Ji bo hevjiyana azad xisûsên divê jin û mêr pêk bînin – Beşê 2

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka 5’an a Manîsfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi sernavê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de pirsgirêkên ku zayendperestiya civakî pêş dixin, analîz kiriye û hevjiyana azad wekî rêbazê çareserkirina van pirsgirêkan destnîşan kiriye.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de ji bo pêkanîna hevjiyana azad erk û berpirsyariyên ji jin û mêr têne xwestin wiha diyar kirine.

Ji bo mêrekî li pey hevjiyana azad diçe, xusûsên berê pêşî divê pêk bîne mirov dikare xulase wiha bîne ziman:

a- Ev mêr jina derkeve pêşberî wî, divê baş zanibe ku di bin şaristaniya pênc hezar salî û hegemonya wê ya kapîtalîst a pênc sed salî de li her cure şertên koletiyê hatiye gerandin. Çareyeke bi tenê ya vê jinê heye, li hemberî mêrê bûye piling bibe mêpiling. Stratejî û kêlî bi kêlî taktîkên jiyana wê bi tevahî li ser vî bingehî hatine avakirin. Eger em mijarê berevajî bixwînin, ew jî li gorî xwe xwediyê qefesekê ye, li hevalmêrekî digere ji bo bixe hundirê wê. Eger mêr li pey hevjiyaneke azad be, rizgarbûna ji stratejî û taktîkên jineke bi vî rengî herî kêm bi qasî yên jina kole zor in. Jineke bi vî rengî, bi stratejî û taktîkên xwe koletiyê ferz dike, lewma mêrekî sosyalîst ê li pey hevjiyaneke azad berê pêşî divê li vê qadê têbikoşe û heta li vê qadê bi ser nekeve nikare ji bo têkoşîna civaka sosyalîst gavê biavêje.

b- Mêrekî ji bo zewacê givrokî bûbe, divê zanibe ku herî kêm bi qasî jinê ketiye bin bandora saziya koletiyê. Ji bo ev mêr ji bandorên wê yên neyênî bibihure divê di mekanê malê de timî li pey jiyana sosyalîst bibeze. Bi jina kole re jiyan bi koletî dibe, çewt dibe. Ji bo mirov karibe ji çanda mala giştî (kerxaneyê) ya taybetî bûye bibihure, divê mirov karibe bibe xwediyê çanda hevjiyana azad.

c- Li dijî çanda cinsperest a modernîteya kapîtalîst ku mirovan ji rê derdixe, divê mirov timî û bi awayekî serketî bi nefsa xwe re şer bike. Stratejî û taktîkên ji bo teslîmgirtina mêr hatine pêşxistin herî kêm bi qasî êsîrtiya jinê, mêr diqedînin. Divê mirov ji bîr neke ku di modernîteya kapîtalîst de mêr ji aliyekî ve bi tenê weke mêrtiya biyolojîk hatiye nepixandin û zêde mezinkirin, li aliyê din jî ew bi tevahiya çanda wî ya civakî kirine jinkok û pîrek. Mêrê biyolojîk ê zêde cinsperest ji aliyekî ve dikin piling, li aliyê din jî bi çanda jinkokiyê (jina kolebûyî) wî dikin mîna pisîkekê. Heta ku ev mêrtiya modernîte ferz dike neyê hilweşandin, mirov nikare bibe sosyalîst û nikare ji bo civaka sosyalîst têbikoşe.

d- Tevî van hêmanên neyênî gişan jî ji bo hevjiyana azad herî kêm bi qasî têkoşîna jina azad têkoşîna mêrê azad jî divê. Ji bo mêrek azad bibe, divê mirov karibe ji kesayeta mêrê ku civaka mêrê serwer ew kiriye kole, bibihure. Di rastiya me ya civakî de hê jî ariftî heye û divê mirov karibe xwe bigihîne wê mertebeyê. “Mirov weke mêr ji diya xwe nabe, mirov paşê dibe mêr” di çarçoveya vê gotinê de mirov dikare bibêje, mirov weke mêrê şaristaniyê were dinê jî mirov dikare bibe mêrê azad. Forma mêrtiya Prometheûsî di serdema me de mirov bi tenê dikare bi zanist, felsefe û hunerê modernîteya demokratîk berbiçav bike. Divê mirov bi girîngî fêhm bike ku mîtolojî, dîn, felsefe, zanist û huner ji bo jiyanê ne, û rola wan a sereke pêkanîna hevserî û hevaltiya azad e, û di vê çarçoveyê de divê mirov wan exlaqî û estetîk bike. Zewacên hemdem ên heyî dewama çanda xanedaniya hiyarerşîk in. Ev çand bi qasî heft hezar salan temenê xwe heye. Li qada vê çandê nirxên bingehîn ên civaka dewletdar têne çêkirin û destavêtinê weke norm û namûsê bi kesayetên mêr û jin didin qebûlkirin. Ji ber ku ev çanda destavêtinê ya bi armanca desthilatdarî û mêtinkariyê li kesayetan bar dikin, eşq pêk nayê, gelek jin û mêr hevdu ber didin û malbat ji hev belav dibin. Li dijî vê çanda destavêtinê, mirov dikare civaka sosyalîst û azad, bi kesayetên kêlî bi kêlî bi felsefe, zanist, etîk û estetîkê têne barkirin, pêk bîne. Eşkere ye ku hevjiyana azad a li ser vî bingehî çêbibe, wê her tim ji bo ferd û civakê rê li ber xweşikî, rastî û qenciyê veke.

Jiyana bi heybet û mûcîzewî ya ku modernîteya kapîtalîst ew hilweşandiye, em dikarin wê bi tenê bi hevjiyana azad, kesayeta wê ya sosyalîst û têkoşîna wê ya civakî bi dest bixin û parve bikin. Ji bo vê jî divê mirov ji zarokatiyê dest pê bike, nexasim jî keçikan bi zêhniyet û saziyên modernîteya demokratîk perwerde bike, bi têkoşîna civakî ya sosyalîst demokratîk praktîze bike û vê yekê weke şêwazê jiyanê bipejirîne, ji xwe re bike karekter û bi dest bixe.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button