Lêgerîna Azadiyê Û Heqîqetê

Rêber Apo:

“Şoreşa me şoreşeke rêzgirtina cewherê mirov û girêdayî mayîna bi xwezayiya mirov li dijberbûna ew hêmanên ku pêşiya vêdigrin e. Riya çareseriya siyasî û leşkerî ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî civakî û aborî ye. Li gel me riya jiyana xwezayî ji hemû aliyan ve hatiye qutkirin. Wê demê şoreşa me şoreşa vekirina riya pêşketina xwezayî ye û çareserkirina wê ye. Nexwe dê şoreş bibe bûyereke tolhildanê û xwînrijandinê, ne bi vî rengî berdewamkirina me ya vî tiştî gengaz e, ne jî xwînrijandin bi vê şêwazê encam dide. Di vê rewşê de şoreş dê bi lez ji rê derbikeve û tune bibe. Dijwariya kor ku dijmin ferz dike jî ji bo vê hindekî rê vekirine. Nêzîkbûna me ya ji bo hemû pirsgirêkan em bikaribin çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên me yên jiyanî bibînin e. Rêxistinkirin, têkoşîna siyasî û her cureyê xebatên leşkerî ji pirsgirêkên jiyana mirovan re ku gelekî giran in re û ji bo derfetên pêşketinê re em bikaribin hindekî hêz ava bikin. Jixwe asta leşkerî ya rastiya civaka me û gelê me qet nîne. Asta wê ya siyasî jî xayînî ye. Ji pêşketina civakî ya gelê me behskirin zehmet e. Bi civakbûn û netewbûnê ve di nava dijmin de helandin heye. Ji aliyê aborî de mirov nikare behsa aboriyeke talanê jî bike. Li ser vê bingehê şopek ji têkîliya di navbera zayendan de jî nîne. Hun di vir de nikarin ne li gor ol, ne li gor pêşketina hemdemî û ne jî li gor têkîliyan çareseriyekê peyda bikin. Ev bi kûraniya dagirkeriyê ve girêdayî ye. Me ev yek tespît kir. Me li xebatên xwe yên pratîkî çareseriyê vê pirsgirêkê jî zêde kir û hetanî îro anî. Em kar dikin şêwazeke ku him piştgiriyê bide şerê me, him jî bide pêşketina wê ya rasteqîn bi dest bixin. Hewceye sererastkirina vê têkîliyê teqez xizmeta şer bike û wê bi hêz bike. Pêwîste ev şer bi qasî ji bo hemû pêşketinên civakî di heman demê de piştgiriyê bide pêşketina di malbatê de yan jî çareserkirina pirsgirêkên di vir de û ew têkîliyên di navbera zayendan de ku xitimîne, ji bo ku bikeve riya pêşketineke rast xizmetê bike. Sedema gotina me ya riya pêşketina têkîliyeke bitenduristî ji şerkirinê derbas dibe, ji ber ku şer derfetên piştgirîdayîna ku hun asta têkîliyan bi tenduristî pêş bixin ava dike. Nakokî ev qasî berfireh in ku di vê mijarê de kevneşopiyên pergala klanê û pîvanên hemdem di nava hev de ne. Jiyîna vê di nêvenga dagirkeriyeke serdest a herî sosret û herî bilêyîstok mijara gotinê ye. Di rastî de rewşên ku hun dijîn zehmet in an jî neçare zehmet be. Hîn di heftsaliyê de têkîliya di navbera zayendan de hatiye fetisandin. Feodalîzma giran bandora kevneşopiyê ya giran û piştre jî di deriyên dagirkeriyê de xwe bi hezar caran firotinê ve neçariya berdewamkirina têkîliyeke ji cewher dûrxistinê ragihandin û televîzyonên emperyalîst û faşîst bandorên giran ên ajoyî bi rastî jî mirovan difetisîne. Weke ku min rizgarbûna ji vê di pratîka xwe de dahurandiye çîroka vê jî bi dirêjî vegot. Ev hemû ji bo hindek şopên çareseriyê bikaribim nîşan bidime. Di rastî de ji bo zelalkirina vê pirsgirêkê sî sal pêwîst bû. Ji bo di vê astê danîna holê ya vê pirsgirêkê jî ji heft saliyê hetanî niha hewldanên min hene. Me weke zincîran bi girêdayî hev hetanî vir anî. Çîrok ev qasî dirêj e ku bi tenê bi sedan cild pirtûkan ve pêvajoyên ku hatine jiyîn nikarin derbixin rastê. Lê belê me di zimanê polîtîk de vegotina polîtîk bi pêş xist û me xwest bi formûlên gelekî balkêş ve van nîşan bidin. Em hizirîn ancax wiha dikarin hindek tiştan xelas bikin. Mînak ew şêwazê têkîliya ku hun hîn di temenên biçuk de dikevinê hîn dehsalî we bi nîvenîv an jî bi hemû aliyan ve tune dike. Him têkîliya kevneşop we tune dike, him jî dema ku hun derfetê nedin wê jî di çerxên dagirkeriyê de asê bimînin têkîlî tune dibe. Êrîşa ragihandin û çapemeniyê ya bîrdozî û di bin bandora giran a ajoyan de hûn difetisin. Encam jî ew tengasiyên ku hûn dema pêkanînê de dijîn e. Pirsgirêk ev qasî bingehîn e.

