Di rastiya mirovatiyê de exlaq û wijdan
Cûdî Cizîr

Her kes li gorî hêza xeyalên xwe dinirxîne, dişibîne hinek tiştan lê ji derveyî hemû nirxandinan ronahî li ser erdê bi kenê xwe re li asîman digere. Mirov, çawa çavên xwe li cîhanê vedikin û der barê jiyanê de fêrî tişta dibin, yekem car navê qehremanên dîrokî dibîhîsin. Edî mirovahî dibe xwedî perspektîfên vîn û jiyanek azad. Têgihiştina mirovan bi forma wijdan û exlaq dimeşe. Mirov bi vê taybetiya xwe, dibe hafiza bingehîn a civakê, çavkaniya exlaq û kevneşopiyeke bi bingeh. Çarçoveyeke exlaqî hewce ye ku hestên wijdanî bibin qanûn û sazî. Ev rêya ku mirov dibe ber bi zanatiyê ye. Dara wijdan û exlaq bi ramanên Rêbertiya me hatiye avdan.
Em lêhûrbûna xwe di hêza xwe de dibînin. Em bi vê lêhûrbûna xwe, bi heyecana xwe ya mezin berê xwe didin qadên Rêberê xwe. Ji bo gihandina hêza fikirandinên mezin pir zêde derfetên me hene. Tinebin jî em dikarin biafirînin. Em şoreşger di nav fikrên Rêbertiyê xwe de tên xemilandin û afirandin. Yên dixwazin wateya wijdan û exlaq fêm bikin, divê ramanên Rêbertî bixwînin. Her peyvek Rêbertî serdema çarçoveya nêrînên nûjen û nîqaşan ava dike. Divê mirov rêz bi rêz, peyv bi peyv bixwînin.
Di derbaskirina jiyanê de erkên li ser me tên ferzkirin em ê pêk bînin. Exlaq û wijdan du stûnên sereke yên jiyana mirovî ne ku prensîbên civakî û dengê hundirîn diyar dikin da ku mirov di navbera qencî û xerabiyê de hilbijartinek rast bike. Mirov dikare wisa jî bîne ser ziman, wijdan û exlaq her çend ji nêz ve bi hev ve girêdayî bin jî, di bingehê xwe de xwedî taybetmendiyên cuda ne. Exlaq rêzikên ku ji derve tên avakirin nîşan dide; wijdan weke dadgeha hundirîn a mirov kar dike. Hevsengiya di navbera van her duyan de, mirovê kamil diafirîne. Mirovê kamil û civaka azad tenê bi hevpariya van her du nirxan ava dibe.
Exlaq rê nîşanî mirovan dide û pirek e. Wijdan jî ronahiya hundirîn e ku nahêle ew pir xerab bibe û kontrol dike ka mirov li ser wê pirê bi dilpakiya herî mezin dimeşin yan na. Mirovê xwedî wijdan be, ne ji ber tirs yan jî şer, tenê ji bo ku mirov e qenciyê dike û ji xerabiyê dûr dikeve. Bala xwe bidinê, eger mirov li dijî exlaqê civakê tevgereke xerab bike, ji aliyê derve ve tê şermezarkirin yan jî cezakirin. Ji bo wê wijdan û exlaq ji bo parastina nîzama civakî hewce ye.
Wijdan û exlaqê mirov dibe pîrozî. Pîroziya mirov jî dibe hêza civakê. Pîrozbûna bi hêza civakê pêk hatiye zêdetir xwe bi sêhr û efsûnkariyê nîşan dide. Mînak, em çi didin hev, ji hevdu çi digirin? Em hevdu çawa tesir dikin, ji hevdu re çi dibêjin? Exlaq, nirx, asta ferasetê, pîvanên red-qebûlkirinê, pîvan, rêgez, xîtabet, edeb, asta çandî, erka Tevgera me ya ku em karibin bi hevdu re bijîn. Ev mîras bi ked û têkoşîna zêdetirî pêncî salî ava bûye.
Em ji exlaq, jiyan, bawerî, axaftin, ziman û rêûresmên tawîz nadin. Wexta mirov wijdan û exlaq pêşde dibin, prensîba bingehîn a lihevkirina mirovan û hawirdorê li ber çav digirin. Di têkoşîna me de mirov xwedî ked, hewldan, sekn, pîvan, exlaq û sekneke polîtîk in. Yanî bi exlaqî û wijdanî nêzikbûn ji bo me esas e.
Exlaq û wijdanê mirov hissiyata ku rastî û çewtiyê ji hev vediqetîne. Mînak, mirov dikare li gorî qanûn û rêzikên exlaqî yên civakê tevbigere. Lê heke wijdan hişyar nebe, ew tevger tenê dibe rûpoşek. Mirov dikare berfirehtir bibêje ku exlaqê bêwijdan dibe sedema faşîzm, zordarî û hişkiya polîtîk. Ger tu di oxira tiştên pê bawer dikî de di kêliya wê de nizanî bi ser kevî û tu ji vê birevî tê wateya tu bê exlaqiya herî mezin dijî. Ji bo cîhaneke bedew û bi ewle, hewcedariya mirovan bi civakeke xwedî exlaq û ferden xwedî wijdan heye.
Di vê mijarê de rola bingehîn a exlaqê civakê jî tê pêşiya me. Tevgera Azadiyê bi jiyan, têkoşîn û îdeolojiya xwe ev îsbat kiriye. Hema bêje weke ku mozaîka gel û baweriyan di nava xwe de hildigire. Bi zîhniyeteke nûjen em ziman û uslûba milîtaniyê di kesayeta xwe de rêxistin dikin. Ger em dixwazin di têkoşîna civakî de hevgirtî bin, divê beriya her tiştî em ji şêwazê hebûna civakê re rêzdar bin û rast lê binêrin. Di têkoşîna şoreşgertiyê de em her dem çavên xwe berdidin xebatên herî zor, kesayetiya têkoşer. Helwesta me ya radîkal û azadîxwaz, di her şert û zûrifan de di pêşengtiya Tevgera Azadiyê de bi serkeftinê re kilîtbûnê esas digrin. Tiştên em sereke ji xwe re esas bigirin, gotinên Rêbertî yên, têkildarî civaka exlaq û polîtîk e.




