Emê Hemû Rextên Teqemeniyê Li Xwe Bipêçin û Xwe Biteqînin Lê Emê Nahêlin Ku Dijmin Bi Hêsanî Bikeve Kobanê

Navê min Sorxwîn Kobanê ez di sala 2014 di dema şerê  şoreşa rojava de bi teybet dama daîşê êrîşî  kobanê kir  de bi awayekî aktif tevlî şerê kobanê bûme. dama tiştê  ku bixwezim di wî şerî de bibêjim weke şerê hebûn nebûnê bû şerê nirxê a gelan bû şerê însan bûnê bi here weke însan netew pisgirêkê wan hev re nabûnê bû şerekî wisa bû , feqed desthiladare barbara êrîş kirina ser gela  tune kirina gela têk birina axa tişekî wisa hedef girtibû. dama însan vê şerî mêze dike dest pêka wî şerî de di dema ku ez tevlî bûme min bi awayekî şer ber bi çavan ra derbas kirin min dite ku şerekî  hakimiyete şer ji dest derketibû şerkî bê aman  bê hekimiyet dihate meşandin barbarî kuştin qetil kirin şewtandin ser cêkirin  tu ferq nexistina nava biçûk an mezine ne kal ne pîr  bi awayekî hov li ser kobanê ra dimeşiye dibêje wekî lehiyekî li ser kobanê ra dimeşiya gel û her tişt dabû ber xwe û dimeşiya  bi vê qatilamê ra dimeşiye. ji we ji bi wîjdanî wekî keçikekî kurd dema min ev tişt dit bi saxî însan qetil kirin di qefesanda însan şewtandin serê zarokan jêkirin bi wê  hêrsê û kînî bi wîjdanî ez tevlî şer bûm .   ji ber wê awayî şer bi awayekî hovana dihate meşandin yanê şerê daîş ê di kobanê de şerekî hovane hate maşandin milê qetil kirin talan kirinê şopeke mezin da diyar kirin. tiştê ku  şopî wî şerî weke jinekî ciwan weke keçikî kurd li ser min maye dibêje li dîroka min hata ez têra jiyan bikim wek însan ez dikarim bêjim ku nayê jibîr kirin ew dagirkerî yê ku li ser wê gelî hate meşandin nayê ji bîr kirin pêve girêdarî dikarim bêjim ku yekbûna gelan girînge.desthiladarî nebe gel çawa dikare bi hevdûra jiyan bike, di şerê kobanê de bi  awayekî walatparêzî ev derxiste ber bi çav pisgirêkê hevdura jiyan kirinê tunebû xwedî derketinê hevdura nîne bi hevra çûyîna mirinê nîne dixwezim bêjim ev yek di şerê kobanê de bi minakên mezin derket holê. her wiha cebhê ku ez lê dimam kaniya kurdan bênim ziman di nava me de tenê  kurd bû ereb çerkez bû welatên ji xwe ra dibêjêem demukratin ber xwe dan şerê koban şer kirin weke hevalên me yên alman amîrîka baljîka îranê ên fars hatin turk hatin her derê de berê xwe dan şer kobanê gelan destê xwe da hev du li hemberî dagirkeriyê serî rakirin tekoşîn kirin. evê çi nîşan da ev tehlûka ne tenê rojhilata navîn da hîs kirin kurd ereb çerkez suriyan li qarşî wê sekinîn ji xeterekê li cihan ev da nişandan ku xwedî derketineke bi hev ra destê xwe dan di çeperê herî dijwar de li pêşî şer kirin ev da nîşan dan bi xwedî derketina ciwana li vê axê li vî gelî derketin ji her welatekî ciwana berê xwe dan şerê kobanê şer kirin gihîştin asta şehadaê ev yekbûna gelan nîşan dide ku tucarî pisgirêka gala a insan bûn bi hev dura tune ye yanê ger ku di jiyanê de deshiladarî nebe gel li her derê dikare bi hev re jiyan bike em dikar bêjin kobanê bû kupriyek ji boyî tevahî netewan kobanê bû konfederalîzima gela ê ku têde kom bibe xwe bide jiyan kirin kupriyekî wisa hate jiyan kirin yanê bi kurahî ji boyî yekbûna gela di kobanê dikarin vê bêjim