Lêgerînên Min Him Jî Tiştê Ku Hewce Ye Ez Derbixim Holê Hene

Başiya herî mezin a ku em ji we re bikin diyarkirina rastiyan e. Ji hemû rewşên ku hun dijîn re çareserî peydakirin ne gengaz e. Lê belê ger em rastiyan nîşanî we bidin dibe ku hindek ji we yên bi biryar dikarin ber bi çareseriyê ve biçin. Hindek aliyên girîng ên him di vê mijarê de lêgerînên min him jî tiştê ku hewce ye ez derbixim holê hene. Me ew pêçeka li ser têkîliyan perçe kir, aliyê têkîliyan ên berjewendiyê û kirêt me derxiste holê. Me aliyê wê yê hetanî dawiyê paşverû û ku difetisîne heta aliyê wê yê bi siyasî û şerê leşkerî ve pêwendîdar e derxiste holê. Ev girîng in û hewldanên zelalkirina pirsgirêkê ye. Bêyî ku ev pirsgirêk were çareserkirin, ber bi şoreşê ve çûyîn û bi şoreşê re pêşveçûn ne gengaz e. Bi navê şoreşê gelek tişt werin kirin jî dibe ku gelek tişt werin wendakirin û dibe ku bi rengekî gelekî lewaz meş çêbibe. Lê belê ew jî di cihekî de wê bişkê û were wendakirin. Em di dîrokê de dizanin zayendîtî gelekî xwezayî ye. Lê belê ev yek tu tiştekî rave nake. Di nava qebîleyên Efrîqî de hîn jî jiyaneke zayendî ya gelekî xwezayî heye. Ya xwezayî şêwazên jiyanê yên di mercên me de bi rêpîvanan ve nehatiye girêdan ber bi têkîliyeke kirîn, firotin û berjewendiyê ve neçûye. Neketiye nava koletiyê û ev taybetmendiyên vê jiyanê ne. Em baş dizanin ku bi destpêkirina şaristanî û taybetbûnê ezeziyet û li ser vê bingehê malbatgerî bi pêş ketiye. Têkîliyên malbatgeriyê yên destpêkê bi gelek seriyan e, yan jî gelek hevjînî ye her diçe ji dayiksalariyê ber bi baviksalariyê diçe piştre heta hevjîniyekê tê dibe ku di bin wê de jî bi gelek pirsgirêkên din ve tê meşandin, hûn dizanin. Li ser têkîliya di navbera zayendan de gelek tişt tên nivîsandin, di vir de ya girîng ji hemû aliyan ve dîtina pirsgirêkê bêguman di bin navê xwezayiyê de her tiştekî ku tê hizirê mirovan nekirin û radestnebûna ajoyan e. Ev pêwîstiya destpêkê ya vî karî ye.

