Ew Zarokên Roja Pîroz Bû

 

Yek ji destanên qehremantiya welatê Kurdistanê, bi çîroka hevalên  leheng,    yên ji warê çiyageran  li  herêma amede  meşa ber bi heqîqetê ve dest pê kir. Carna mirov ji bo welatekî azad bike, bi xwe çarenûsa xwe jî diyar dike.

Ew zarokên roja pîroz, vê carê lawê Îştar rêheval harun bû. Meşa ku li warê apê musa dest pê dike, bi berxwedaniya Kobanê û  bi berxwedaniya serdemê heya berxwedaniya rumetê re, ev meş gihîşt heqîqeta xwe ya herî zelal .

Heval harun yê ku bi heskirina xaka xwe mezin bibû,bi herikadina hestên herî paqij re dilê xwe jî mezin kir.

Kenê li ser lêvê wî eşqa wi ya jiyanê, coşa hevaltiya azad penase dikir. Bi tekoşina xwe ya bê hempa, wek hemû rêhevalên xwe yên heqîqetê, wî jî xwest ku zarokên Kûrdistanê yê bi hezaran sal e di bin dagirkeriya xwîn mijên mirovahiyêdene azad bike û zarokên pêşeroja azad bigihîjîne kena azadiyê. Di vê oxirê de Rêheval Harûn, bi tevlibûna xwe ya li nav tevgera azadiyê re xwe kir cangoriyê axa pîroz û di ezman de xwe kir sterkêk ku di taritîya dagirkeriyê de, ji şopdarên li ser riya azadiyê re bibe ronahî.

Wa hatin xwedîyê jiyana pîroz, wa hatin pêşeroja zarokên rojhilata navîn.  Wa hatin stêrkên kû di tarîtîyê de bi teyisandina xwe xemil didin cîhanê. Bi yek xwestekê, bi yek helwestê, fikir û ramanê Rêber APO ji xwere kirîbun armanç. Kesên kû di nav tekoşînê de nav û heybeta serokê xwe gihandin asîmanên cîhanê, wê bi şahadeta   xwe,tevgera azadîyê û  gele rojhilata navîn jî bigehejînin serkeftin, aramî û azadîyê. Rêheval harun jî, yek ji wan kesên ku warê xwe ne cihê lê ji dayîk buyî tevahî Kurdistan ji xwere kiribu war. Bi vê evînê gihişt rêhevalên xwe yên xwe gihandî heqîqetê.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriye

 

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button