Em berxwedana gelê Bakur a li hember qeyûman silav dikin

Dewleta Tirk a faşîst a bûyerên sosret pêk tîne, hovîtiya xwe gihandiye pileya ku vîna gel û zagonên xwe jî binpê dike. Careke din hikûmeta Erdogan û hevkarên wî yên şovenîst berê xwe dan Kurdan û dixwazin ku vîna wan bitepisînin.

Mirov li wan faşîstan şaşwaz dimîne û dihizire ku ew, kesên welê ne ku xwîn di canê wan de nîne, ji hest û nirxên mirovî bêpar in. Ew qasî hov û dirinde ne ku zincîrên xwe şikandine û mirov her tiştên xerab ji wan dipê.

Bêguman pir baş e ku rastiya derewên banga şefê faşîst Devlet Bahçelî derket holê. Ev ji bo kesên jê bawer kirin careke din neyên xapandin û nebêjin ‘Tirkiye aştiyê dixwaze’, nîşaneyek bû.

Çalakiya gerîlayên azadiyê Asya Elî û Rojger Hêlîn ku gelekî di cih de bû, hewl dihat dayîn ku derewên Bahçelî, vê çalakiya bi rûmet û fedaiyane di bin siyê de bihêle. Bêguman helwesta wan a faşîzane badilhewa çû. Em bi vê mebestê qehreman û fedaiyên azadiyê Asya Elî û Rojger Hêlîn jî bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî mezinahiya wan ditewînin û soza bilindkirina têkoşînê didin

Em helwesta gelê Kurd a dijî qeyûman a di serî de li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê, li tevahî Kurdistanê û Tirkiyeyê bêrawestan didome silav dikin. Em dibêjin, ‘Bi dil û can em bi we re ne. Her bijî ji we re. Têkoşîna we pîroz e. Hûn vîna xwe diparêzin, berxwedana we li hemberî tundiya dewleta Tirk û hovîtiya wan, gelekî bi wate ye. Helbet vîna mirov a azad di ser her tiştî re ye û hûn jî di van kêliyan de li ber sir û seqema demsala payîzê, li ber xwe didin û têkoşîn dikin.

Em weke gaziyên şer careke din gelê xwe yê Bakur silav dikin. Wê serkeftin a gelê Kurd û dostên gelê Kurd be.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

05.11.2024

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button