Dibe Ku Mirovahî Di Bin Vê Nakokiyê De Bifetise

Ev yek îro derdikeve rastê. Ger zayendîtî nekeve bin kontrolê dibe ku mirovahî tune bibe. Nexweşiya AİDS bi pêş dikeve. Ev nexweşiyeke bi zayendîtiyê ve pêwendîdar e. Ger pêşî lê neyê girtin wê mirin zêde bibin. Ger pêşî li teqandina nifûsê neyê girtin mirov di cihanê de bi cih nabin û dê jiyan raweste. Ji ber ku mirovahî nikare pêşî li encamên zayendîtiyê bigre û dê xwe tune bike. Lê belê ji aliyekî din ve jî ger zayendîtî nebe diyare ku jiyan nayê berdewamkirin. Ger taybetmendiyeke jiyanê ya jêneger neyê kontrolkirin, ger di pêşketina civakî de bi rêpîvanekê ve neyê girêdan an jî di vê wateyê de di asteke herî nêzîkî baş de neyê berdewamkirin, ji bo vê ne şoreş ne jî dîroka mirovahiyê têr dike. Dibe ku mirovahî di bin vê nakokiyê de bifetise. Jixwe hê ji niha ve pirsgirêk li ser vê bingehê tê bidestgirtin. Çavkaniya pirsgirêka derûdor jî ev e. Dibe ku sedemeke ku şer hîn dijwartir bi pêş dikevin jî ev be. Ev ji ber xwe ve dernakevine holê. Ev rewşên ku pêşketinên civakî û mirovahiyê derxistine holê ye. Ev teqandina nifûs a di salên dawiyê de çêbûye û texrîbata derûdor ku ji vê bingehê xwe digre û nexweşî di rastiyê de bi pêşketina civakî ve girêdayî ye. Li hindek cihan pêşketineke tevlîhev heye û mirovahî ji ber sedema vê pêşketina tevlîhev xwe tîne rewşekê ku bi zanistî û teknîkê ve tune bike. Dibe ku şoreşa pêşerojê bibe şoreşa pêşîgirtina vî tiştî. Dibe ku bibe şoreşa pêşîgirtina zanistî, teknîk û teqandina nifûsê. Hîn ji niha ve şoreşa paqijkirina derûdor her ku diçe dibe armanceke sereke.

Pirsgirêk Bi Rengekî Çors Ve Danîna Holê Jî Têr Nake

Pirsgirêk bi rengekî çors ve danîna holê jî têr nake. Pêwendiya pirsgirêkê bi kapîtalîzm û bi destpêkirina emperyalîzmê ve ji nêz ve heye. Pêwendiya xwe bi anîna hêza çareseriyê ya sosyalîzmê ji bo pirsgirêkan û bi pêwîstiya bîrdoziyeke şoreşa nû jî heye. Bêguman di vê mijarê de lêgerîn hene û dê hîn jî bi pêş bikeve. Civaka mirovan di asteke mezin de encameke çalakiya mirovan e. Dê li ser civakê nîqaş bi pêş bikevin. Jixwe sosyalîzm nîqaşa herî berfireh a li ser civakê ye. Anîna wê ya asteke herî nêzîkî zanistiyê ye. Bîrdoziya sosyalîst, felsefeya sosyalîst heta zanistiya sosyalîst di derbarê têgihiştina rastiya civakê de ye. Bi qasî ku nîqaşên mirov ji lawiran heta li hemberî bandorên xwezayê parastinê ew girêdayîna bi jênegeriya bandorên xwezayî ye. Bi kurtayî dê zanistiyên mirovî hîna jî bi pêş bikevin. Ol û felsefe wê careke din di pêş çavan re werin derbaskirin. Bi qasî ku pêwîst e dê were girtin û yê ne pêwîst jî dê were avêtin. Heta li gel nêzîkbûnên nû yên olî û felsefî ji bo pêşxistina zanistî jî wê xebat werin kirin û li gel van hemû tiştan ji bo pirsgirêkên giran ku xwe ferz dikin dê çareseriyek were qezenckirin. Sedema diyarkirina me van nêzîkbûnên giştî ji ber ku hun pirsgirêkan gelekî bi takekesî digrin dest, ji bo ku em diyar bikin bi tu şêweyan em nikarin erzan nêzikî pirsgirêkan bibin, çareseriyên gelekî stewr û di hundir de hatiye girtin ne gengaz e û ev qasî giştî pêwendîdar dike. Gelo ji bo çi zayendîtî ji bo mirovên destpêkê xwezayî bû, îro ji bo me bûye pirsgirêkeke mezin? Ji bo ku em li ser sedemên vê we hindekî bidin hizirandin van diyar dikin. Ger ajoyeke gelekî xwezayî bi venêrînekê zanistî û civakî ve neyê serûberkirin nîşandana ku mirovahî bikeve rewşekê nayê jiyîn û girêdana bi vê ve danîna rastê girîng e. Ev hemû mirovan dibe pêşxistina dewlemendiya ferasetê. Bi rûniştandina çarçoveya giştî ve pêwîstiya nêzîkbûnê datîne holê.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button