Şoreşgerên Pîroz..

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kajîn Kobanî li ser Şoreşgerên Kurdistanê nivîsek nivîsand.

Kajîn Kobanî:

“Bi rastî jî dema mirov li Şoreşgerên Kurdistanê temaşe dike, ked tê bîra mirovan. Bi taybet Şoreşgerên ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve kirine yek û xwe xemilandine, ew kesên herî pîrozin. Di Aqil de zana û ji dil de dilnizim wê demê mirovan heyranê xwe dihêlin. Lê ew destên wan yên bi ked bêhtir mirovan bi alî xwe ve dikşînin, mirov yekser difikire, çawa zarokek destên dayîk û bavê xwe yên pîroz dibînin maç dikin, ji ber ku dizanin destên wan yên kedê ne. Mane Şoreşgerên Kurdistanê bûn ku Kurdistana pîroz ji nu ve avakirin. Bi xwîn û keda xwe xwezaya welat xemilandin û av dan. Kesên ku ev kede bi çaw nedîtine wê bêjin wa heval tu pir mezin dibîje. Wî demê ezê jî bêjim heta ev gotin ji bo şoreşgerên Kurdistanê kême û li ber mezinahiya wan ne tişteke.
Ruh, fikir û dilê me di nava milyonan kesan de jiyan dikin. Şoreşgerên Kurdistanê ewin ku yê ji mirinê re dibîjin em ew kesên di oxira jiyanê de bê dudilî canê xwe didin. Pîrozê û mezinahiya wan di vir de ye. Ji mirinê re meydan dixwînin û dibêjin hey mirin ger tu me bibî jî, emê bi lehengiya xwe teslîmî te nebin. Emê bêjin mirinê erê raste te em birin, lê tenê bi beden bû. Ji ber bi berxwedaniya xwe me nehişt ku tu me bi temamî bibî. Ruh,fikir û dilê me di nava milyonan kesan de jiyan dikin. Ji bo wê jî zêde keyfa xwe xweş neke mirinê. Dema ku ruh û raman li gel milyonan be û her zindî be mirina fîzîkî zêde mirin nayê hisibandin. Dema ku mirov dibêje Şoreşgerên Kurdistanê ev gotin tên bîra mirov. Ew çend hevokên ku min anîn ziman tenê dilopek ji deryaya Şoreşgerên Kurdistanê ye. Min xwest bi çend hevokan be jî wesfa wan Cengawerên Kurdistanê bikim”

Ruh, Fikir Û Dilê Me Di Nava Milyonan Kesan De Jiyan Dikin.

Şoreşgerên Kurdistanê ewin ku yê ji mirinê re dibîjin em ew kesên di oxira jiyanê de bê dudilî canê xwe didin. Pîrozê û mezinahiya wan di vir de ye. Ji mirinê re meydan dixwînin û dibêjin hey mirin ger tu me bibî jî, emê bi lehengiya xwe teslîmî te nebin. Emê bêjin mirinê erê raste te em birin, lê tenê bi beden bû. Ji ber bi berxwedaniya xwe me nehişt ku tu me bi temamî bibî. Ruh,fikir û dilê me di nava milyonan kesan de jiyan dikin. Ji bo wê jî zêde keyfa xwe xweş neke mirinê. Dema ku ruh û raman li gel milyonan be û her zindî be mirina fîzîkî zêde mirin nayê hisibandin. Dema ku mirov dibêje Şoreşgerên Kurdistanê ev gotin tên bîra mirov. Ew çend hevokên ku min anîn ziman tenê dilopek ji deryaya Şoreşgerên Kurdistanê ye. Min xwest bi çend hevokan be jî behsa wan cengawerên Kurdistanê bikim”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button