Pêdivîya jinan ji her demê zêdetir bi komînan heye

Leyla Amûdê

Ji bo her ferdek di nav civakê de -jin dibe yan jî mêr dibe-, eger xwe bi zanyarî û serbestî, bîne ziman, bikare bi cewherî beşdar bibe tekez jiyana komîbûn jêre jêneveger e! Em hemû jî qala jiyana komînê, feydeya wê ya ji bo jin û civakê dikin. Pir caran jî civîn û konferans li ser mijara komînan tên çêkirin. Ji bo pêkanîna komînê gelek şîrove û nirxandin tên pêşxistin. Lê mixabin hîn jî jiyana komînal bi temamî nehatiye fêmkirin. Ji ber vê pêkanîna wê jî lawaz maye.

Tekez divê were zanîn ku wateya jiyana komîn bi awayekî yekîtiya civaka Kurd û xwerêxistinkirina wan e. Di pêvajoya êrîşên tundrew ên serê salê salê li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatin de xuya kir ku pêdivî heye her ferd, li xwe vegere û hesab ji xwe bixwaze da ku em rûpeleke nû vekin. Ji bo em jiyana komînal bi giştî bikin, hewce ye her yek ji me şoreşekê di nav xwe de bide destpêkirin, xwe ji lawazî û şaştiyên berê rizgar bike.

Dibe ku her yek ji me xwe têr û tijî jî dibîne, lê di jiyana me ya rojane de mixabin wiha nîne. Ev jî dihêle ku pirsgirêkên me yên komînan li gor tê xwestin neyên çareserkirin. Divê em li her qadên jiyanê pergala xwe ya komînan bi lez pêş bixin. Di van mijaran de hewce ye ji her demê bêhtir ez xwe perwerde û zana bikin.

Wek civak û nexasim jî di nava civakê de wek zayenda jin pirsgirêk pir in. Hinek wer hesab dikin ku pirsgirêkên me hemû hatine çareserkirin, lê di rastiyê de rojane bi dehan jin têne qetil kirin. Her çiqasî em qala zewac û malbata demokratîk dikin û em dibêjin ku serdema me gelekî hatiye guhertin jî mixabin piranî têne di gotinê de dimîne.

Rêbazê jiyanê hîn jî weke berê xwe ferz dike û jin bi paşverûtiyeke pir dijwar re rûbirû ye. Li her deverê û bi rêbazên herî dirinde rojane bi sedan jin tên kuştin û zagonên dewlet neteweyan jî mêr mafdar dertîne, piştgîriya kujerên kastîk dike. Tişta herî sosret jî ev e ku zilam ji hêla dewletan ve têne destekkirin û kuştina jinan meşrû dikin.

Ev nêzîkatî jî dide diyarkirin ku di nava pergalê hovîtî û dirindebûyîn pir e. Divê jin hişyar bin. Siyaseta pergala neteweperest, zilamperest ji rêzê negirin dest. Pêwîst e xwe pir baş û bi zanebûn rêxistin bikin. Hişmendiya zilamê kujer û kastîk heye. Xw e di bin hişê her desthilatdarekî de dide jiyandin. Em hemû jî rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dişopînin. Hewce ye em hemû jî wê xeteriya kujer bibînin, li gorî wê tekez divê em xwe bikin yek û çalak bibin. Jixwe yên herî zêde jî rola xwe di avabûna komînan de bilîzin û şareza bibin jî jin in.

Pêdivîya jinan ji her demê zêdetir bi yekbûn û nexasim jî bi komînan heye. Kedeke pir mezin ji me jinan tê xwestin. Ji ber tehlûkeyên li ser me û ya civaka me zêde ne. Ji ber vê hewce ye em xwe ji her hêlê de amade bikin û em nekevin xefletê. Em di şerekî cîhanî de ne. Ev şer bivêneve li ser me jî bandor dike. Dem hatiye em bi ser bikevin. Ev wê  hem ji bo me, hem jî ji bo mirovahiyê serkeftineke dîrokî be.

Xemsarî, pitepit, gilûgazinc wê me ber bi têkçûnan ve bibe. Jixwe sîxur û xerab ji bo em winda bikin, çi ji wan tê dikin. Ew kes koleyên dijmin in. Ji ber mirovên bêhêvî ne, her tiştî reş dikin. Jixwe mirovên wer ti carî nagihêjin mirad û meqsedê xwe. Wê şoreşgerên gotina wan aîdî wan e, wan kesên wiha bixin selika zibaleya dîrokê.

Di her şert û mercî de, tevî hemû astengiyan jî divê em têkoşîna xwe ya di pêşengiya Rêber Apo bidomînin.

Hewce ye were zanîn ku dinya tenê îro nîne û mumkin e jiyana gelek neteweyan ji ya gelê Kurd hîn xerabtir be jî. Ya girîng ew e em meşa xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bidomînin.  Di rêya ber bi azadiyê de komîn û jiyana komînal çareya her tiştî ye.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button