Heya kêliya dawî bi serbilindî jiya
Gulbend Efrîn
Serê sibehê em çûm goristana şehîdan a Qamişlo. Ji ber hê zû bû kes zêde tinebû. Em xwe bi xwe tenê bi hevalan re man. Me derdor paqij kir, gul av dan. Ji ber van şehîdan pir ji avê, gul û kulîlkan hez dikirin. Jixwe wan weke kulîlkên di erdekî hişk û bêav de li ber xwe dan. bi xwîna xwe ew erdê ziwa av dan. Xwe fedayî jiyan û axeke azad kirin. Ji bo ji zarokên pêşerojê re gulistaneke tijî gul û kulîlk çêbikin têkişyan. Ji bo zarok, jin û ciwan di nav aramî û bedewiyê de her fedakarî kirin.
Dema têm goristanê, ez xwe di nav kêliyên herî aram de his dikim. Ji lewra qet naxwazim ji goristanê vegerim cihê xwe. Ji ber xwîna min, dilê min, ruhê min li vir e. Ez goristanê weke pirtûka dilê xwe vedikim û dixwînim. Dema di ber kêlên gorên şehîdan re dibihurim, ne tenê wan dibînim, dengekî jî dibihîzim. Her yekî ji wan ne mîna wêne û dîmen, weke rûpelekî ji pirtûka dilê xwe dihesibînim.
Ez li ber kîjan gorê bisekinim gelo? Ez nikarim wer bi hêsanî di ber wan re derbas bibim û biçim. Ez bêdeng im, lê hûn bêdengiya min dişikînin hevalino. Mecbûr im bi hinekan ji we re bikenim. Dixwazim ji bo we biwestim. Ji ber di Tevgera me de ked û westandin pîroz e.
Hûn ji bo doz, armanc û hêviyên bilind şehîd bûn. Hûn xwedî hesret û bendewariyên her kêlî ji bo xwe gihandina azadiyê di nav têkoşînê de bûn. Li goristana hevrêyên şehîd pirs li ser pirsê di hişê min de ava dibin. Goristan ji bo şoreşgeran û kesên xwedî wijdan cihekî muhakemeya bi xwe re ye. Di hest û hişê mirov de lêhûrbûnên kûr xwe didin der. Mirov difikire ka çawa bibe layiqî ked û têkoşîna şehîdan.
Yek ji wan şehîdên giranbiha jî kedkarê çapemeniya çiyayî û milîtanê wêrek Argeş Serhed e. Niha di hizûra hevrê Argeş de me. Beriya şoreşa Rojava xalê heval Argeş Fûad -ku ew jî gaziyekî şer bû-, di encama kemîn û komployeke bêbext de bi heval Şîlan Kobanê, Zekeriya, Cemîl û Ciwan re li deşta Mûsilê 29’ê Mijdara 2004’an tevlî karwanê nemiran bûn.
Şehîd Argeş ê 2008’an berê xwe da çiyayên azad, çek û ala xwe rakir û ji bo azadiya gelê xwe tevlî nav kar û xebatên têkoşînê bû. Bi salan bi çek û kameraya xwe li qadên herî dijwar di nav berxwedana rûmet û kerametê de cih girt. Sala 2019’an di êrîşeke dewleta Tirk de bi giranî birîndar bû. Heval Argeş ji bo tedawî derbasî Rojava bû. Li wir li cem hevalên xwe yên gazî û birîndar ma. Heya roja şehadeta xwe jî ji hevalên xwe re bû çavkaniya moral û dilsoziya bi doza pîroz a di pêşengiya Rêber Apo de.
Îro salvegera şehadeta hevrê Argeş e. Argeşê xweşik û bedew 10’ê Tebaxa 2025’an di pêvajoya tedawiyê de tevlî karwanê nemiran bû. Hevrê Argeş bi salan li hember êşên giran li ber xwe da. Ti tiştek ji xwe re nekir astengî û bend. Ji rewşa ketibû nav şerm nekir. Ji ber dizanî ji bo çi armancê wer lê hatiye. Heya şehadetê bi serbilindî jiya. Jiyan û têkoşîneke layiqî xalê xwe Fûad û tevahî şehîdên rêya rûmetê meşand.
Em ê jî bi israr û biryardarî hevaltî û dilsoziya xwe mezin bikin. Heya nefesa xwe ya dawiyê ji bo bibin layiqî şehîdên xwe yên rûmet û serbilindiya me ne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Weke heval û hevrêyên gaziyên şer, ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di pêşengiya Rêber Apo de û avakirina jiyaneke bi rûmet a armanca tevahî şehîdên me ye em ê ji her demê bêhtir têkoşîna xwe bidomînin.