ji boyî hevakarê daîşê her roj êrîş dikir dixwest gelê kobanê ji cih û warê wê dur bixe tune bike dest bide ser kedê însana ji van hedefên ku tê asteng kirin hevkara wê dewlata tirk e tiştê ku mn li kobanê li ber çavê xwe dît bi awayekî gelekî eşkere teknîk cebilxane çek dida yanê bi her awayî hevkerî dewlat tirk bi daîş ê re alîkar bûyîn qurdîne kirin di her milî de madî û teknîk û pêlana kirina êrîşê ji boyî daîş ê da çêkirin.li ber çavan dihate ditin ku kupriya di navbera kaniya kurdan û tirkiyê de hebû bibû wekî xetekî di navbera tirkiyê û daîş de dihat bikaranîn her timî bi erebeyên zirxlî dihatin çeteyên daîş danîn û yên birîndar dibirin aliyê tirk yê. Her wiha dama ku çeteyên daîş ê êrîş dikirin û heval birîndar dibûn me dîte ku bi kimyasala ku laş bişewtine ango çav nebîne dişxulandin gelek care ne tenê yek carî dihate şuxlandin ev rêbaz bi tamamî dide diyar kirin ku di nava şerê kobanê de hevkariya dewlate tirk a ku bi daîş ê re ye hedefa dewlata tirk bi destê daîş ê tune buna fikra azad hilweşîne ev yek li ber çavê hemû cihanê dihate kirin ji ber di nava şerê kobanê de ne tenê yek netew bû ji hemo welatan berê xwe dan şerê kobanê. Bi rastî ger ez behsa hevkariya dewlata tirk yê bi daîş ê ê di nava şerê kobanê bikim dibe ez nirxana bê dawî re rû bi rû werim yanê şerê kobanê pêlana wê yekser dewlata tirk yê ku pêk anî daîş e

her wiha gava yekem yê ku min avêtî di nava şerê kobanê de min şerê bê aman dîte ku ji ber bi yek sîlehî li beremberî teknîka muderin şer kirin herî zêdetir di nava şerê kobanê de bala min ev kişand. Keçên ciwan xurtên ciwan dayîk û bavên me yanê her kesî bi qilêşekê li beremberî tanga şer dikir mirov dikere bêje şerê kobanê bi destê vala li hemberî sîleha herî mudel şer kir bi ruhê berxwedanê û îradeya asta herî jor de balê min gelekî kişan ku serkeftina kobanê encamê wê ev bû. Di min fikranê ku çi dibe sedemê ku qilêş li beremberî tengê ango çekên xurt kar be şer bike ev hêza îrade hêza hez kirina axê ve şerê paristina kobanê derkete pêş gelek ciwanan bi bombeyîkî berê xwe dan tengê bi ruhê serkeftinê kobanê xwe kirina fedayî axê ger ev tekoşîn di vê astê da neba ewê kobanê bi serneketa lê ji ber ciwanên ku digotin gaveke paş da ji vê axê avêtin ji boyî min mirine hîne dengê heval ruken heval nefel dema ku digotin hîne dibhîsim tiştekî ku nayê bîr kirin ger tekoşîna şerê kobanê bi îrada azad gihîşte serkeftinê.kobanê kete rupelek ji dîroka bın keftına daiş ö lı kobanê bi teybet tişta ku herî zêde ji bîra min naçê serjê kirina însana û komkujiya kobanê weka şop ji min ra maye ku tucarî nayê jibîr kirin kuştina zarokan û dayîka bi porê wê hatibû xenqandin di milê dayîkê xwe da zarokê ew zarok bırindar hêştin ev di min hêrs û kîn zêdetir kir ku tucarî nayê ji bîr kirin ger ez binirxînim hovîtiya daîş ê di şerê kobanê de dibe hêşt ku em bi ruhê berxwedanê binkeftina daîş ê çêbe bi nirîna xwe tenê ez nikarim bi tamamî behsa berxwedana kobanê bikim

