Berxwedana 14’ê Tîrmehê serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê misoger kiriye
Cûdî Cizîr

Destpêkê bi wesîleya 44’emîn salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan di şexsê hevrê Kemal, Xeyrî, Alî û Akîf de tevahî şehîdan azadî û rûmetê bi bîr tînim. Her şehîdek me felsefeya jiyana heqîqeta azadiya Kurdistanê ye.
Di pêşengiya Rêber Apo de têkoşîna azadiyê pêş ket. Di encama têkoşîneke pir mezin de Tevgera Apoyî navê xwe li tevahî cîhanê belav kir. Her jin û ciwanek gelê Kurd û yên ji gelên cuda bi hêvî û coşeke mezin berê xwe dan nava vê têkoşînê. Ji ber dizanîn ev têkoşîn têkoşîna azadiya wan e. ev têkoşîn û berxwedan îro di asta xwe ya herî bilind de ye.
Lê belê di vir de heqîqetek heye; ev heqîqet jî rastiya Rêber Apo ye. Hinek mirov hene ku hem bi jiyana xwe de û hem jî bi şehadetên xwe bûyîna kesayetên mînak bi ser dixin. Hakî, Karer, Mazlûm Dogan, Ferhad Kurtay, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr û bi sedan pêşengên wiha bi çalakî, têkoşîn û berxwedana xwe rêya azadiyê heya dawiyê ji gelan e vekirin.
14’ê Tirmeha 1982’yan jî çalakî, têkoşîn û berxwedaneke wer dîrokî û muezem bû. Ciwanên Apoyî yên Kurd, Laz, û Tirk li hember faşîzma 12’ê Îlonê li Zindana Amedê bi canê xwe felsefeya Berxwedan Jiyan e nivîsandin. Ev berxwedana muezem li hember zext û êşkenceyên giran bûn.
Pêşengên Tevgera Azadiyê Rojiya Mirinê ya Mezin li hember wê zilmê ketin nav berxwedaneke mezin. Pêşengên Apoyî Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Akif Yilmaz di vê berxwedana dûrokî de tevlî karwanê nemiran bûn. Mirov difikire bê kîjan peyvan ji bo van lehengan bîne ziman.
Berxwedana van hevrêyan ruhê têkoşîna azadiyê zindî hişt. Em her tim her sal di vê rojê de van hevrêyên xwe bi bîr tînin. Eger 14’ê Tîrmehê neyê fêmkirin ya piştî wê qet nayê fêmkirin. Yê Mazlûman, Ferhadan, Xeyriyan, Kemalan, Sarayan fêm neke nikare Tevgera Apoyî fêm bike. Berxwedana 14’ê Tirmehê mohra wê li tekoşîna Tevgera me xist. Ji lewra 14’ê Tirmehê gaveke mezin e.
Nivîsandina têkildarî şehîdan, vegotina jiyana wan ji bo çi ewqasî dijwar e? dema hewl didim ji bo hevrêyên şehîd binivîsîm, tilî giran dibin û nizanim peyvan çawa rêz bikim. Ez jî di bîra wê de me ku, nivîsîna jiyana van pakrewanan zehmet e.
Dema mirov dixwaze bi fikirandinê nêzî rastiyê bibe, rastî jî xwe bi hêsanî di jiyana mirovahiyê de ava dike. Mirov dikare bêje ku yê herî zêde şehîdan û berxwedana wan fêm dike û pêwîstiyên wê têne cih Rêber Apo ye. Dîroka Kurdan bi qehreman û lehengiyên xwe tê nasîn. Dîrokê her tim mirovên leheng afirandiye. 14’ê Tirmehê, di dîroka Kurdistanê de weke Rojiya Mirinê ya Mezin tê zanîn. Ew berxwedanek fedaî ya dîrokî ye ku li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê sala 1982’yan de li dijî zilm û polîtîkayên pişaftinê yên bi darbeya faşîst a 12’ê Îlonê dest pê kir.
Hêviyên jiyana mirovahiyê, nûnerên ronahiyê, kulîlkên hebûna azadiyê û azadîxwazên Kurdistanê şehîdên me ne. Li ser vî bingehê divê em li berdevkê şehîdan Rêbertiya xwe xwedî derkevin. Em weke şervanên Rêber Apo û mirovahiyê deyndarên van şehîdên mezin in. Li ser vî esasî em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Di roja me ya îro de bi ezmûna zêdetirî pêncî salan, pêkhatina vejîna neteweyî, şoreşa Kurdistanê, bi rihê berxwedana 14’ê Tirmehê pêş ket. Em ê bi mîrasa wan lehengan ji me re hiştine têbikoşin. Ji bo em bibin xwedî serkeftinên mezin û milîtanên serketinê pêwîst e em di serî de bi kesayeta xwe bikevin rê, bi feraseta xwe re bikevin muhasebeyê, bi elimandinên xwe re têbikoşin û şerê nefsî bidin. Dîroka Kurdistanê, dîroka Tevgera Apoyî di heman demê de dîrokeke şehadetan e. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Heke îro li ser navê Tevgera me dîrokek hatibe afirandin, bi saya şehîdan e.
Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd misoger kiriye. Hebûna Tevgera me bi berxwedana 14’ê Tirmehê ve girêdayî bû. Ji ber ji bo Tevgera me qonaxek nû bû. Îro Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gel di saya vê berxwedanê ber bi jiyana azad û wekhev dimeşin. Li ser vê bingehî em 14’ê Tirmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî li Rêber Apo, gelê me û hevrêyan hemûyan pîroz dikin. Em soz didin tevahî şehîdan di ruhê berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin em ê gelê xwe û welatê xwe bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin.




