hezex ê têkildarî fermandara Pêşeng a Tevgera Azadiyê Bêrîtan nirxandin kirin got, “Hevala Bêrîtan bi vê helwesta xwe ya fedaî bersiva dagirkeriyê û xiyanetê da ku wê li hember wan xeta berxwedanê pêş bixe.”

Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a sembola ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî û fermandara xeta berxwedanê ya artêşbûna jina azad e, 25’ê Cotmeha 1992’yan li Xakûrkê di şerê li hember dagirker û xayînan de gihişt şehadetê.

Ezîz Hezex bi wesîleya 32. salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan nirxandinên girîng kirin.

Ezîz Hezex ku di heman demê de yek ji hevalên têkoşînê yê fermandar Bêrîtan e di destpêka axaftina xwe de fermandara pêşeng bi bîr anî diyar kir ku hevala Bêrîtan di pêvajoyeke pir hesas de çalakiya xwe pêş xist û got, “Hevala Bêrîtan ruhê demê xwendibû. Eger were bîra me di salên 1990’an de Yekîtiya Sovyetê hilweşiyabû. Hêzên weke NATO û DYA li hember Rojhilata Navîn ketibûn nav hewldanên nû. Li hember Iraqê bi hinceta dagirkirina Kuweytê mudaxele hatibû kirin. Helbet ew hêzên hegemon Tevgera Azadiyê jî ji bo xwe weke astengî didîtin. Lewma dixwestin Tevger Azadiyê ji holê rakin. Li Kurdistanê hêzên weke PDK û mala Barzanî ji bo xwe bi dagirkeran bidin qebûlkirin ketibûn nav tifaqên qirêj. Li hember Kurdên azad û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya di pêşengiya Rêber Apo de pêş diket, PDK bi dijmin re tevdigeriya, bi awayekî eşkere hevkarî û xiyaneta xwe dida meşandin.”

‘Dîrok xerabî û başiyan ti carî ji bîr nake’

Hevalê têkoşînê yê fermandar Bêrîtan, Ezîz Hezex got ku bi taybet xiyaneta mala Barzanî û rêveberiya PDK’ê ya di roja me ya îro de bi awayekî pir eşkere xwe dide der, hê ji demên berê ve heye û wer axivî: “Malbata Barzanî ji bo desthilatdariya xwe timî xiyanet li tevger û partiyên Kurdî kirine. Sala 1975’an di pêvajoyeke ku bi deh hezaran pêşmergeyên dilsozê axa xwe hebûn, Aşbatal hat îlankirin. Di wê pêvajoyê de bi sedan pêşmergeyan li hember vê xiyanetê dawî li jiyana xwe anîn. Binihêrin di dîrokê de fermandarekî mezin ê Kurd ê bi navê Mesrûr heye. Lê pir mixabin Mesrûr Barzanî yê xwedî heman navî ye îro bi dijminê qirker û dagirker re li hember gerîlayên azadî di nav tifaqên qirêj de ye. Dîsa kurê Îdrîs Barzanî, Nêçîrvan Barzanî jî bi heman rengî ye. Divê Nêçîrvan ji bîr neke bê bavê wî çawa hat qetilkirin. Dîrok xerabiyan û başiyan ti carî ji bîr nake. Bi vê wesîleyê têkildarî pêşmergeyên dêrîn ên dilsozên ax û xaka xwe ne jî dixwazim vê bêjim. Pêwîst e ew pêşmergeyên dêrîn vê rastiyê bibînin. Divê xiyanet û hevkariya îro mala Barzanî dikin teşhîr bikin. Rêveberiya PDK’ê û Malbata Barzanî bi dijminên Kurdan re dibin yek û xiyaneta xwe didomînin. Weke me li jor jî bal kişand ser dîrok, xiyanetê jî berxwedanê jî ji bîr nake.”

‘Ev ruh û berxwedan didome’

Ezîz Hezex di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ruhê berxwedanê yê di nav milîtanên Apoyî de û têkildarî vê mijarê ev xisûs diyar kir, “Hêzên xiyanetkar ên dora hevala Bêrîtan dorpêç kiribûn banga ‘Were teslîm bibe. Tu xwişka me yî. Em tiştekî bi te nakin’ lê dikin. Hevala Bêrîtan teslîmiyet qebûl nekir û xwe di zinaran de avêt xwarê. Hevala Bêrîtan li hember dijminê dagirker û xiyaneta di serkêşiya mala Barzanî de, xeta berxwedanê hilbijart. Gelek kesên di wê demê bûn şahidê vê helwesta bi rûmet a hevala Bêrîtan dest ji pêşmergetiyê berdan. Fermandar û gerîlayên weke hevala Bêrîtan heqîqeteke herî berbiçav a ji mirovatiyê re ne.”

