Ji Bo Raya Giştî

” Devleta Tirk a faşist tecrîdeke pir tund li ser Rêber Apo dimeşîne. Gelê me û hêzên demokrasiyê ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo gelekî hestiyar in. Rêber Apo re herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû û niha tu agahî jê nayê stendin. Parêzeran bi dehan caran ji bo biçin girava îmraliyê serlêdan kirin, lê dewleta Tirk a faşîst destûrê nade li îmraliyê hevdîtin pêk were.

Di van şert û mercên ku bi Rêber Apo re têkilî nayê dayîn û der barê tenduristî û jiyana wî de agahî nayên stendin de, gefên jehrîkirin û mirinê jî fikarên me derxistiye asta herî jor. Rêber Apo her roj rastî zext, gef û êşkenceyên dewleta Tirk a qirker tê. Ev helwesta dewleta Tirk a faşîst, fikarên gelê Kurd û dostên wan zêde dike. Gelê me dixwaze demildest derbarê tendirustî û ewlekariya Rêber Apo re agahî were standin.
Tehdîd û tecrîda girankirî ya di şexsê Rêber Apo de, li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê veguheriye qirkirinekê. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo nêzîkatiya li hemberî tevahî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê şaş e ku tecrîd bi tenê li dijî Rêber Apo were dîtin.

Divê em tecrîda li ser Rêber Apo weke tecrîda li ser gelê Kurd bibînin û têkoşîna xwe mezin bikin. Divê teqez em vê pêla êrîşên qirkirinê yên li dijî vîna xwe û pêşeroja xwe bişkînin. Bêguman nêzîkatiya normaldîtinê wê qirkirina li ser gelê Kurd kûrtir bike. Rêber Apo di van şert û mercên giran ên tecrîdê de bi berpirsyariyeke dîrokî têkoşîneke mezin dimeşîne. Li ser wan esasan Divê tavilê agahî ji Rêber Apo bê wergirtin.
Bêhelwestiya CPT û saziyên navneteweyî dide xûyakirin ew jî hevkarê devleta Tirk a faşîst in. Em dibîjin bila li gor erkên xwe rabin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku ji bo tecrîdê rake bila zextan li ser Tirkiyeyê bikin.
Wekî Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhİlatê Sûrî, ew tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin qebûl nakin, pêvîste demildest ew tecrîd were bidavî kirin. Em ê jiyaneke bê serokatî di serî we de birûxînin”

Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button