Şehîd rûmeta me ne û em jî şervanên wan in

Selena Dêrik

Li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka serê salê ve di encama planeke kirêt a navneteweyî de êrîşên pir hovane rû dan. Di wan êrîşan de çeteyên HTŞ’ê, DAÎŞ û yên girêdayî dewleta Tirk hemû nirxên mirovî binpê kirin, êşkence li cenazeyên şervanên azadiyê kirin.

Herî dawî jî weke di medyaya civakî û televîzyonan de jî hat xuyakirin, li hemberî goristanên şehîdan êrîşên hovane pêk tên. Kêlên gorên şehîdan tên şikandin û heqaret li wan tê kirin.

Divê were zanîn ku di hemû ol û baweriyan de kî dibe bila bibe dema mirovek jiyana xwe ji dest dide, kes nikare bêhumetiyê li cenazeyî wî bike. Lê belê weke gelê Kurd em xwedî dijminên welê ne ku ti nirx û pîvanên însanî li cem wan nînin.

Salên berê li Bakurê Kurdistanê artêşa Tirk gelek şehîdgehên cenazeyên gerîlayên azadiyê têde bûn, bombe kirin û bi makîneyan xerab kirin. Li Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê , dîsa li Minbicê û herî dawî li Reqa û Şedadê çeteyên hov êrîşî goristanên şehîdan dikin.

Ev bêguman tiştekî wer ferdî nîne. Êrîşên li hember goran di çarçoveya konsepteke ku ji hêla şerê taybet ve tê meşandin tên kirin. Dijmin dizanin ku şehîd û gorên wan ji bo yên sax  û girêdayî wan in, gelek tiştan îfade dikin. Ji ber vê ji bo şehîdan û gorên wan ji bîr û hafizeya civakî bi temamî derxin, wan êrîşan pêk tînin.

Li wan goristanên mewzûbehs ciwan û şervanên egîd ên Kurd û Ereb li rex hev hatine veşartin. Wan şêrejin û egîdan li dijî çeteyên herî hovane yên bibûn bela serê cîhanê şer kirin û şehîd bûn. Ev şehîd heya mirovatiya pêşverû hebe, wê bi rêz û hurmet werin bîranîn. Gorên lê hatine veşartin jî wê timî sembola berxwedaniya li hember zilmê werin ziyaretkirin. Wê ti kes nikaribe vê rastiyê ji holê rake.

Di dîmenên ragihandinê de me dît ku li Reqayê hinek kesên tê îdîakirin ku xizmên wan e cenazeyan ji şehîdgehê derdixin da ku bibin li cihekî veşêrin. Ev nêzîkatî ne di olê, ne jî di nirxên mirovatiyê de hene. Gelo dibe ku kîn û nefret wiha li xelkê bike ku şehîdên xwe ji nav şehîdgehê derxin û bibin li cihekî din veşêrin?

Eger hinek malbatên me yên xwedî şehîd ji ber zext û zorê ketibin nav nêzîkatiyeke welê divê tavilê li xwe vegerin. Ti zilm, zext û zor divê mirov neke rewşeke welê ku cenazeyên şehîdên xwe ji kêleka hevalên wan ên pêkve li hember zilmê şer kirine derxe. Şehîd şehîdên me hemûyan e. Divê malbatên me yên şehîdan ên Reqa û deverên din êrîşên li hember şehîdgehan qebûl nekin û li hember kiryarên wer qiyametê rakin.

Pêwîst e em qet destûr nedin çete û hevalbendên wan bîra me ya civakî şehîdên me, bi me bidin jibîrkirin. Şehîd rûmeta me ne û em jî şervanên wan in. Çi dibe bila bibe hewce ye em xwedî li şehîdên xwe derkevin û rêya wan bişopînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button