Zimanê me nasnameya me ye
Lava Eyo

Cewherê nakokiyan ew e ku desthilatdaran bi salan, hewldana tinekirina nasnameya gelê Kurd û nasnameya wî kirine. Bi demê rê desthilatdarên li ser xaka Kurdistanê wiha kirine ku gelên wan jî înkar û qirkirina neteweya Kurd rewa dîtine. Gelê Kurd her xerab û êrîşkar dîtine. Ev dibe sedem ku gelên dewlet bi navê wan e, her tim gelê Kurd neheq û xerab, paşketî û ji derveyî xwe bibîne.
Ew siyaseta desthilatdaran bûye sedem neteweya serwer çavên xwe zilm û zordariya dewletê bigire û dewleta xwe jî weke xweda dibîne. Niha jî tişta ji çareseriya aştiyane re dibin astengî jî ew hişmendî ye. Gelê Kurd ê ewqasî mafdarji hêla neteweya serwer a Tirk ve weke neheq û dijmin tê dîtin. Ev bêguman bûyereke pir sosret û xeternak e.
Dewlet hişmendiyeke wiha ye ku mirov dikuje û bi cenazê wî re jî dimeşe. Xwe dost nîşan dide û niha jî dewleta Tirk dibêje, “Ez dixwazim çareseriyê çêbikim, lê gelê min qebûl nake.” De ka werin û li vê bûyera sosret temaşe bikin. Ma gelo wiha dibe? Dewlet hemû kiryarên xwe diavêje ser milên gel. Jixwe niha li Sûriyeyê jî heman tişt jî heye. Weke mijara danîna tabeleya li ser Qesra Edliyeyê. Hikûmeta veguhêz dibêje ku ez ê zimanê we û çanda we qebûl bikim, lê li ser Qesra Edliyeyê bi zimanê Îngilîzî û li kêleka bi Erebî dinivîse û zimanê Kurdî jê radike.
Piştî gel û mamosteyan ew tişt qebûl nekirin, çûn zimanê Îngilîzî rakirin û tenê Erebî hiştin. Tu dibêjî qey pirsgirêka me bi ziman re heye!.. Hemû ziman xwedî wate ne. Zimanê me nasnameya me ye. Em dixwazin li bajarên me bi zimanê me her tişt hebe. Em zimanê Erebî jî li kêleka wê qebûl dikin û hemû ziman ji bo me cihê qederbilindiyê ne. Lê zimanê me xeta sor e ji bo me. Jixwe nivisîna Komara Erebî ya Sûrî jî gelekî şaş e, lê niha wexta wê nîne. Ji ber ew mijara nîqaş, qanûn û destûrê ye.
Em jî weke şagirtên zimanê Kurdî mafê xwe dixwazin. Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî divê mafê me yê ziman û nasnameyê were naskirin. Pêwîst e pergala Sûriyeyê were demokratîkkirin. Em azadiya ziman, çand û nasnameya xwe dixwazin. Divê em wê guhertinê di hêla dewletê de jî bibînin û mijara entegrasyonê jî ev e.




