Gaziyên şer şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Gaziyên şer berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. Di civînan soza serxistina armanc û xeyalên şehîdan hat dayîn.
Li Hesekê, Qamişlo, Çilaxa, Rimêlan, Dêrik û Kobanê bi wesîleya 44’emîn salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji aliyê gaziyên şer ve civînên bîranînê hatin lidarxistin.
Civînên gelek gaziyên şer tevlî bûn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Piştre têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê, şert û mercên wê demê û kesayeta berxwedêrên Apocî axaftin hatin kirin.
Di civîna li Çilaxayê de gaziyê şer Karwan Kobanê diyar kir di pêvajoyeke ku dijmin digot, wê doza Kurd vê carê di Zindana Amedê de binerd bike de, berxwedêrên Apoyî ketin nav têkoşîneke muezem û wiha got, “Pêşengên Apoyî li hember zilm û zordarî cûntaya faşîst bi îradeyeke bêhempa li ber xwe dan. Li Amedê xeta zordar û xeta bi hemû nirxên mirovatiyê hatiye hûnandin li beramberî hev bûn. Pêşengên Apoyî yên ji bilî îrade û bedena wan ti çek di destên wan de nebûn, li hember dijminekî ewqasî xedar bi ser ketin.”
Karwan Kobanê di dewama axaftina xwe de got, “Eger em îro bi serbilindî bi zimanê xwe diaxivin û bi rûmet dikarin gelê xwe biparêzin bi saya wan lehengan e. Em ê weke gaziyên şer wan hevrêyan timî ji xwe re mînak bigirin. Em soz didin, armanc û xeyalên şehîdan bi serketinê tacîdar bikin.”
Piştî axaftinan bîranîn bi sînevîzyonên têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê bi dawî bûn.




