`Gelê Me Û Rêber Apo Bi Hewre Berxwedidin`

Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Qehreman Rojava tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin nirxand û got “dewleta tirk a faşîst nikare li hember birdozî û felsefa Rêber Apo bisekine”

Qehreman Rojava wiha behsa tecrîda girankirî ya Rêber Apo dike:

“Li îmraliyê faşîzma tirk bi dewletên NATO tecrîdek giran li ser Rêber Apo didin meşandin. Ev bu demek dirîj em benda agahiyek ji Rêber Apo ne, em benda dengê Rêber Apo ne. Lê dewleta tirk her ku diçe li girtîgeh de tecrîdê hîn giran û zêdetir dike. Rewşa vî giran dike. Xeberê me bo demek ji Rêber Apo nîne. Dewleta tirk a faşîst nikare li hember birdozî û felsefa Rêber Apo bisekîne û çi dike pratîk destpê dike, pratîka çi destpê dike, pratîka bi çek destpê dike, pratîka sîstema îşkence di girtîgehan de daha zîdetir dixe merîyet.

Fikrê Rêber Apo Tu Car Tune Nabe

Gelê me û Rêber Apo bi hewre berxwedidin. Bi fikrê Rêber Apo îro em gihiştine bi mîlyonan. Rêber Apo di rewşek wiha de dizane oqas gel pişta wî ye. Lê dîsa jî em bi hêvî ne ku dengê Rêber Apo bibihîsin. Ji bo ku em bikarin gavek din bi pêş de bawîjin. Dewleta Tirk çi bike, tu car nikare wî fikrê tune bike. Ji ber ku êdî bi mîlyonan û bi hezaran gel baweriya xwe bi wî fikrê têne. Fikrê Rêber Apo tu car tune nabe.

Dewleta tirk li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hevalên me û gelê me bisekvanêyê şehîd dixe. Heger dewleta tirk a faşîst kanibe şerek li hember gelê Kurd pêk bîne bila bejahî were. Bila tu car bi teyaran û bi keşîfan xwe nebîne. Her wiha xuya dike ku dewleta tirk îradeyek wisa nîne ku were li hember me bejahî şer bike. Bi awayek nemerdanî gelê me û hevalên me bisekvanêyê hedef digre û wisa şehîd dixe.

Îradeya Me Tu Car Nakeve

Dewleta tirk a faşîst hevalên gazî dike hedef ji bo bikaribe îradeya me bişkîne. Lê bila dewleta tirk waya baş bizanibe îradeya me tu car nakeve û tu car jî naşkî. Ji ber ku em di fikrekî de ne û xwedî bîr û baweriyekî ne. Em tu car dewjî wî fikrê bernadin. Emê hertim pêşengî şehîdên xwe bin. Dewleta tirk a faşîst wek heval Aram û heval Gelê û gelek hevalên me yên din şehîd xistin. Emê her tim li pey doza wan hevalan bin. Em tu car dewjî bernadin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button