Dayika hêja û delal: Dayê Zeynep

Gaziya Şer Gulçîn Xoşmêr...

Ez bi xembarî û dilşewatî ji tevahî xelkê me yê bajarê Dêrsimê re, ji bo wefata dayika hêja û delal Zeynep Cansiz sersaxiyê dixwazim. Me dayikeke xwe ya giranbiha û qedirbilind wenda kir. Ev jî cihê jan û xemgîniyê ye. Dayikeke resen ya herêma Dêrsimê ku bi kesayeta xwe ya bi heybet û şareza ji nifşê xwedawendan dihat, cihê xwe yê pir bi qîmet li cem gelê Kurd û şoreşgeran çêkir. Gelekî li ber dilê me hêja û narîn bû. Dayika hevrê û pêşenga jinên Kurd Sara Dêrsim bû.

Jixwe hevrê Sazîne Cansiz yek ji wan jinên çalakvan û serkêş bû ku li Zindana Amedê bi hevrêyên xwe her li ber xwe da û têkoşîn kir. Piştî zindanê jî li çiyayên Kurdistanê ji jinên şoreşger û çeleng re pêşengtî kir. Li welatên Ewropa jî xebatên siyasî û civakî meşand. Jineke serbilind û çalak bû. Hevrê Sara weke Dayê Zeynep xwedî kesayeteke xurt û şareza bû. Jixwe kesên ku hevala Sara dîtibin wê zanibin kesayeta Dayê Zeynep jî çiqasî ji xwe bawer, serbilind û jêhatî bû.

Dêrsima ti carî li hember dagirkeriyê serê netewandiye, di nav xwe de gelek leheng û şoreşgerên hêja derxistine holê. Wan lehengan bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîroka Kudistanê dane. Ji Besê, heya Zerîfe, ji fermandar û pêşengên me Bêrîtan û Sarayan bi sedan qehreman û egîd di rêya azadiyê de rêya heval û hevrêyên xwe rohnî kirine.

Jinên herêma Dêrsimê her berxwedêr, serhildêr, wêrek, çalakvan û aştîxwazin. Dayê Zeynep Cansiz jî di heman wextê de jineke Dêrsimê ya çeleng, xwedî hêz û ji bo me gelekî hêja û delal bû. Wefata dayika Zeynep ji bo me gelekî giran hat. Careke din em dayika xwe Zeynep bi hurmet bi bîr tînin. Hemû dayikên xwe yên kedkar, şareza yên şehîdan û hevalan di şexsê dayê Zeynep de, bi rêzdarî bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîna wê ditewînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button