di nava şerê kobanê de li kaniya kurdan cebhê şerqî de birîndar bûme birîndariya min ne tenê careke pênc care çêbûye lê belê a herî dawiyê birîndariya min bi topa gazê a ku daîş dibir hemo val dikirin tijî tentê dikirin pêra digotin cehenem topî û li qarşî me dişîxulandin. Di dama ku ez û tevî çar hevalên xwe dama ku em di mewziyê şer de bûn dama ku avêjtina bavekî xwedî duzdeh zaroka bû carekê de şehîd ket û hevalekî dinê jî her di her du lingê xwe de gazi bû her wiha hevalê min ya din jî hîne negihîşte xestê şehîd kete û ez jî giran birîndar dibin her du lingê min di çavê xwe de gazî bûm di cebha kaniya kurdan de ez bi vî awayî birîndar dibim. Lê ez dikarim vê bêjim ku çi dibe bila bibe li kur dibe bila bibe ewê tekoşîna me li dijî daîş ê her timî berdewam be bi ruhê berxwedaniya azad serkeftina gelê kurd wê misoger be. Bi rastî dinava şerê kobanê berxwedaniya dayîk û bava pêve girêdayî di dama mewziyên xwe de şer dikirin kêç û xurtin ciwan ji boyî ku di nava şerê kobanê cihê xwe bigirin amede dikirin gelekî bala min kişande ku min gote kî bi vî ruhî ewe kobanê bi serkeve , bi ruha berxwedaniya heval arîn mîrkan di nava şerê kobanê sekna jina azad a berxwedêr di nava kobanê hemo cîhanê de bu hêviya ku kobanê ewe bi serkeve bi ruhê fedayî ê heval rêvan gelek rê hevalên ku di nava şer de bi ruhê berxwedanê hêştin binkeftina daîş ê lı kobanê bibe. Bi teybet dixwezim behsa kêliya ku di nava şer dama ku me dixwest em hevalekî şehîd derxinin lê di belê me digot kî çi be bila bibe em rê hevalê xwe dinava dujmin derxinin lê belê dama em diçûn çeteyên daîş li pêşiya me xefk danî bûn li cihê ku hevalê şehîd lê bû heft kesa xefk li pêşî me dani bûn ji ber dizanî bûn ku em tucarî hevalên xwe yên şehîd nahêlin di nava dujmin de asta hevaltiya me viya baş dizanî bû emê biçin bînin. Ji boyî dama ku me dixwest em biçin cenezaya şehîd pîr egîd binin pêşiya me de hevalekî got ez dest pêkê biçim hîne gav nevêt dengê mermiyan û bombeyan hate heval carekê de me dite ku ew heval dite ku gazî dike min xilas kin mayîn di min de teqiya ye min gote hevalê li kêleka xwe ezê biçim tu jî paristina min bike bi vî awayî ez çûm ku heval derxînim min dite ku heval di serî xwe de mermî xweriye ne mayîn bû yanê kêliya ku heval dixwest heval pîr egîd derxîne di serî xwe de birîndar dibe piştire min dixwest ez biçim heval pîr egîd derxinim min çawa dest avête ku hevalê xwe yê şehîd derxinim yanê heval pir egîd min carekê de dîte ku çeteyê daîş ê li ber çavê xwe destê wî ser çekê ye lê belê ya min di destê min tu tişt nebû destê min di destê rê hevalê min a şehîdeye ne ewe çete li min dide ne tiştek di destê min heye ez lêbidim ya rastî bêjim weke şoqekê derbas bû di navbera jiyanê û mirinê de bû ewe çete di nava şoqekê de mabû ku jinek li qarşî wî şoqekê de ma bû çekê wî çeteyî dabû aliyê min mesefeyekî kin bû lê di wê anê min dixwest xwe bigihînim çekê xwe û karibim xwe xilas bikim ku hevalê xwe yê şehîd derxînim, min dixwest rêbazekê bidim bikaranîn ku wî çeteyê mijûl bikim ez keniyan kenekî ku dinava jiyanê û mirinê de di vê kêliyê de min xwe gihanda çekê xwe lê belê çawa min xwe xar kir min terame kir pişta min lê cardî min hema bomba rakir û min avêta aliyê wî çeteyî de di avêtina bombê ve ew tevî yên ku xefk mera danî bûn birindar bûn tune bun . yekeme care di şerê kobanê şerê li dijî daîş ê di mesefeyê awqas nêz de me şerê hev kir e. Heta niha jî pişti binkeftina daîş ê li koban ê her roj dixweze bi êrîşên xwe gel di nava qir kirinê re derbas bike ji ber serkeftina gelê kurd di şerê kobanê de hêrseke mezin di dewlata tirk da ava kir ji boyî wê her roj bi teknîka xwe êrîşê rojava dike bêyî ku zarok an mezina nas bike qir dike şehîd dixîne bi şêwaza tune bûna îrad azad hedef girtin asas digire dixweze bi keşfê bê mirov êrîş dike yanê tiştê ku di kobanê de dixwest bibe daîş binket ji ber vê yekî iro tola wê bi sucên şer berdewamiya wê bike her roj êrîş dike.lê belê bi ruhê berxwedanê û misogeriya serkeftinê jiyana azad em serkeftinê bi dest bixînin her çiqasî bedel werê dayîn emê tucarî gavê xwe paş da navêjin.

                                                                                                                                      Sorxwin Kobanê

 

   

 

   

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button