Têkildarî xeta berxwedanê ya Apoyî Ezîz Hezex bal kişand ser van xisûsan, “Ev rêûresma berxwedanê û teslîmnebûnê ya gerîla û şervanên Apoyî ji ku derê tê?  Di vir de xisûsa herî girîng ew e ruhekî berxwedanê yê gerîla û şervanên Apoyî hene. Ev di heman demê şîfreya Tevgera Azadiyê ye. Ti kes nikare wî ruhî û şîfreyê bêbandor bike. Yên hewl didin pê bilîzin dikevin û winda dikin. Eger mirov bala xwe bidiyê dema di salên 1980’an de cûntaya faşîst li Zindana Amedê bi ser hevalan de diçû, bi êşkence û zextan teslîmiyet li ser wan ferz dikir, hevalê Mazlûm got, ‘Berxwedan Jiyan e’ û bi çalakiyeke muezem rê li ber rêûresmeke bêhempa ya têkoşînê vekir. Sala 1984’an li ser vê xeta berxwedanê di pêşengiya fermandarê me yê mezin hevalê Egîd de bi Pêngava 15’ê Tebaxê re şerê çekdarî hat pêşxistin. Hevala Zîlan 1996’an bi çalakiya xwe ya fedaî bersiv da komplo û êrîşa di wê pêvajoyê de li hember Rêbertiya me hatibû pêşxistin. Ev ruh, cesareta wan hevalên me yên şoreşger nîşan dan û di roja me ya îro de hê berdewam dike. Hevala Arîn Mîrkan, Sara, Rûken, Rojhat Zîlan, Erdal Şahîn û hwd. bi çalakiyên xwe bûn sembola vê xeta berxwedanê ya fedaî. Ev ruh û cesareta bi rûmet ji hêla Rêber Apo ve hat avakirin. Rêber Apo bi xwe ev milîtanên fedaî, şoreşger, welatparêzî, dilsoziya bi xak, welat, şeref û rûmeta xwe ve ava kir.”

Di dewama axaftina xwe de Ezîz Hezex anî ziman ku Bêrîtan dema gihişt şehadetê hevaleke salek û nîvek bû ku tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibû û got, “Hevala Bêrîtan a bi vê helwesta xwe ya fedaî bersiva dagirkeriyê û xiyanetê da ku wê li hember wan xeta berxwedanê pêş bixe. Hevala Bêrîtan fermandareke wêrek û bi cesaret e. Helbet ev wêrekî û cesareta wê çavkaniya xwe ji îdeolojiya xwe têde kûr kiriye digire.”

‘Em ê ala şehîdên xwe timî bilind bikin’

Ezîz Hezex destnîşan kir ku fermandar Bêrîtan di pêvajoyeke ku kesî nediwêrî behsa Kurdê azad bike ew çalakiya xwe pêş xist û wer dewam kir, “Di wê qonaxa ku xiyanet, nokerî û dagirkerî ketibûn nav tifaqeke herî qirêj de hevala Bêrîtan temsîla xeta fedaî ya milîtaniya Apoyî kir. Hevalên weke Bêrîtan bi jiyan û têkoşîna xwe civaka Kurd analîz kirine. Dizanin li hember civaka Kurd çi plan û rêbaz tên meşandin. Dijmin li deverên weke Dêrsim, Zîlan, Mereş û hwd. ji bo gelê Kurd ji holê rake komkujî kirin. Hevala Bêrîtan ev xisûs bi tevahî fêm kiribû. Tiştên dijmin dixwaze bike baş lêkolîn kiribû. Li hember wan hemû plan û rêbazan bersiva herî bi rûmet a bi sedê salan wê ji ciwanên Kurd û tevahî gelên bindest re bibe rêya berxwedan û serketinê nîşan da.”

Ezîz Hezex bi wan hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Hevalên weke Bêrîtan wê timî di dilê heval û hevrêyên xwe de bin. Weke hevrêyên têkoşînê yên wan berxwedêran em ê timî ala wan bilind bikin. Bi wesîleya salvegera şehadeta hevala me Bêrîtan ji bo hedef û armancên şehîdên xwe pêk bînin em soza xwe nû dikin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button